HANA AZAD - HEWLÊR/ROJ NEWS
Endamekî parlamentoya Kurdistanê radigihîne ku parlamentoya Herêma Kurdistanê dikare biryara şandina çekan ji bo Kobanê bide.
Endamê parlamentoya Kurdistanê yê li ser koma YNK’ê Goran Azad ji RojNewsê re diyar kir ku niha ji her demê zêdetir pêwîstiya parlamentoyê bi civînekî taybet heye û wiha got: “Niha ji her demê zêdetir pêwîstiya parlamentoya Kurdistanê bi rûniştinek taybet heye ku li ser Kobanê lidarbixe û helwesta parlamentoyê heta vê derê têrê nake.”
Goran Azad wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Parlamento dikare zextê li hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê bike ku ji bo hêzê bişîne Kobanê.” Goran Azad destnîşan kir ku parlamento dikare biryara şandina çekan a ji bo şervanên YPG’ê bide û wiha got: “Emê di nava çend rojan de bi awayekî fermî daxwaz ji serokotiya parlamentoyê bikin ku civînekê taybet li ser Kobanê encam bide.”
Li gor dîtina çavdêrên siyasî û hinek parlamenteran, heta niha helwesta parlamentoya Kurdistanê li ser Kobanê ne ciddî bû û ji bilî şandina şandekê ji bo Kobanê, ti tiştek din nekiriye.
Komîteyek dê bi Barzanî re bicive
Her wiha endamê Partiya Ayînde ya Kurdistanê diyar kir ku wê nûnerê 35 partiyan li ser rewşa Kobanî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtinê çêkin û ji bo vê yekê komîteyek 7 kesî hatiye avakirin.
Li ser vê yekê endamê Partiya Ayinde ya Kurdistanê Ziryan Ehmed ji bo RojNewsê wisa got: "Kobanî di rewşek pir xeter de ye. Em heya dawî bi Kobanî re ne, çi ji destê me bê emê bikin. Ji bo vê me biryar daye ku ji bo rewşa Kobanî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Parlamanentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mûhemed Sadiq û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan re bicivin. Ji bo vê ew niha li benda bersivê ne.”


