logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

  • Dîrok: 10/01/2023

“Difikirim wê çaxê di tarîgewriyê de siyek im.” 

Belê Varjabed karakterê vê çîrokê di tarîgewriyekê de Siyek...”

Di çîrokên çîroknûs Amed Çeko Jiyan de pirtir ez ê li ser çîroka Varjabed bisekinim, çimkî derûniya mijara vê çîrokê û karakter û ewrê li ser atmosfera vê çîrokê xwe li ser bedena hemû çîrokan rapêçaye, çîrokên din di binê kincên vê çîrokê de hatine nixumandin. Yanê desthilatdarê vê pirtûkê û çîrokan çîroka Varjabed e. Loma min giranî da dahûrandina vê çîrokê...

Di pirtûka Amed Çeko Jiyan a bi navê “Varjabed” de analîza civakên bindest û civakên dîtir wekî tabloyekê li ber dîwarê  çavên me hatiye darvekirin. Hûrgiliyên rihê qodên civaka xwe û ên dîtiran wekî tayê rîs verêsiyaye. Mijarên çîrokên me piranî li ser gelên bindest in. Nivîskar mijarên çîrokên zordariyê, desthilatdariyê û zilmê vehûnaye. Çîroknûs serê xwe bi çîrokan re êşandiye, her wiha carinan di çîrokên xwe de bi ziman û şêwazeke îronîk û zayendî civaka xwe di moxila hişê xwe re borandiye, carinan jî bi şêwazeke rasteqîn berbiçavîn kiriye. Ji hêla zemên û mekanan ve çîrokên me bîr û bîranîn, zemanên borî ne, mekan guherbar in li gor her çîrokan heman demê ji bo zemên jî wiha ne. Ango zeman û mekan li gor çîrokan guherbar in. Her wiha nivîskar di çîrokek xwe de behsa serpêhatiyên karakterê xwe ên zanîngehê dike. Di çîroka zanîngehê de karakterê me Laser e. Laser karekterekî naşî ye. Ango ji hêla hiş û aqil ve nekamil e, karakterekî li ser tiliyên lingan dimeşe. Tevgerên Laser xavî û naşî ne, bi heyecan û bi hestên kalik tevdigere, çimkî heyecana zanîngehê û bêhna azadiyê stendiye loma xwe li her cureyên hunerê radikêşîne. Karakterekî xwîngerm e, sedem zanîngeh e, jiyaneke nû û serpêhatiyên nû ne.... di gelemperiya çîrokan de mijar zanîngeh, zayendî, bindestî, zordarî, desthilatdarî, ferman û qirkirin in. Her wiha di bêjinga çîrokan de têra xwe xewn û xeyal jî serdest in. Hin çîrokan berê me bi salên 1993'an ve dikir, berê me bir dema erebeyên Torosan û kujernediyaran (faîlî meçhûlan), berê me carinan dibire serdema Şêx Saîd û dema qirkirina fermana fileyan loma çîrokên dîrokî hatine nivîsîn. Nivîskar wekî gêrikan bîr û bîranînên me xurandiye, bîr û bîranînên me hişyar kiriye-dike, dikole û ve-dikolîne. Haya me ji dîrokê dike, ronahiya projektora tarîxê diteyisîne ser dîwarê bîr û bîranînên me, em li sînevîzyonên gelên bindest û dîtiran temaşe dikin, em dibin karakterên çîrokê û em û karakter pev re derûniya wê demê dijîn. Erê nivîskar berê projektora me bi dîrokê vedike û dibêjê, ka em li sehneyên bîr û bîranên xwe ên trajîk  binêrin:

“Du fileyan li paşiya Quleteynê serê çar Feqiyên ciwan jê kirine... li paşiya Quleteynê, sê fileyan pênc Feqiyên ciwan bi darekê ve girê dane, don bi ser wan ve rijandine û bi saxitî, tevî kitêbên wan agir berdane wan... li paşiya Laşê Sor, zimanê sê Feqiyên ciwan hilkirine, kitêbên wan dakirine nava agir û gotinê bila Mihemedê wê bi hawara we ve were.”(rp, 18)

“Huner, bixwe şêweya heqîqetê ye. Huner, ramandinek e. Berhemên van ramanan rasteqîn in"

Belê dema em li paragrafa xwe dinêrin, nivîskar hunereke agirê wê jî heqîqetê û ji rastiyê dinizile berbiçav kiriye. Esas anatomiya şer û etîk û heqîqeta şer bi şêweyeke hunerî raxistiye da ku em jî binêrin. Nivîskar ehleq û etîka qirkirinê û helbet ehleq û etîka olan a rastîn kola ye û vekolaye da ku haya me ji reseniya olan çêbibe. Heger nivîskar wecê qermiçî û kîrê çilmisî jî ber şer û qirkirinê bi awayekî hunerî berbiçav kiribe ev tê wê wateyê ku nivîskar hunera ramandinê û heqîqetê li ber çavên me raxistiye. Îcar dema em li paragrafa xwe dinêrin, em rasterast anatomiya trajediya  qirkirin û trajediyeke barbar dibînin helbet nivîskar behsa heqîqetekê dike. Dema min ev paragraf dixwend, dema Seyîd Riza, Roboskî û dema Hîtler û “Bîranînên Deftera Anne Frank” û tabloya Pablo Pîcasso a bi navê Guvernîca hatin bîra min, belê vana tev qirkirin û komkujiyên trajîk yên bindestan e. Nivîskar trajediya dema fileyan li ber çavên me raxistiye. Wê demê dewleta Romê û Ûris ji kurdan re digotin, vana ne misilman in, qetla wan helal e, heke hûn wan biqelihîne emê xweseriyekê bidine we, yanê Romê û Ûris digotin wan qetil bikin emê hêla Serhedê û deredora wê xweseriyekê bidin we, helbet ji xapandinekê bêtir ne tu tişt bû, ango herdu dewletên dagirker û xapînok kurd û file bera ber hevdu dan û di destê her du hêlan jî vala man... “Nezanî ji zilmê jî xirabtir e”. Welhasil herdu dewletan jî bi kurdan û fileyan lîstin... Nivîskar bîr, tarîx, bîranîn, trajedî û qirkirin di sînevîzyona hiş û aqilê me de ji nû ve zindî kir û kiriye... Nivîskar tabloya “Filenîca" verêsiyaye. Tabloya “Robosîca" boyaxkiriye, tabloya “Dîtirnîcayan” boyax kiriye. Çawa ku li Roboskî qirkirin pêk hate, çawa ku li Spanyayê qirkirin pêk hate, çawa li yahûdiyan qirkirin pêk hate heman tişt hate serê fileyan jî, loma miletên ku min behs kir esas em hinekî dişibin hev, nivîskar tabloya me gişan verêsiyaye û boyax kiriye. Qewimînên ku em behs dikin giş rastîn û rasteqînin. Çîroknûs rastîn û rasteqîniya trajediya tarîxa bindestan û dîtiran berbiçavîn kiriye. Çawa ku Anne Frank jiyana wê rasteqîn be û bi çavên serê xwe êşa gelê xwe dibîne, Varjabed karakterê çîroka me jî bi çavên serê xwe êşa gelê xwe dibîne. Çawa ku Varjabed karakterekî ji hêla sosyopsîkoanalîtîk ve rûxiyayî be, Anne Frank jî karektereke rûxiyayî ye. Loma çîroka Anna Frank û Varjebend çîrokên dîrokî yên rasteqîn in. Çîroka karakterekî file yê têkçûyî ye. Belê Varjabend xwe ji vê qirkirinê rizgar dike, lê belê hiş, aqil û rihê wî hatiye hefskirin û qirkirin. Karakterekî pirhêlî ye, karekterekî tenê laşê wî heye lê rihê wî tune ye, di hebûn û tunebûnê de tuneyî ye. Karakterekî bi awayekî paradoksal û sosyopsîkoanalîtîk ve têkçûye. Çimkî tenê laşê wî dijî, rihî wî mirî ye. Rihê wî têkçûye, li dijber heyatê li dîwarê derûniyeke têkçûyî ve qewimiye, derûniya karakter hatiye rûxandin ji ber zilm û trajediya hatiye serî wî û li gelê wî, bi her awayî ve têkçûye, mînak:

“Ev bihevşabûna bêdeng pir nedomiya; Nûnûfarê kirasê xwe yê zirav heya navtenga xwe kişand û li ser zikê Varjabed rûnişt, Varjabed jî kirasê wê bi temamî jê kir û digel êrîşên tiliyan, bi lêvan çûn hev. Nûnûfarê destê xwe ji paş ve di nav lingên Varjabed de gerand, bi lêvên kenoke got: “Va ye rewt bûye.” Ji bo çavên wî yên çilmisî ku wekî bizdiyabe fire bûbûn nebîne çavên xwe girtin “(28)

“Di destekî de gûzan, di destê din de kîrê wî yê qermiçî û fisiyayî ku di her bihevşabûnê de bi êşê laşê wî desteser dikir, ferman dianî bîra wî, vegeriya rojên fermanê. Qîrînên jin, pîr û zarokên ku wekî berxikên qurbanê dihatin qirkirin di guhên wî de olan didan.”(29) Belê karakterê me Varjabed di dema hevşabûnê de jî grotesk û xewnereşk dev jê bernade, karakter bûye bindestê hiş û aqilê xwe yê têkçûyî, hiş û aqil û hestên karakterê me desthilatdariyê li beden û rihê karakter dike. Hilm lê çikandiye, fetisandiye û nikare ji şikefka tarî derkeve, hundirê serê karakter bûye hêlîna mozan, bûye kewara mêşhungivan, dixilxil e, bûye qul û kewara morîstanan dev rîçalokên û goştên mejiyê wî dikin. Loma Varjabed karakterekî hefskirî ye. Mejî hatiye dagirkerin, hemû tişt lê herambûye, sedem helbet trajediyên ku bi çavên serê xwe dî ye. Ji ber trajediya hatiye serê wan û serî wî bayê tirs û xofê, neçariyê hundirê serê wî dagirkiriye. Zayendiya xwe jî nikare bi rihetî bike, adeta hatiye xesandin belê mejî jî hatiye xesandin loma nikare hevşa jî bibe. Belê fermana li Varjabed û li gelê wî hatiye kirin bûye sedem ku Varjabed bibe karakterekî hîç û pûç. Ji teref heyatê hatiye pûçkirin, tunekirin û windakirin, lê nivîskar bi saya vî karakterî pûçkirin, windakirin û tunekirina wî wegerandiye hebûnekê, sî vegeriya ser laşê xwe û hebûn avakiriye, asîmetriya Varjabed veguheziye simetriya xwe ya resen, bi vî awayî nivîskar Varjabed û gelî wî heyî kiriye. Ji pûçbûn û tunebûneke li ber windabûnê heyî kiriye. Nivîskar kîrê pûçbûyî, wecê çilmisî û kîrê çilmisî jî xwestiye bêje, Varjabed bi her awayî hatiye rûxandin û xesandin, rêjeya ferman û qirkirina miletekî û tesîra li ser wan kiriye bi awayekî absurd, derûnî û fetîşîst bîne ziman. Esas nivîskar derûniya karakter a psîkoanalîtîk ya şexsî ber biçav kiriye. Derûniya ku hatiye rûxandin. Varjabed karekterekî hebûneke ontolojîk a şikdarîn û şikestî ye. Varjabed karekterekî esasê xwe ji hebûneke ontolojîk a dudilîn werdigire. Varjabed bi awayekî psîkoanalîst karakterekî dabeşkirî ye, hatiye dabeşkirin, rihekî û kesayetekî perçeperçebûyî ye. Bi kêreke ko hatiye dabeşkirin derûniya wî Derûniya Varjabed hebûna wî dagirkiriye. Hebûn û heyînekî têkçûyî û rûxiyayî lê belê bi saya vî karakterî nivîskar karakterek û miletek ji nû ve avakiriye, hebûneke ber bi wendabûnê ji nû ve avakiriye...

Sûdwergirtin:

Alain Badiou, Başka Bir Estetîk, Metis

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ev rê diçe ku gelo?

  • 17 Rêbendan 2020

Di despêka romana Yildiz Çakar a bi navê “Ev Rê Naçe Bihûştê” de karekterên me bi romorkekê ji gundê xwe derdikevin û di dawiya romanê de...

Qutiya Dilê Berken Bereh

  • 08 Pûşper 2019

Ji bo Heskîfê…Her helbestvanek, ez bawer im xweserbûnek û taybetmendiyeke wan heye, her helbestvanek notayeke wan a xweser heye ango notaya her helbestvanî cuda û taybet e. Çawa...

HOSTAYÊ XAPANDINÊ

  • 08 Berfanbar 2019

Di destpêka romana “Şampazê"de mijar koçkirin dixuye, lê paşê babeta me vediguhere rengekî din. Di romanê de malbatek ji ber dewletê ji gundê xwe bar dikin...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Berken Bereh pirtûkek helbestan a evînî: Ji dûriyê re

ad

Ji 2'yemîn Festîvala Cudî Nuh a Sipoliyê re hindik ma

ad

Bo weşanxana Avesta û karmendên wê

ad

Arjen Arî hat bibîranîn

ad

Deqe bi deqe bernamey Festîvaley Dêrsime

ad

YMK’ê binçavkirina sendîkavana şermezar kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname