logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan
  2. Notên ji Sempozyûma Kurdî
  3. Meseleya Mem Ararat û Kom Muzîkê, kî, çi got?
  4. 3 rojên dawiya hefteyê, çi li ku heye?
  5. 'Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin'
news-details

Meseleya Mem Ararat û Kom Muzîkê, kî, çi got?

  • Dîrok: 17/05/2026
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Di destpêka hunerî de albumên hunermend Mem Ararat ji Kom Muzîkê derdiketin. Paşê ew ji wir veqetiya. Û niha jî Mem Ararat dixwaze mafê telîfê albumên wî yên di destê Komê de ne bidin wî. Ev demek e nîqaş di navbera her du aliyan de didome lê pirsgirêk çareser nebûye.
Li ser vê, parêzerê Mem Ararat parêzer û nivîskar Şêxo Fîlîk roja 15'ê gulanê li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyeke berfireh belav kir. Mem Ararat jî vîdeoyek li ser vê meseleyê belav kiribû.
Îro, yanê 17'ê mehê jî Kom Muzîkê daxuyaniyeke nivîskî ji bo çapemenî şand û li ser hesabê xwe jî belav kir. Li aliyê din
Emê niha cih bidin her duyan.

DAXUYANIYA ALIYÊ MEM ARARAT
Şêxo Fîlîk di daxuyaniya bi gotina "Birêz rayedarên Kom Muzîkê"* dest pê kiriye de dibêje, "2 albumên (15 berhem) Mem Ararat ên ji sala 2014'an vir de her cude bikaranîna wan di destê Kom Muzîkê de ne, ji bo dewrê mafê wan 5 caran bi telefonê me ligel Kom Muzîkê xeber daye. Di hevdîtina yekê de min gotiye ez wekîlê Ararat im, hem jî dostê wî yê nêz im, lewma ez amade me her cure teklîfê (pêşniyar)w-- pêşkêş bikim, yan jî teklîfa ku bê qebûl bikim."
Fîlîk dibêje di hevdîtineke din de Komê pirsiye "Çima Mem Ararat bi xwe nagere?" û dibêje, "Min jî ji we re gotiye di vî warî de hunermend gelek caran ligel we axiviye, ji tu hevdîtinê encam derneketiye, jê wêdetir her hevdîtin her çûye ber bi xirecirê çûye, gotine 'emê hivdîtinê bikin û li we vegerin' lê venegeriyane."

Parêzer Şêxo Fîlîk dibêje rêya hevdîtinê ligel saziyê xira bûye, bi ser hevdîtinê re meh derbas bûne lê veger çênebûye. Fîlîk wisa dibêje, "Saziyê îma kiriye ku di destê wan de peyman heye, dixwazin serî li ku derê bidin bila bidin" û van lê zede dike, "Ji alî me ve mesele fesihkirina peymanê ba, me yê serî li vê rêya dostane neda, me yê bi rêya notê serî li hiqûqê bida û peyman fesih bikira. Ji bo ku berî dadgehê em rêyên wijdanî bikar bînin, me serî li vê rêyê daye."

DAXUYANIYA KOM MUZÎKÊ
Kom Muzîkê di daxuyaniya belav kiriye de gotiye, "Li ser hinek nîqaşên ku di van rojên dawîn de ji aliyê Mem Ararat û Şêxo Fîlîk ve bi parvekirinên di medyaya dîjîtal de hatine destpêkirin û tê de behsa saziya me jî tê kirin, me pêdivî pê dît ku em daxuyaniyeke kurt di çarçoveya prensîbên xwe de bidin."
Kom Muzîkê gotiye "Ji dema ku me di sala 1997’an de dest bi xebatên xwe yên çêkeriyê kiriye vir ve, me bi xwebexşî, dilsozî û xebata hevalên xwe yên kedkar a di demên dijwar de û bi berhemên hevrêyên xwe yên hunermend ên wêrek, xebatên xwe ava kir. Heta ku ev xwebexşî û dilsozî bidome, em ê her û her he bin" û wiha dom kiriye, "Ji roja pêşîn ve, polîtîkaya me ya çêkeriyê û hilberînê di çarçoveya berjewendiyên aborî yan jî çanda populer de nebûye; me hilberîneke alternatîf a ku xwe ji rehên xwe xwedî dike ji xwe re kiriye navend. Herî zêde jî ji ber van sedeman em dixwazin bibêjin ku; saziya me, heta îro jî, helwesteke ku keda tu hunermendekî/ê ku bi wan re xebitiye bênirx bike, îtîbara wî/ê ya takekesî ji xwe re bike armanc an jî hilberîna wî/ê ya hunerî biçûk bixîne, nîşan nedaye. Her wekî ku em nîqaşên li ser bingeha îthaman rast nabînin; em di wê baweriyê de ne ku dezenformasyona ku hatiye çêkirin ji bo diyalogeke berhemdar zemînekê naafirîne. Ya girîng ew e ku tevahiya hilberînên hunerî, têkiliyên kedê, xebatên çapemenî û weşangeriyê û meseleyên mafan di çarçoveyeke rast de werin nirxandin."

