logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

97 mîlyon aştîxwaz

  • Dîrok: 07/09/2008

 

Gotine, ‘ku ne ji fitne û fesaden be, gur û mî wê bi hev re biçêrin’!
Evcure bihevrejiyîn li ser rûyê serzemîn xewnek e, gelo?
Yek hov, dir î dirinde; yek kedî!
Yek goştxwir e; ya din geyaxwir!
Yek; xwir  î xwirek…û her ku dixwe ekla goşt, wî ber bi xwînrêjiyê de diajo; ya din li beyar û quntaran li dû teyak geya, pelek nefel, pelçimê darekê… da bixwe û guhanên xwe tijî şîr bike…

‘Çîrok’a mirov jî di bingeha xwe de ma ne çîroka ‘şîrvexwarin’û goştxwarinê’ ye:
Çîroka Şengê û Pengê bînin bîra xwe:
Maka ku diçe zozanan da bixwe kizwanan, şîr têxe guhanan û vegere li kahrikên xwe, li vegerê bi poşan çi naîne serê  gurê ku di postê mîyê de!
Weke gotina pêşiyan,’a dinê, a dinê; çavên gur li bizinê’; mak, zane ku gur herdu ezîzên ber dilê wê; kahrikên bi navê Şengê û Pengê radene çavên xwe .

Mirov, ma ne ‘gurekî’ di postê ‘miyê’ de ye?

Û pêşiyên ‘gur’ gotine, ‘dinya pêkarin e’!

Ma ne pêkarînbûya darê dinyayê, Elmanan di rojeke ji rojên vê meha Îlonê de mîna gurên sibatê har û  birçî… dadidan welatê Poloniyan?
Ha ji we re ‘gur’, ha ji we re mî!
Ma ne, ev ‘guritiya’ Elmanan, an go ev fitneyiya Bekoyî ye ku dibe destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn!

Di vî şerê kirêt û lihevpahveker de, mirovahiyê ji malbata xwe; sivîl û leşker pêk ve 67 milyonan di maweya 6 salan de nake ‘goriyê’ xezaba ‘guritiya’ xwe!
Goriyên Şerê Cihanê yê Duyemîn, weke gotina ‘ku agir bi çiyê bikeve hişk û terr bi hev re dişewite’ hima bêje fîftî fiftî ne:50 milyon leşker,47 milyon şahrewar/sivîl…

Lê jimara wendayîyan hê jî ne diyar e.
Û ya birîndaran jî… û kor û bêçeng û bêlingan jî…
Û ya tiyan  … ya biyan… ya sêwiyan jî…

Gunehê hemûyan, hûr û gir li ber teraziya Rehman di stûye stûr î pahn yê Adolf Hîtler, Benito Mussolînî, Josef Stalîn, Winston Churchill, Franklîn Roosevelt de…
Jixwe, li vê dinyayê li wê dinyayê êşkêşên herdu şerên rûxiner dê dawedarê wan bin!
Ew, ezabê qebrê bikişînin jî li hêla din; heta ku çûne ezab û azara sed qebrî bi mirovahiyê dane jiyandin û kişandin…û çûne.
Û… mirovahiyê ji roja roj de li hêlekê govanda şahiyê gerandiye, li hela din konên şînê vegirtiye, şîna xwe gerandiye û gorandiye.

Şîn;‘sûretê ereb’ yê mirovî ye.

Bi gelemperî tewahiya mirovahiyê, bi taybetî pêşewayên neteweyên ku neteweyê xwe, xwîna xwe, ola xwe, bîrdoza xwe…di ser hemû bedewî û hêjayîyên jiyanî û  mirovî re bilindtir û berztir girtine/digirin; bivê nevê bûne şîrêkê pahra mezin yê gunehên ku mirovan li mirov kirine .

Kurdan gotiye, ‘semyantî kusriya ji agir e, her qûn li ser  nasitire’!

Berpirsiyariya berpirsan, û her weha gunehên wan di dawiya dawî de gunehkariya herî mezin e, ku hewwelatî û niştecî nikarin xwe jê ‘bêrî’ bikin!

Çi mirov be, çi malbat, çi êl û bavik û eşîr…di rêveberiyê de her serok her pêşewa di ber dahatûya qewmekî re, fîşekeke din; fîşeka mayîndekirina desthelatê dajo devê tivenga siberojê!

Siberoj text e, tac e!
Siberoj dest û pê û desthelat e!
Siberoja pergelan ji roja ku pergal dihêt sazkirin, weke singekî tu bikûtî û kesek neşê hilke, di nava herdu polên civakê de tê kutan!

Niha,  tirkan  xwe bi heft werisan bi Singê Komara yek ziman, yek netew, yek al ve girê dane, û ne bi minê ne bi teyê… heştê sal e ku ji heftûheşta xwe nayên xwarê!
Karesata ku bi serê kurdan û pê re bi serê dewlet û hemwelatî û reveberên tirk de hatî, ma ne ev ‘singê’dahatûya bê dahatû yê Komerê ye, ku kurdan  jî tirkan jî tînê serê kêje-lateke kûr… û bêbinî?

Pêlên civakî weke bayê nesîmî carinan bi navê ‘aştiyê’ radibin.
Tirkên ku girêka xwe li werîs dan û pişt re jî gotin ‘li cîhanê aştî, li welêt aştî’; mixabin ku mijar pirsa kurd be, şûrê xwe didin ber devê mivredê, û dibêjin ‘ne me dît, ne me bihîst’!

Wê bibihîzin
Rojekê nezîk ne dûr, dengê tiliyan wê bibihîzin!
Rojekê, nexwazin jî, kevokên baskspî wê bi ber awira wan kevin.

Di vê heyva ku Elmanan bi tenq û debabeyên xwe û potînên hate binê çongê reş î dirêj pê li axa welatê Poloniyan kirin, di Roja Aştiya Cîhanê de kurd doza aştiyê dikin!
Welatê kurdan hatiyê dagirkirin ne yê tirkan?
Û pêşiyên kurdan gotine, ‘ yê ku bi qasî li talanê hinekan bide bi hêz be, aştiyê naxwaze’!

Digel vê peyva rastgo ya pêşiyan, ez bi xwe ne ji qelsî; ji dil dibêjim:Aştî!

Lê; bi bazar û bi biryar; ne aştiyeke ji hejarî!

01/07/08/Amed

arjenari99@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Nivîsek, spasî û bexşînxwêzî…

  • 08 Adar 2008

Berî ku ez têkivim ser rihê vê nivîse, di nava nivîsên ku heta niha hatine weşandin de min geryanek kir. Ya balkêş, heta niha ji bilî  nivîsa “Tu li...

Nameyeke ji bo xwendevanekî

  • 27 Rezber 2008

 Kek Mehmet;Min îro nameya cenabê te wergirt.Destên te xweş, her bijî!Ev nameya ku wekî xwendevanekî ji min re dihinêrî, ji bo min bi bihayê herî biha ye. Ji bo...

MAHR

  • 05 Avrêl 2008

Filistîn…welatê êş û azarê…Axa ku hemû kelareşk û teyrên goştxwir li ser êrîşî cendekê miriyan dikin...Axa ku xwînê vedixwe...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

DYA û Hikumeta Başûr peyman îmze kirin

ad

Ev jî çêbû: Ji bo lîstikvan nerevin ji Kûpaya Cîhanê Vekişiyan

ad

Gelo civîna Dolmabahçeyê dê bandoreke çawa li hilbijartinê bike?

ad

Ji Hozan Dîno 'Em Hatin'

ad

Bi roj etar e, bi şev nivîskar e

ad

Elîf Şafak û Kurdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname