logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Li dijî xendek protestoya 'bê al': 10 kon hatin vedan

Li dijî xendekên li navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê tên kolandin, bi hezaran kesên ji Kantona Cizîrê îro li ser sîno

  • Dîrok: 17/04/2014
  • Beş: Nûçe

DÊRIK

Li dijî xendekên li navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê tên kolandin, bi hezaran kesên ji Kantona Cizîrê îro li ser sînor çalakiya protestoyî pêk anîn. Çalakgeran li qadê tu al hilnedan, bi bêrên di destê xwe de ax avêtin nav xendek û dest bi nobedê kirin. Çalakgeran ji bo nobedê 10 kon vedan.

Li gel baranê jî, bi hezaran kes ji Hesekê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê û Girkê Legê bi hezaran kes ketin ser rêya Dêrikê. Rojavayî xendekên tên kolandin û bersiva pêşmergeyan a bi dijwarî li nerazîbûnên demokratîk ên li hemberî van xendekan, protesto dikin.

Yên li nêzî xeta sînor bi peya, yên dûr jî bi konvoyê ketin ser rêya qada çalakiyê. Dowîzên bi nivîsa "Xwîn yek e, can yek e xiyanet neke" û "Kurdistan yek e, perçe neke" yên di destê çalakgerên li navenda bajarê Dêrikê bal kişandin.

Bi hezaran kesên li gundê Xana Serê ya 7 km dûrî Dêrikê gihaştin hev, danê nîvro ji vê derê bi konvoyê ket ser rêya Gundê Girê Sor ê li ser sînor. Girê Sor li cihê xendek lê tê kolandin e. Li pêşberî wê jî gundê Sihêla yê li Başûrê Kurdistanê heye. Xendek di navbera her du gundan de tên kolandin.

BÊ AL HATIN

Nûçegîhanê ANF'ê yê li qadê ragihandin ku çalakger saet li dora 12:40'î bi bêr û konên li gel xwe, hatin cihê çalakiyê. Nûçegîhan ku li aliyê Başûrê Kurdistanê hejmara pêşmergeyan a li xeta xendek hatiye zêdekirin, çekên giran hatine bicihkirin û du kon hatine vedan. 

Balkêş bû ku girseya gel tu al bi xwe re neanî. Çalakgeran bi vê yekê re peyam dan, ku berevajî îdîaya medya PDK'ê, nerazîbûna li xendekan ne nerazîbûna partiyekê (PYD) ye, nerazîbûna gelê Rojava ye. Di çalakiya li ser banga Însiyatîfa Gel a Rojava hat lidarxistin de, li gorî dema herêmê saet li dora 13:30 Rêveberiya Kantona Cizîrê daxuyaniyek da çapemeniyê.

BI BÊRAN AX AVÊTIN NAVA XENDEK

Di dema dayîna daxuyaniyê ji bo çapemeniyê de Wezîrê Parastinê Abdulkerîm Sarûxan, alîkarê wî yê Suryanî Heblehed Gewriye, Serokê Meclîsa Qanûnsaz Mûhammed Abbas û Endamê Dîwana Meclîsa Qanûnsaz Abdulkerîm Feko amade bûn. Wezîrê Parastinê Sarûxan daxuyanî da û got, "Di vê pêvajoya hesas de di şûna ku birayên me alîkariyê bidin me de, polîtîkayên dijber dimeşînin." Wezîr got, "Diviyabû (Rêveberiya Hewlêrê) nebûya aliyekî ambaroya li ser Rojava. Em weke Wezareta Parastinê ya Kantona Cizîrê, ji bo rakirina vê ambargoyê emê hemû derfetên xwe bikar bînin."

Dûre çalakiyên bêr pê re hebûn bi bêran, yên bêr nebûn bi kulman bi awayekî sembolîk ax avêtin nava xendekê û hewl dan dagirin. Li aliyê din ê xendek jî pêşmerge bi çoyên di destê xwe de radiwestiyan.

10 KON HATIN VEDAN

Piştî çalakiya du saetan a li ser sînor girseya gel belav bû. Hat ragihandin ku komeke ji zêdeyî 100 kesan wê li qadê nobedê bigire. Bi vê armancê 10 kon hatin vedan. Hat hînbûn ku her roj ji bajarekî herêma Cizîrê wê komek çalakiya nobedê dewir bigire.

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bakur

ad

'Her ku em peyvikekê winda dikin em tanqekî teslîmî dijmin dikin'

ad

Klîba Hefteyê "Leyla"

ad

Messi rey 7'inan xelatey 'Goga Zêrîne' girot

ad

4 nivîsên nû

ad

Li Bienala Venice tabloyên kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname