Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Deriyê Çiyê konser û çalakiyên çandî li dar dixist, piştî kayûman ev xebat rawestiya bû; îro, piştî 9 salan careke din li Deriyê Çiyê konser hebû, dengê muzîka kurdî bilind bû.
Di konsera ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist de Koma Hevra û Kardeş Turkuler derketin pêşberî muzîkhezan.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun berî konserê axivî û got, "Ji bo azadiya xwe emê xwedî li axa xwe, ziman û çanda xwe xwedî derkevin."


