logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Demîrtaş: Ez amade me ligel jinan bi rê ve bibim

Namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ê di civîna KA.DER de bi rêxistinên jinan re hat gel hev, got ku pergala hevse

  • Dîrok: 25/07/2014
  • Beş: Nûçe

STENBOL

Namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ê di civîna KA.DER de bi rêxistinên jinan re hat gel hev, got ku pergala hevserokkomariyê bi awayekî fiilî dikare pêk were û got, "Divê sekretere giştî yê Serokkomariyê jî jin be. Ez amade me bi nûnereke ku rêxistinên jinan wek hevserokkomar hilbijêrin re bixebitim.”

Namzetê Serokkomariyê yê Gelan û Guhertinê Selahattîn Demîrtaş, di civîna KA.DER a Stenbolê de bi nûnerên rêxistinên jinan re hat gel hev.

Civîn li Dedeman Otel ji çapemeniyê re vekirî pêk hat.

Moderatoriya civînê rojnamevan Şîrîn Payzin kir.

Seroka KA.DER Gonul Karahanoglu ku axaftina destpêkê kir, daxwaz û hêviyên xwe yên ji serokkomarê bê hilbijartin re aşkera kirin.

Karahanoglu bendewariyên xwe wiha bi rêz kir,  

"Di tevayî wezîfeyan de divê li gor nûnertiya wekhev û rêgeza cudatiya pozîtîf nêzîkbûn çêbibe.”

Divê rayeya xwe ya derxistina biryarnameya di hukmê qanûnê de bi kar bîne.

Divê destpêkê 'Li welêt aştî li cîhanê aştî’ bigire dest.

Pêwîst e ji bo Wezareta Wekheviya Jin-Zilam bixebite.

Divê ji bo bidawîkirina her cure cudatî û tundiya li hember jinê bixebite.

Ji bo jin di siyasete de bibe xwedî soz, divê bixebite.

Divê di rojên neteweyî û navneteweyî yên wek 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, 25’ê Mijdarê Roja Dawî ya Şideta li Hember Jinê, 5’ê Kanûnê Roja Mafê Hilbijartin û Bijartinê ya Jinan de Meclîsê bi rojeva taybet dawetî civînê bike.”

Piştî Karahanoglu Demîrtaş dest bi axaftinê kir, dema Demîrtaş diaxivî jinan gelek caran ji Demîrtaş re çepik lê dan. Demîrtaş careke din bi bîr xist ku kêmasiya herî mezin a hilbijartina Serokkomariyê ev e ku namzeteke jin tune ye û diyar kir ku di hilbijartina pêşiya me de divê misoger namzeteke jin hebe. Demîrtaş wiha axivî: "Fikra avakirina jiyaneke nû têkoşîna jinê ye, ya em jî guhertin têkoşîna jinê ye.”

'EZ ÎMZE DIAVÊJIM MANÎFESTOYA KA.DER'

Demîrtaş anî ziman ku manifestoya hilbijartinê ya KA.DER îmze dike û bi meclîseke jin a rêxistinên jinan hilbijartiye dikare bixebite. Demîrtaş wiha dewam kir, "Di her mijara têkildarî jinan de dikare pêşniyaran bike. Der barê qanûnan de dikare alîkariyê bide û rexne bike. Wê ji civîna bi MGK’ê re hê qîmetir be.”

Demîrtaş got ku pergala hevserokkomariyê bi awayekî fiilî dikare pêk were û got, "Divê sekreterê giştî yê Serokkomariyê jî jin be. Ez amade me bi nûnereke ku rêxistinên jinan wek hevserokkomar hilbijêrin re amade me bixebitim.”

'EM JIYANEKE NÛ PÊŞKEŞ DIKIN'

Demîrtaş li ser pirsekê da xuyakirin ku belgeya jiyana azad pêşkeşî tevayî gelan dikin û got, "Li ser navê bindestan me jiyaneke nû peşkeş kir. Me avakirina jiyaneke nû ya alîgirê bindest û gelan pêşkeş kir.

Li hember rawestandina şideta li hember jinê jî Demîrtaş wiha axivî: "Helbet ez bi tena xwe nikarim vê pirsgirêkê çareser bikim. Lê bikaranîna wî meqamî ez ê têkoşîn bikim. Têkoşîna li hember şideta li dijî jinê têkoşîneke demdirêj e. Divê zîhniyeta dozger û polîsên dewleta ku ew qanûn derxistine bê guhertin.”

'DER BARÊ BEDENA JINÊ DE GOTIN  A JINÊ YE'

Demîrtaş têkildarî pirsa kurtajê jî got, "Li hember bedena jinê mafê tu otorîteyan nîne. Şermeke ku dewlet vê nîqaş dike. Her tiştên têkildarî bedena jinê, jinê eleqedar dike. Ne mafê hevser, ne bav û ne jî yê Tayyîp Erdogan  di vê mijarê de heye.”  

Demîrtaş der barê pirsa  LGBTÎ'yan jî wiha axivî: “LGBTÎ jî di nav de divê her kes di nav civakê de wek mirov bijîn.”

Demîrtaş li ser pirsa "Hûn ê di tûra duyemîn de çi bikin?” Ev bersiv da, "Eger ji bo tûra duyemîn nemînin, wê partiya me biryar bide. Wê partiya min qet biryara destekkirina tu namzetekî negire. Em ê alternatîfeke çawa pêş bixin wê partiya min nîqaş bike. Em ê biryara wê jî piştî hilbijartinê bidin.”

Demîrtaş got, "Bikaranîna dengan berpirsiyartiyeke. Divê her kes biçe ser sindoqan.”

Demîrtaş der barê ewlekariya sindoqên derveyî welat de jî gumanên xwe anî ziman û wiha axivî "Divê nûnerên me jî di dema neqilkirina sindoqan de amade bin."

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo jinan bankayeke taybet vebû

ad

Sefer Selvî li ser bawernameyê xêz kir

ad

Xêza Sefer Selvî

ad

Klîba Hefteyê: Kobanî

ad

Ji bo avakirina Geverê kampanyaya mezin hat destpêkirin

ad

Lîstikvanên fûtbolê yên kurd ji bo Rojava dilîzin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname