Diyarname
Klûba Amedsporê 18'ê mehê li ÇandAmedê Kongreya Xwe ya Awarte li dar xist. Parêzer Nahît Eren ji bo Serokatiya Amedsporê hat hilbijartin.
9'emîn Kongreya awarte ya klûbê bi beşdariya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, endamên saziyên sivîl û endamên Klûba Amedsporê li dar ket. Yek lîste ji bo hilbijartinê hatibû amadekirin û ew dan dengdanê.
6 XALÊN EREN'Î ANÎN ZIMAN
Serokê Baroya Amedê yê berê, parêzer Nahit Eren ji bo serokatiya klûbê hat hilbijartin.
Eren di kongreyê de 6 xal wekî vizyon pêşkêş kirin. Eren ji bo vê wisa got
1- Nasnameya Amedsporê: Misyona tîma gel, dengê gel û heyecana gel bidomîne.
2- Alîgir: Alîgirên Amedsporê ne tenê parçeyeke trîbunê, ew wergerê hestê gel in.
3- Vîzyona Sportîf: Bi futbola hemdem, pergala bi dîsîplîn, firsendayîna ji bo ciwanan hedefa me serketin e. Di kurtedemê de hedef şampiyonî ye.
4- Sazîbûn: Ligel rêveberiyên herêmî emê saziyeke xurt ava bikin.
5- Binezasî û futbola jinan: Emê cih ji bo ciwan û jinan vekin, emê binesaziyê xurt bikin. Emê girîngî bidin tîma jinan a fûtbolê.
6- Ragihandin: Amedspor wê hesta dengê gel û nirxê herêmê bidomîne.
'EM HER LI CEM AMEDSPORÊ BÛN'
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî di kongreyê de axivî, piştgiriya xwe ya ji bo tîmê nîşan da. Bucakî got ku berî kongre çêbe bi têra xwe îştîşare nehatiye kirin, gel piştgiriya gel tê xwestin divê guh bidin gel û got, "Divê têgihîştina rêveberiyê ji zemîna demokratîk û nêzîkatiya guhdana dengê gel dûr nekeve. Tevî xerabûnên mezin û mercên madî yên kêm, ên ku di 18 mehên dema wan a wezîfeyê de pê re rû bi rû mane jî me li cem Amedsporê cih girt û piştgirî da."
Piştî axaftina lîste hat dengdanê û Eren ji bo serokatiyê hat hilbijartin. Ev kes jî ji bo lijneya rêveberiyê hatin hilbijartin: Şeyda Arslantaş, Erdal Avşar, Şengul Saruhanoglu, Vevdeddin Erbeyi, Emel İzgi Demir, Servet Vural, Dilan Yumlu, Kamuran Azizoglu, Laleş Ertugrul UYsal, Nimet Taş, Semra Arslan, Abdulmuttalip Sumbul, Nedim Şimşek, Nedim Dalga, Nihat Salmiş, Serhat Demir, Nevzat Günay, Umut Gunel, Adnan Zengin.
NIHAT EREN KÎ YE?
Parêzer Nihat Eren di sala 1978'an de li Pasûra Amedê hatiye dinê. Sala 2000'î Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê temam kiriye.
Ji sala 2002'yan ve di beşên cuda yên Baroya Amedê de peywir girtiye ser milên xwe. Di sala 2021'ê de ji bo Serokatiya Baroya Amedê hat hilbijartin, du salan serokatiya xwe dom kir. Niha jî ji bo Serokatiya Klûba Amedê hat hilbijartin.


