Diyarname
Weşanxaneyek tenê 4000 hezar heb pirtûk weşand û ji bo 4000'emîn pirtûka xwe kokteyleke li dar xist.
Gelo mirov hemû pirtûkên kurdan bidin ser hev dê çend heb bin? Bi taybetî em li rewşa Bakur binêrin. Herhal em hemû pirtûkên ku li Bakur derketine bigirin dest belkî 4 hezar heb tune bin. Lê li Tirkiyeyê, tenê Weşanxaneya YKY (Yapi Kredi Yayinlari) 4 hezar heb pirtûk weşandin.
Weşanxaneyê pirtûka Yaşar Kemal "Çocuklar İnsandir" (Zarok însan in) wekî 4000'emîn pirtûka xwe derxist.
Pirtûk, serdema şer, birçîtî û feqîriya serdemekê ya Tirkiyeyê bi ser milê mirovên biçûk re nîşan dide. Di pirtûkê de hevpeyvînên Yaşar Kemal ên di salên 70'yan de kirine û berê di rojnameya Cumhuriyetê de hatine weşandin cih digirin.
Weşanxane ku gihîşt 4 hezaremîn pirtûka xwe, di warê firotinê de jî xwedî bazareke gelek mezin e. YKY'ê tenê di sala 2013'yan de 2 mîlyon hebî zêdetir pirtûk firotine.
Weşanxaneyê bi beşdariya Yaşar Kemal, Orhan Pamuk, nivîskar û wergerên xwe kokteyleke ji bo 4000'emîn pirtûkê lidar xist.
Weşanxaneya YKY di sala 1992'yan de hatiye avakirin. Lê weşanxane li ser mîrateya kovara Dogan Kardeş ku di sala 1945'a de dest bi weşanê kiribû dest pê kiriye.


