TIL KOÇER
Berdevkê Hikumeta Kantona Cizîrê Ciwan Mihemed da zanîn ku di encamê hevdîtinên wan ên bi Hikumeta Iraqê re peymanek mor kirine ku deriyê Til Koçer ê di navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê de bi awayekî fermî bê vekirin.
Li gorî vê peymanê wê destpêkê alavên rojane yên jiyanî di derî de derbas bibin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya “Operasyona Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa” ku di 23’yê kewçêra 2013'yan de li herêma Til Koçer li dijî komên çete dabû destpêkirin, di 26'ê kewçêrê de Deriyê Sînor ê Til Koçer bidest xistibû.
Rayedarên hikumeta Kantona Cizîrê, di 12'ê reşemiya 2014'an de de dest bi yekemîn serdana xwe ya derveyî welat kiribûn û li Herêma Kurdistana Federal, piştre jî li Bexdayê dest bi danûstandinan kiribû.
Kantona Cizîrê di 21'ê rêbendanê de hat îlankirin. Kantona ji sê zimanên fermî, ji serokek, du alîkarên wî, 22 wezîr û meclisek ji 101 kursiyî pêk tê. Di 27'ê rêbendanê de li Kobanê û di 29'ê rêbendanê de jî li Efrînê rêveberiya xweseriya demokratîk hatibû îlankirin.
PDK ya Mesûd Barzanî ne di nav de, ji aliyê hemû partiyên Başûrê Kurdistanê ve ev rêveberî hat naskirin. Di serê van partiyên nas dikin de hevparê hikûmeta Hewlêrê YNK û partiya herî mezin a mûxalefetê Tevgera Goran hene.
Ger di kêliya dawî de pirsgirêk dernekeve nava vê hefteyê Deriyê Til Koçer bi awayekî fermî dê vebe. Pêre jî tê hêvîkirin ku rewşa gelê rojavayê Kurdistanê hinek din baştir bibe.


