logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

NZZ'ê romana Bextiyar Elî xist nav lîsteya 100 Pirtûkên Sedsala 21'ê

  • Dîrok: 24/11/2024
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Rojnameya Neue Zurcher Zeitungê (NZZ) lîsteya "Pirtûkên Herî Serketî yên Sedsala 21'ê" amade kir. Rojnameyê roja 23'yê vê mehê ev lîsteya xwe belav kir. Rojnameyê pirtûka Bextiyar Elî "Hinara Dawî ya Dinyayê" jî xist nava lîsteyê. Pirtûk di rêza 80'yan de hat bi cih kirin.
Neue Zurcher Zeitung di sala 1780'ê de derketiye û ji wê rojê de derdikeve. Rojnameya ku li Swîsreyê rojane derdikeve bi almanî weşanê dike û yek ji rojnameyên mezin a Swîsreyê ye.
NAVÊN NOBEL GIRTINE TÊDE HENE
Di nav lîsteya hatiye amadekirin de pirtûkên nivîskarên ku Xelata Nobelê girtine ên wekî Swetlana Alexijewitsch, Annie Ernaux, Herta Muller, Olga Tokarczuk, Swetlana Alexsiyevic hene. Rojnameyê romana romanivîskar Bextiyar Elî jî xistiye nava lîsteyê ku ev yek ji bo wêjeya kurdî gelek girîng e.
'KARAKTERÊN BEXTIYAR ELÎ NE JI VÊ DINYAYÊ NE'
Rojnameyê bi sernavê "Bextyar Elî cîhaneke helbestî bi qanûnên xwe diafirîne" nivîsek belav kiriye. Nivîs wisa dest pê dike; "Pêşî wekî çîrokeke periyan dixuye. Zilamek destûrê digire ku ji girtîgeha xwe ya li çolê debiterikîne û wî dibin qesrekê. Li wir rastî hevalê xwe yê kevn tê, ew jî Pêşmergeyekî ye, lê ew qedera kurê wî Saryasî jê vedişêre. Bav dixwaze Saryasî bibîne - û têdigihîje ku sê kur hene, sê kesên hevtemen bi heman navî, lê bi qederên cuda. Di beşeke din a çîrokê de, kurek bi dilekî şûşeyî evîndar dibe. Ew bi rastî dişkê, ji ber ku evîndara wî sond xwariye ku ew ê nezewice."
Rojnameyê gotiye, "Karakterên romana Bextyar Elî xuya ye ne ji vê dinyayê ne, lê di çîrokên wan ên tevlihev de yên bi sembolên sêhirî, rastiya tal a zordestiya li ser kurdên Iraqê ji aliyê Sedam Husên ve, têkoşîna wan a azadiyê û şerê navxweyî yê piştî otonomiyê tê dîtin. Li ser zemîna tarî ya siyaseta Rojhilata Navîn, Elî şaheserekî bandorker diafirîne, cîhaneke helbestî bi qanûnên xwe."
'ASTA WÎ ASTA CÎHANÎ YE'
NZZ'ê gotiye, "Bextiyar Elî nivîskarê herî navdar ê zimanê kurdî ye" û ev yek lê zêde kiriye; "Di salên 1990'î de ji ber zexta siyasî reviya Almanyayê. Li Kurdistanê berhemên Elî bi sed hezaran tên xwendin, lê di sirgûna xwe de wî bi salan bi nehênî dinivîsand, heta ku Weşanxaneya Unionsê dest bi weşandina berhemên wî kir. Ev wêjeyeke bi asta cîhanî ye ku hem ji Gabriel Garcia Marquez îlham girtiye û hem jî ji destanên kurdî yên devkî û çîrokên ku diya Bextiyar Elî digot."
ELÎ: EV JI BO ME SERBILINDÎ YE
Nivîskar Bextiyar Elî jî li ser hesabê xwe peyamek belav kir û got ku ji dinyayê ji nav bi sed hezaran pirtûk û bi deh hezaran nivîskar ketina nava vê lîsteyê ji bo me serbilidî ye. Elî wisa gotiye, "Ketina hinarê me li nav vê ji bo dîroka wêjeya me serbilindiyeke dîrokî ye ku nikare bê tarîfkirin."
Bextiyar Elî pesnê rojnameyê jî daye ku ev ne tenê rojnameya herî kevn a Swîsreyê ye, di heman demê de yek ji rojnameyên herî mezin a edebî ya Ewropayê ye.

LI BAKUR PIRTÛKÊN BEXTIYAR ELÎ
Bextiyar Elî di sala 1961'ê de li Silêmanî hatiye dinê. Nivîskar, helbestvan û romanivîskar e. Pirtûka wî ya pêşî di sala 1997'an de bi navê "Mirina Tekaneyê Duyem" derketiye. Pirtûkên wî ji aliyê gelek kesî ve ji soranî bo kurmancî hatine amadekirin û ew ji Weşanên Avestayê derketine. Heta niha Avestayê ev pirtûkên wî çap kirine: "Deryas û Laş", "Bajarê Mosîqarên Spî", "Hinara Dawî ya Dinyayê", "Apê Min Cemşîd Xan Ku Hertim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir", "Qesra Balindeyên Xemgîn", "Êvara Perwaneyê".
Heta niha pirtûkên wî ji bo erebî, almanî, rusî, tirkî, farisî, spanyolî, îngilîzî û yewnanî hatine wergerandin.


Di rêza 80'yan a lîsteyê de "Hinara Dawî ya Dinyayê" cih girtiye.

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

***

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: Dînê şoreşger

ad

Li Yogurtçu Parki 'Nobeta Edaletê'

ad

'Şêwira Xwendina Kurdî' pirtûka 'Qesra Balindeyên Xemgîn' dinirxîne

ad

Helîm Yûsiv û romana kurdî

ad

Hikmên çîrokine li ber siya helbestê

ad

Lîstikvanên jin ên herî zêde pere kar dikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname