Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de îro maçên Dora 2'yan dest pê kirin. Di vê dorê de tîmên bajarên kurdan hene. Ji van hinan îro maçên xwe lîstin.
AGIRÎ BI 4 GOLAN BATMAN ŞAND MAL
Di maça li Agiriyê de Agri 1970 Spor û Batman Petrolspor hatin hemberî hev. Agri Spor bi 4-1 bi ser ket û derket Dora 3'yan. Batman Petrol Spor ji kûpayê veqetiya û vegeriya mala xwe.
Golên Agri 1970 Sporê di deqîqeya 11'an de Mesih Kayabaş, 20'î de Muhammet Furkan Kiliç, 50'î de Kerem Yaşa û 53'yan de Tayfun Çulha avêt. Tekane gola Petrolsporê Furkan Ruzgar deqîqeya 22'yan de avêt.
Kahtayê Adana Demirspor têk bir
Tîma bajarê Semsûrê Kahta 02 Sporê jî tîma Adana Demirsporê kir mêvan û bi 2-1 bi ser ket. Golên Kahtayê Hayri Kicikoglu di deqîqeya 12'an de û Omer Akar jî di deqîqeya 86'an de avêt. Tekane gola Adana Demirsoprê Salih Kavrazli di deqîqeya 90'î de avêt. Bi vê encamê Kahta 02 Spor derkat Dora 3'yan.

SIBÊ: MAÇÊN TÎMÊN BAJARÊN KURDAN
Sibê û du sibê maçên kûpayê ji bo Dora 2'yan didomin. Di maçên sibê de çend maçên tîmên bajarên kurdan jî hene.
Bernameya sibê ji bo van tîman bi vî rengî ye:
Saet 14.30:
- Muş 1984 - Mazidagi Spor
- Dêrsim - Şanliurfa
- Kahramanmaraş - Karaman spor
- Yeşilyurt Belediye - Adara 1954 spor
Saet 15.00
- Silifke Belediye - Kahramanmaraş Îstîklal
Saet 18,00
- Elazig - 12 Bingol spor
Saet 19.00
- 24 Erzîncan - 1926 Bulancakspor
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Mûş, Dêrsim, Yeşîlyurt, Şanliurfa, Kahta û Kahramanmaraş bi ser ketin
- Bingol Spor û Karakopru Spor bi ser ketin
- 19 tîmên bajarên kurdan dilîzin


