12'yê mehê referandûm heye. Pêdivî BDP'ê bi min nîn e ez wê biparêzim. Jixwe ez tiştek wisa nakim. Ev nivîs bi temamî nivîseke wijdanî ye.
Û dengê wijdanê min e.
Em xal bi xal biçin:
- Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berî referandûmê bi 4-5 rojan di televîzyonekê de wisa got: "Di xala girtina partiyan de, partiya ku her bi girtinê re rû bi rû dimîne jî nehat piştgirî neda xalê."
Kek Mûrad Ciwan* jî di nivîsa xwe de gotibû, "Bi saya guhertinên ku di destûrê de bibin ê hema hema bêîmkan bibe ku partiyên legal bên daxistin. Ji herkesî bêtir kurd mihtacî xwedan hêzeka wiha ne." Û tiştên wisa.
Ezê du xalan pêşkêş bikim:
1- Hevseroka BDP'ê Gultan Kişaanak** wisa dibêje di nûçeyê de: "Em wekî BDP pêşî me îtîrazê şiklê vê xalê kir. Ya yekem ev e: Sedemên ku partiyên siyasî pê bêne girtin nehatine diyarkirin. Em wekî partî me got divê Krîterên Venedîkê di vî warî de bingeh bêne girtin. Ew krîter tenê ji ber şîdet û nijadperestî girtina partiyan qebûl dikin. Ji bilî vê bi tu awayî girtina partiyan qebûl nakin. Lê di guherandina xala ku hatiye çêkirin de tenê ev guhartina hatiye kirin: Biryara girtina partiyan teslîmê meclisê dike. Di vî warî de dema mesele tê ser kurdan partiyên din tên ba hev. Berê jî ev yek hat serê me.
2- Hefteya borî mebûsê BDP'ê Osman Ozçelik li Stenbolê mêvanê me bû. Wî jî heman tişt anîn ziman û ev yek lê zêde kir: "Ne tenê ji bo xala girtina partiyan, bi giştî li ser hemû xalan me sê dosyayên cihê amade kirin. Di meclisê de ez û mebûsê me Hamit Geylanî û rêveberên me, me civîneke çapemeniyê li dar xist, tiştên ku em dixwazin me eşkere kir û em çûn me ew dosya teslîmê meclisa AK Partiyê kirin. Du roj paşê Erdogan got 'me ji muxalefetê pêşniyar xwestine lê kesî tiştek nedaye me.' Di vir de jî derew kir. Di warê girtina partiyan de jî me xwest Krîterên Venedîkê bêne qebûlkirin. Lê qet guh nedan me."
Belê, dema mesele dibe kurd, hemû partiyên li meclisê dibin yek. Me ev yek di 2'yê Adara 1994'an de jî dît.
Wê çaxê di meclisê de DYP 178, ANAP 115, SHP 88, RP 62. DSP, 7 mebûsên wê hebûn. Û di dema rakirina destnedayîna mebûsên DEP'ê de emdamên Partiya Refahê (RP) jî hebûn û destnedayîna wan hat rakirin, mebûsên kurd avêtin girtîgehe. (Endamên RP yên wê dema niha di nav AKP'ê de hene tune ne hûn herin lêbikolin)
Belê, ne Serokwezîr Erdogan, ne jî kek Mûrad Ciwan naxwazin ev gotinên BDP'yiyan bibînin. Û ew hê jî li gor xwe nirxandinên xwe dikin.
- AK Partî ji bo di referandûmê de "erê" derê bi deh mîlyonan lîra pere xerc kiriye. Gelek afîş li gelek cihan daliqandine. Di yekê de wisa dibêje "Ji bo zagoneke di standardê Ewropayê de, erê"
Gotineke xweş dixuye ne?
Lê li tu welatên Ewropayê bendava hilbijartinê ne sedî 10 e. Li Almanyayê sedî 5 e. Li gelek welatên Ewropayê ji pêncan kêmtir e û li hin welatan jî bendava hilbijartinê nîn e.
Li Tirkiyeyê ji bo partiya kurdan nekeve meclisê bendavê danaxin.
