Diyarname
Diyarbakirspor di sala 1968'an de hat avakirin. Ji wê rojê ve gelek caran derket Lîga Super lê di van salên dawî de her ku çû bê xwedî ma û ber bi têkçûnê ve çû. Tîm îsal di Lîga 3'yem Koma 3'yem de dilîst. Tîma Diyarbakirspor herî dawî ji ber bêderfetî nekarî here maça Kocaelispor. Tîm ji ber ku îsal careke din jî neçûnû deplasmanê, li gor rêgezên federasyonê tîmek du caran dernekeve maçan ji lîgê dikeve. Biryara vê yekê Federasyona Fûtbolê dide. Federasyon rêgezên xwe bîne cih dê mecbûr bimîne tîma Diyarbakirspor bişîne lîgeke jêrîn. Piştî 45 salan tîma Diyarbakirspor dê di lîga amator de bilîze.


