Diyarname
13’yemîn Bienala Stenbolê bi rekora Tirkiyeyê bi dawî bû. Binealê 14’ê meha borî dest pê kiribû û 20’ê vê mehê bi dawî bû. Di Bienala ku Weqfa Çand Hunerê ya Stenbolê (İKSV) li dar dixist de kuratoriya wê Fulya Erdemci dikir. Bienal bi sernava “dayê, ez barbar im?” li dar ket û di 5 hefteyên bîenalê de 337 hezar û 429 kes çûn serdana bienalê. Ev yek bû yek ji bienalên li Tirkiyeyê ya ku herî zêde mirov diçin serdana wê.
Bienala Stenbolê li Antrepo no.3, Galata Ozel Rum İlkogretim Okulu, ARTER, SALT Beyoglu û 5533 ya li İMÇ Blok 5’an lidar ket. 88 hunermend û koman pêşangeh vekirin.
Bienalên Stenbolê her sal her ku diçe zêdetir temaşevanan dikişîne cem xwe. Di sala 2005’an (bienala 9’an) de 51 hezar, ya 10’an de (sal 2007) 91 hezar, ya 11’an (sal 2009) 101 hezar û ya 12’yan (sal 2011) bi giştî 110 hezar kes çûn serdanê. Îsal jî di bienala 13’yan de 337 hezar û 429 kes çûn serdana bienalê. Îsal bienal bê pere bû û vê yekê jî bandor li zêdetir kes çûyîna serdana pêşangehan kir.
International Herald Tribune / New York Times, Wall Street Journal, CNN International (ABD); The Guardian, BBC (Îngilistan); Frankfurter Allgemeine Zeitung, Tageszeitung, Tagesspiegel (Almanya); Il Sole 24 Ore, La Repubblica, Il Manifesto (Îtalya); El Pais, El Mundo (Spanya), Le Monde, Liberation (Fransa), Folha de Sao Paulo (Brezîlya) jî di nav de gelek rojname û televîzyonên dinyayê li ser bienalê nûçe saz kirin. Li gor agahiên amadekarên bienalê bi ser 550’î de nûçe li ser bienalê hatine çêkirin.
Foto: Ji pêşangeha Şener Ozmen