Kom dibêje, "Der barê mijara navborî de jî saziya me beriya niha gelek caran hewl daye ku zemîneke hevdîtinê biafirîne. Hatiye gotin ku mijar divê bi rêya diyalogê, di çarçoveya heq, hiqûq û kedê de bê nirxandin. Ligel vê yekê jî, di daxuyaniyên li ser medyaya dîjîtal de, hatiye gotin ku saziya me hêvî û daxwazên muxatabên xwe li ber çavan negirtine. Ev daxuyanîyên tên dayîn ne rast in. Ji destpêkê ve em vê yekê dibêjin û diparêzin; divê em bi dilmayînên takekesî û bi şîroveyên li ser medyaya dîjîtal tevnegerin; bi berpirsiyariyên dualî tevbigerin" û wiha didomîne, "Di daxuyaniyên ku hatine dayîn de, diyar e ku mafên fonograman bêyî ku tu rêgez û çarçove li ber çavan bên girtin, tên xwestin. Lê ev maf bi tenê bi daxuyaniyên takekesî na, di heman demê de divê di çarçoveya zagon û prosedurên heyî de bên nirxandin. Hebûna mafekî, çarçoveya wî mafî û dewra wî bi daxuyaniyên yekalî diyar nabin; bi belgeyên şênber û li ser zemîneke gotûbêjê tên diyarkirin. Tiştê ku balê dikişîne ev e: Ji aliyekî ve ji bo çareseriya pirsgirêkê bangê li raya giştî dikin, ji aliyê din ve jî bêyî ku tu muzakereyekê bikin an jî doza lihevkirinê bikin, bê şert û merc doza dewrê dikin. Em dibînin ku di navbera van her du seknan de nakokî hene. Ligel ku em ne alîgirên înkarkirina mafan û berheman in, em bendewariya ji saziya me ya yekalî ya ku bêyî tu şert û mercan dewr bê kirin jî maqûl nabînin."

Kom Muzîkê di dawiyê de wisa gotiye, "Her wekî ku heta niha em tevgeriyane, ji niha şûnde jî em alîgirên nêzikatiyeke dualî ya di çarçoveya etîk û sazîbûnê de ne. Ji ber vê yekê, di dewsa tawanbariyan de; em banga xwe dubare dikin ku em bikevin nava diyalogeke çêker a ku tê de belge û daxwaz bi hev re bên nirxandin."

MEM ARARAT KÎ YE?
Hunermend Mem Ararat di sala 1981'ê de li Dêrikê hatiye dinê. Ararat di sala 2013'an de albuma xwe ya yekê bi navê "Quling Ewr û Baran" ji Kom Muzîkê derxist. Paşê di sala 2016'an de albuma duyem "Kurdîka" ji Kom Muzîkê derxist. Piştî vê Ararat kompaniya xwe bi navê Zîz Muzîk vekir û albumên xwe "Xewna Bajarekî" (2018), "Niştiman" (2019), "Pesna Evînê" (2020) û "Nefel" (2022) derxistin. 
Ararat heta niha "Pîvok" (single) û gelek video klip amade kirin. 
Ji bilî van albuman, Ararat helbestên xwe bi navê "Quling Ewr û Ba" wekî pirtûk ji Weşanên Zîz çap kir.

DER BARÊ KOM MUZÎKÊ DE
Kom Muzîk wekî saziyeke nêzî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di salên 90'î de dest bixebatan kir û sala 1997'an bi awayekî fermî vebû. Komê pêşî albumên komên NÇM'ê wekî Koma Çiya, Koma Rojhilat, Koma Agirê Jiyan, Koma Amed, Koma Azad û hwd. derxistin. Ji bilî van albumên Aramê Tîgran, Karapêtê Xaço, Dilovan, arşîva Mihemed Şêxo, albumên Xelîl Xemgîn, Diyar û hwd. derxistin û belav kirin. Wana salan Kom gelek navdar bû û gelek hunermendî dixwestin albumên wan ji wir derên. 
Piştî ku qada dîjîtal berfirehtir bû, piştî kanalên wekî Youtube û yên din zêdetir bûn, hunermendan vê carê li ser navê xwe album derxistin û li van qadên dîjîtal belav kirin.

HER DU ALBUMÊN MESELEYA MIJARÊ NE
Albuma Mem Ararat "Quling, ewr û baran" ji Komê derket, dûre "Kurdîka" derket. Di albuma "Qulind, ew û baran" de ev stran hene, "Quling Ewr û Baran",  "Bîranîn", "Dil Şkestî", "Evîna Bîharê", "Evîna Mem", "Dil Disoje", "Kulîlk" û "Strana Bê Dengiya Dayîka Min". Di albuma "Kurdîka" de jî ev stran hene, "Gazin", "Xatirxwestin", "Heyv", "Zana û Andok", "Payîz", "Hêvî", "Evîna Du çiyayan", "Straneke din", "Hawara Kobanî"

 

*Not: Agahiya ku Şêxî Fîlîk belav kiribû bi tirkî bû, me kurteya wê neqand û wergerand. 

Parve Bike

Youtube Me

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 17 05 2026

Notên ji Sempozyûma Kurdî

news
  • 17 05 2026

Meseleya Mem Ararat û Kom Muzîkê, kî, çi got?

news
  • 16 05 2026

'Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin'

news
  • 15 05 2026

Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan

news
  • 15 05 2026

Çewlig de Komeleya Ziwanî hamî akerdişî

news
  • 15 05 2026

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê; li hev kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

KNK'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

ad

Fazil Say di du waran de ji bo "Xelatên Muzîka Klasîk a Alman" berendam e

ad

Todd Boehly ku Chelsea kirî, wekî din xwedî çi klûban e?

ad

'Stranên Jiyanê'

ad

Qeymeqamiya Cizîrê lîstika Mem û Zînê qedexe kir

ad

Li Geverê polîsan 2 kes kuştin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan

  • 15 05 2026
news

Notên ji Sempozyûma Kurdî

  • 17 05 2026
news

Meseleya Mem Ararat û Kom Muzîkê, kî, çi got?

  • 17 05 2026
news

3 rojên dawiya hefteyê, çi li ku heye?

  • 15 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname