Diyarname
Li Amedê ajanseke bi navê Ajansa Welat (AW) dest bi weşanê kir. Heta niha gelek ajansên kurdan çêbûne, lê hemû jî bi kurdî-tirkî bûn, piranî jî tirkî, lê AW wekî yekemîn ajansa xwerû bi kurdî li Bakur dest bi weşanê kir.
Komek rojnamegerên ku bi salan e di nav vî karî de ne li ser rêya çapemeniya azad dest bi xebatê kirine. Ew wisa dibêjin, "AW, bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire. Li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike."
Navnîşana ajansê ev e:
www.ajansawelat.com