Ka emê çawa bigihîjin asta Ewropayê?
Dema ji her beşên civakê mirov nikaribin bikevin meclisê wê çaxê demokrasî jî birîndar nabe?
- Di vê referandûmê de tiştek din ku desthilatdarî her tîne ziman ev e: "Em Zagona Bingehîn a 12'yê Rezberê diguherînin."
Ji vî alî ve jî tiştên ez bibêjim:
Berî vê referandûmê heta niha, ji ev Zagona 12'yê Rezberê 80 xal hatine guharandin. Yanê zagon jixwe heta niha gelek caran hatiye guherandin, hatiye pînekirin û her ku guherandin emrê wê dirêjtir kirin. Ger tu dixwazî jê xilas bibî tu çima bi temamî naguherînî?
Her wiha tu ji zagonên li gor xwe diguherînî lê tiştin ne li gor te ne tu naguherînî. Mînak Zagona Partiyên Siyasî û bendava hilbijartinê ya sedî 10 jî berhema derbekaran e tu çima van naguherînî?
Di madeyên ku tu diguherînî de hin partiyên siyasî dij in, lê ji bo guherandina bendavê ji CHP bigire heta DSP, TUSÎAD'ê, heta rewşenbîran*** her kes piştgirî dide te, tu çima naguherînî?
- Xaleke din ku desthilatdarî tîne ziman jî ev e: "Em bêedaletiyê ji holê radikin."
Kîjan bêedaletî? Bêedaletiya ku mebûsên wan bi kurdî dibêjin "Hezar car erê" û doz li wan venabe, yan mebûsên kurd ên BDP ji ber gotineke kurdî rastî lêpirsînan tên, endamên BDP'ê ji ber kurdî ceza dixwin, di girtîgehan de ji ber kurdî neheqiyê dibînin?
- Di misilmantî de isûlek e: Kesek diziyê bike, bi kîjan destî dizî kirîbe ew dest tê jêkirin.
Di misilmantî de heye: Cîranê te birçî be, nanê te hebe divê tu pêre par ve bikî.
Di misilmantî de edalet heye, mînak edaleta Hz. Omer ku gelek endam û rêveberên AK Partiyê bixwe jî qal dikin.
Niha: Tu bendava sedî 10 ranakî, ji BDP bigere heta Saadetê, heta partiyên din dengên wan bêyî tu heq bikî ji te re tên, ma ev ne dizî ye? Edalet di ku derê vê derê de ye?
Mînak li Amedê dengên te sedî 30 derbas nabin, lê ji 11 mebûsên Amedê 7 heban (li gor hilbijartina 2007'an) û li gor hilbijartina 2002'yan 10 heban tu digirî û bi ser de jî dibêjî "75 mebûsên min ên kurd hene"... Ma ev edalet e?
Di hilbijartina 2002'yan de partiya kurdan bi ser 60'î re deng girtine lê yek jî mebûs ji Amedê dernexistiye? Gelo ev edalet e?
Tu dikarî bikevî meclisê, lê tu nahêlî cîranê te bikeve. Ma li gor misilmantî jî ev heq e?
Ji ber van û xalên wekî van, ez wekî kesek, wekî rojnamegerekî kurd di xwe de heq nabînim ku herim dengê erê yan na bikar bînim.
BOYKOT'a ku ez jî bikim qet nebe wê dengê min cihê nîşan bide.
BOYKOT'a ku ez bikim qet tişteke neke jî ezê wisa bifikirim: Wijdanê min nebû alîgirê neheqiyê û ji ber vê ez rehet im.
Wekî destpêkê min got: Ev nivîseke wijdanî ye.
Bi hêviya ku her kes li gor wijdanê xwe dengê xwe bide, yan nede.
***
*Mohra ku ê li eniya BDP-ê keve (30.04.2010... Di nivîsa xwe ya 10.07.2010'an de jî mesela li ser heman xetî girtiye dest)
**Kişanak: Emê nekevin kêmîna AKP'ê (08.05.2010, ANF)
***Banga rewşenbîran: Bendava hilbijartinê daxin (Diyarname)


