Diyarname
Di warê Xelata Oscarê ya Fîlmê Biyanî de, ji bo pêşberendamtî navê 9 fîlman hat eşkerekirin.
85'emîn Xelatên Oscarê dê roja 24'ê rêbendamê bi merasimeke bêne belavkirin. Ji niha de fîlmên berendam têne diyarkirin. Di warê Fîlmê Biyanî de 9 fîlmên ji bo pêşberendamtî hatin eşkerekirin. Di dengdaneke du tûran de dê ev hejmar dakeve 5'an û ji van jî yek dê xelata Oscarê bigire.
Di nav van fîlman de fîlmê Michael Haneke "Amour" ku li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû, dîsa fîlmê Cristian Mungiu "Beyong The Hills" jî heye ku di gelek fîlman de xelat girtibû. Her wiha "The Intouchables" ku li Fransayê gelek lê hat temaşekirin jî heye.
Vaye 9 fîlmên ku wekî pêşberendamên Oscarê hatine diyarkirin:
- "Amour" Michael Haneke, Avusturya
- "War Witch" Kim Nguyen, Kanada
- "No" Pablo Larraín, Şili
- "A Royal Affair," Nikolaj Arcel, Danimarka
- "The Intouchables" Olivier Nakache û Eric Toledano, Fransa
- "The Deep" Baltasar Kormákur, Îzlanda
- "Kon-Tiki" Joachim Rønning û Espen Sandberg, Norwec
- "Beyond the Hills" Cristian Mungiu, Romanya
- "Sister" Ursula Meier, İsviçre


