logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Ji KNK'ê banga xwedîderketina li Kobanê

KNK'ê bang li hemû şoreşger-demokrat û welatparêzan kir ku xwedî li Kobanî derkevin.

  • Dîrok: 06/07/2014
  • Beş: Nûçe
BRUKSEL
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li hemû şoreşger-demokrat û welatparêzan kir ku di berxwedana li dijî çeteyên radîkal ên êrîşî kantona Kobanê dikin de cih bigirin û destnîşan kir ku bi êrîşên DAIŞ'ê re ne tenê Kurdistan, gef li tevahiya nirx, pîrozmendî û destketiyên mirovahiyê tê xwarin.

KNK'ê bibîr xist ku piştî dagirkeriya Mûsilê, çeteyên DAIŞ'ê, bi armanca têkbirina Şoreşa Rojavayê-Kurdistanê, êrîşî Kobanê kirin û ragihand êrîşên li dijî Kobanê, di çarçoveya planekî  qirêj û stratejiyek  de dest pê kirin û berdewam dikin. KNK'ê di peyama xwe de destnîşan kir ku aşkera bûye çeteyên DAIŞê, El  Nusra, Liva Tewhîd  û hwd.  ji aliyê hin dewletên herêmê, weke Tirkiyê û hêzên global ve têne destek kirin.

Di peyama KNK'ê de wiha hat gotin: "Çeteyên paramilîter, Rojhilata Navîn jî kirine gola xwînê. Tevî ku bi navê ola Îslamê heqaretê dikin jî  cîhana Îslamî bêdneg e. Tevî ku li dijî mirovahiyê sûc dikin jî cîhana Rojava bêdeng û xemsar e. Ev erê kirina sûcên mirovahiyê ye. Di kesayeta Rojavayê-Kurdistan û Kobanê de, tevahiya  mirovahiyê dibin tehdîdê de ye.  Êdî kes dibin ewlekariyê de nîne û cîhan jî bêdeng e.

Çeteyên DAIŞê, di pêvajoya salvegera  Şoreşa Rojavayê-Kurdistan de êrîşî Kobanê kirin. Tê zanîn, Şoreşa  Rojavayê-Kurdistan, ji bo parastina tevahiya gelan û nirxên mirovahiyê û bi desteka gelên herêmê pêk hat. Êrîşên çeteyên DAIŞê ku di 2'ê Tîrmehê de destpê kirin, li dijî tevahiya gelan, nirx û pîroziyên gelan û destketiyên Kurd û  Kurdistanê ye.  Şerê li Kobanê bûye şerê pêşerojan, şerê azadî, rûmet û namûsê."

Divê her kes di berxwedana li Kobanê de cih bigire

KNK'ê di peyama xwe de diyar kir ku berxwedana li Kobanê 'şerê parastina mirovahiyê ye' û hat destnîşankirin ku xwedîderketina li Kobanê berirsyariyek li pêşberî nirxên însanî û namûsê ye. KNK'ê bi taybetî bang li ciwanên Kurd kir û got, "Li hemberî çeteyên paramilîter, berxwedana dîrokî û cengaweriya destanî şervanên YPG û YPJ jî bi desteka gelên li herêmê bi rûmetdarî  berdewam dike. Şerê li Kobanê, êdî bûye şerê parastina mirovahiyê. Pêwiste her Kurdê ku bi navê welatparêzî, her hêza ku xwe Kurdistanî û pêşengê gelan dibîne, her demokrat û şoreşger, di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, El Nusra, Liva Tewhîd û hwd. de, li Kobanê  cihê xwe bigire.  Ev binbarî û berpirsiyariya neteweyî, rûmet, namûs û baweriya însanî ye.  Pêwîste di serî de ciwanên Kurd, li ku dibin bila bibin  bi hawara Kobanê bibezin."

Berxwedana Kobanê bûye nîşaneya welatparêzî û Kurdîtiyê

Di peyama KNK'ê de berxwedana destanî û dîrokî ya Kurdên li Rojavayê Kurdistanê hat silavkirin û ji hemû Kurd, partî û saziyan xwest, ku li dijî êrîşên DAIŞ'ê li Kobanê cihê xwe bigirin. Di dewama peyama KNK'ê de ev xal hat destnîşankirin: "Pêwîste, kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, partiyên siyasî, sazî û dezgehên civakî yên Kurd, li hemberî banga Rêveberiya Kantona Cizîrê ya seferberiyê bêdeng nemînin. Di şerê rûmet û namûsê de cihê xwe bigirin. Şerê li Kobanê, bûye pîvana welatparêzî û Kurdîtiyê. Divê cîhan jî zanibe ku, li gel nirx û pîroziyên Kurdistanê, destketiyên gelên li Kurdistanê, cîhana îslamî û mirovahî  teva dibin tehlûkeyê de ye.

KNK'ê herî dawî got; "Em, weke KNK'ê,  berxwedana dîrokî û cengaweriya destanî ya hêzên Kurd li Rojavayê-Kurdistan silav dikin. Em bi van hest û baweriyan bang li tevahiya Kurdan, ciwan, jin, partî, rêxistinên cîvakî teva dikin ku, di şerê Kobanê de, li dijî çeteyên DAIŞê cihê xwe bigirin.

Em bang li cîhana Îslamî, Yekitiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, sazî  û dezgehên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê dikin ku, li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê, El Nusra, Lîva Tewhîd û hwd. dengê xwe bilind bikin."

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo Wanê bilêtek bikirin!

ad

2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine

ad

Şanoger Bavê Teyar ê birîndar bûbû canê xwe ji dest da

ad

'Dîwan'a Jan Dost derket

ad

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

ad

NY: Temenê rojnameyên çapkirî 30 sal maye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname