Diyarname
Sînemahezên Stenbolê ji bo Salona Sînemayê Emek a dîrokî neyê xirakirin heta niha gelek caran çalakî lidar xistibûn, niha ji ber ku biryar hatiye dayîn ku dê salon bê xirakirin sînemager careke din dest bi çalakiyê dikin.
Çalakvan roja 16'ê mehê saet 19.00'an de dê li Serê Kuçeya Yeşîlçamê bên ba hev û diruşma "Emek a me ye, Stenbolê ê me ye" biqîrin.


