Diyarname
Di vê meha dawî ya sala 2012’yan de Weşanên Lîsê pirtûkek din weşand. Pirtûka helbestan a Halil Dag, “Mezrecelîl” ji Weşanên Lîs derket.
“Mezrecelîl”a ku yekem pirtûka helbestan a helbestkar Halil Dag e, bîst û şeş helbestan li xwe digire, yên ku bi hemû awayên xwe ve bi xwendevanên bîrtûj didine zanîn ku helbest û helbestnivîsîn girîng e. Lê her wiha girîng e ku ji nava refên şoreşa Kurdistanê dengên mîna Halil Dag, Mahir Bagok û Mahsûm Nisêbînî, çi helbest, çi kurteçîrok, çi roman, çi lêkolîn, çi jî rexne, bi afirandina wêjeyî rabin û bibêjin:
Helbestkarê ciwan Halil Dag bi pirtûka xwe ya pêşîn ve, bi pirseke dijwar li pêşberî xwendevanan radiweste. Mezrecelîl çi ye, li ku ye, mirov çawa dikare biçe wir? Û Dag bi rêzikeke Mezrecelîlê ve pirsan li pirsan zêde dike: “Kî dikare bi riyeke deynkirî dest bi rêwitiyê bike?” Nexasim ku ev rêwîtî rêwîtiya ber bi Mezrecelîlê ve be! Pirsên Halil Dag di heman katê de bersiv in jî.
Rêwîtiya ber bi Mezrecelîlê ve rêwîtiya ber bi dinyayeke helbestî ve ye û ne bi bedena xwe, lê bi tenê bi giyanê xwe mirov dikare bigihîje wir. Riyeke dijwar e riya ber bi wir ve û rêwîtiyeke dijwar, lêbelê heke mirov bikaribe bi hêmayên Mezrecelîlê xwe bigihîne wir, ev ê kêfxweşiyeke bêhampa jî be.
Halîl Dag kî ye?
Nivîskarê Mezrecelîlê, Halil Dag, di sala 1974’an de, li Amedê ji dayik bûye. Piştî kar û xebatên siyasî hatiye girtin û cezayê muebedê xwariye. Dag li jêr şert û mercên dijwar jî pêwendiya xwe ya bi wêjeyê re nebiriye û li bendîxaneyê jî xebatên xwe berdewam dike
Mezrecelîl / Halil Dag / Helbest / 80 rûpel /Sermawez 2012