logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Derhêner Emîn Alper li Berlinayê ji bo Rojava, Demirtaş, Kavala, Îmamoglu û yên din got: Hûn ne bi tanê ne

  • Dîrok: 21/02/2026
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Derhêner Emin Alpar li Festîvala Berlînayê "Xelata Hirça Zîvîn" girt û di axaftina xwe de got, "Berxwedana li Îranê, filistîniyên li Xezayê di nav mercên dijwar de dijîn hûn ne bitenê ne. Li Rojava û li Rojhilata Navîn kurdên hema beje esrekê ne ji bo mafên xwe têdikoşin hûn ne bi tenê ne. Û gelê min tu ne bi tenê yî. Hevalên min, Çigdem ku çar sal e girtî ye. Tayfun, Can û Mine. Osman Kavalayê heşt sal in girtî ye. Selahattin Demirtaşê neh sal in girtî ye. Ekrem Îmamoglu û hemû şaredarên din ku niha girtî ne. Û bi mîlyonan kesên deng dane wan. Hûn ne bi tenê ne. Hûnê bi tenê neminin."

Vê êvarê li 76'emîn Festîva Fîlman a Berlînê Berlînaleyê merasima xelatdayînê hebû. Derhêner Wim Wenders serokatiya juriyê dikir. Juriyê fîlmên serketî diyar kirin.

Derhêner Emin Alper bi fîlmê xwe "Kurtuluş" li festîvalê di Beşa Pêşbaziya Sereke de bû. Fîlmî Xelata Mezin a Juriyê Hirça Zîvîn girt. Alper ji bo girtina xelatê derket ser dikê û got, "Fîlmê me der barê kesên sûcên mezin kirine de ye. Di temamê kişandina fîlm de min kur ku wan fêm bikim. Di heman demê de min kir ku kesên li jiyanê mane fêm bikim. Ez li ser wan gelek fikirîm û yek ji tiştê ez hîn bûm jî ev bû: Cureya tenêtiya herî mezin dema mirov êşê dikişine bi tenê be. Dema hûn mafên xwe roj bi roj ji dest didin, bi guleyên ku bi baca we hatine girtin li we didin, dema we wekî mirov jî nahesibînin û bombeyan bi ser we de dibarînin, di wan kêliyan de hûn bi temamî bi tenê ne. Dema hûn dibinin kes we tiştekî nahesibîne û li ser we nafikire, hûn însanên herî bi tenê yên dinyayê ne. Loma jî tiştê li vê derê em bikin em vê bêdengiyê xira bikin û em bibîra wan bixin ku ew ne bi tenê ne." Alper piştî van gotinan ew nav rêz kirin û gotin "Hûn ne bi tenê ne."

Her wiha derhêner Alperî sipasiya Berlînaleyê û endamên juriyê jî kir û got, "Ev xelat ji bo min rûmeteke mezin e. Ez bipasiya sazkarên xwe, lîstikvanên xwe yên harikulade, hemû koma me û sipasiya kesên piştgirî daye vî fîlmî dikim."

Li aliyê din di festîvalê de derhêner îlker Çatak jî bi fîlmê xwe "Sari Zarflar" di beşa pêşbaziyê de bû. Çatak xelata mezin "Xelata Hirça Zêrîn" girt. Çatak jî dema xelat girt got Wenders yek ji mamosteyên min e û got, "Tiştek gelek balkêş e ez vê xelatê ji destê te digirim."

Xelatên din jî bi vî rengî hatin belavkirin:
- Xelata Taybet a Juriyê Hirça Zîvîn: "Queen at Sea"/ Derhêner Lance Hammer.
- Xelata Hirça Zîvîn a Derhênerê Serketî:  Derhêner Grant Gee (bi fîlmê "Everybody Digs Bill Evans").
- Xelata Lîstikvana Serketî: Sandra Huller (bi rola di fîlmê Rose de)
- Xelata Lîstikvana Duyemîn: Anna Calder-Marshall û Tom Courtenay (bi rola di fîlmê Queen at Sea de)
- Xelata Senaryoya Serketî: Genevieve Dulude-de Celles  (fîlmê Nina Roza)
- Belgefîlmê Herî Serketî: “If Pigeons Turned to Gold”, derhêner Pepa Lubojacki
- Ji bo belgefîlm Xelata Mansiyonê: “Tutu” derhêner Sam Pollard; 
“Sometimes I Imagine Them All at a Party” derhêner Daniela Magnani Huller
- Kurtefîlmê Herî Serketî, Xelata Hirça Zêrîn: “Someday a Child”, derhêner Marie-Rose Osta
- Kurtefîlmê Herî Serketî, Xelata Hirça Zîvîn: “A Woman’s Place is Everywhere”, derhêner Fanny Texier
 


Derhêner Îlker Çatak bi fîlmê xwe "Sari Zarflar" bi ser ket./  Foto Ebrahim Noroozi / AP Photo/




Derhêner Emîn Alper bi fîlmê xwe "Kurtuluş" xelat girt./ Foto: Christoph Soeder / dpa /

**

"Kurtuluş"
Fîlmê derhêner Alper ê bi navê "Kurtuluş" li navbera Batman û Mêrdînê derbas dibe. Fîlm pevçûna di navbera eşîra Hazeran ku cerdevan in û eşîra Beraziyan ku piştî salan vedigerin gundê xwe yê ku ji mecbûrî berê koçkiribûn. Fîlm li gundê Kirkat a Batmanê û Killît a Mêrdînê derbas dibe.
Di fîlm de piranî lîstikvanên kurd dilîzin. Caner Cindoruk, Berkay Ateş, Feyyaz Duman, Naz Goktan, Ozlem Taş, Eren Demir, Selim Akgul, Hichi Demi û Nazmi Karaman serlîstikvanên fîlm in.
 

**

"Sarı Zarflar" 
Di fîlmê derhêner Çatak "Sari Zarflar" de lîstikvan 
Ozgu Namal, Tansu Biçer, İpek Bilgin û Leyla Smyrna dilîzin. Derya û Azîz ku malbateke hunermend in û li Enqereyê dijîn piştî promiyera lîstika nû bûyer bi ser wan de tên. Ew kar û mala xwe ji dest didin, ligel keça xwe Ezgî ya 13 salî koçî Stenbolê dikin.

 

***

Nûçeya Eleqedar:

- Fîlmên Berlînaleyê eşkere bûn

 

 

 

**

KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Hebûna Hayat TV yek ji pîvanên demokrasiyê ye'

ad

Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"

ad

Ji 15 hezar mamosteyan tenê 6 bo kurdî ne

ad

'Seberg', 'Nuh Tepesi' û yên din

ad

Kurd di nava şerê rejîma Sûriye û muxalîfan de man

ad

Di 'Xetaya Pergalê' de belgefîlmên kurdan hene

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname