logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Bi 6 nûçeyan têkçûna çapemeniya kurdan

  • Dîrok: 04/09/2016
Pirs ev e: Edîtorê/a weşanekî divê çiqas şareza be? Edîtorek bi nûçeyek dikare çiqas bandorê li raya xwe ya giştî bike, şikil bide wê?
Em pirsek wisa jî bikin: Edîtorek bi nûçeyek çiqas dikare rê li ber aştiyê, yan li şer veke? Çiqas dikare bandorê li polîtîkayên neteweyî yan navneteweyî bike?
Emê çend nûçeyan bigirin dest û li dû bersiva van pirsan bigerin... 
Fermo...

Nûçe 1: Gotinên ku Nesrîn Abdullah negotine
Ji rojan leşkerên Tirkiyeyê ligel hin hêzên tundraw ên îslamî ketine Cerablûsê, nîqaşa dê YPG çi bike heye. Di rewşeke wisa de, di hin malper, blog û di twitter û facebooka hinan de nûçeyek wisa hat weşandin: "Serfermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah li ser gotina Kerry 'Em piştgirî nadin serbixwebûna kurdan' wisa gotiye, 'însiyatîf di destê me de ye, tiştek Amerîkayê girê bide nîn e. Em ne mecbûrê wan in. Me gazî wan nekir, ew bi xwe hatin..."
Piştî du sê rojên bi ser vê nûçeyê re derbas bû di malpera fermî ya YPJ'ê de Nesrîn Abdullah bi xwe peyamek wisa weşand: "Di hin malperan û tora civakî de li ser navê endama Serfermandariya YPJ'ê Nesrîn Abdullah gotin hatine weşandin, ew gotinên wekî ku min gotine ji rastiyê dûr in. Tu daxuyaniyeke min a bi vî rengî nîn e."
Rastiya mesele ev e; Abdullah berê gotinên bi vî rengî kirine, lê di dema ketina Cerablûsê de tu daxuyaniyeke wisa nedaye. Ji gotinên berê yên Abdullah tiştin girtine û weşandine. Kesên ev daxuyanî weşandine qet nefikirîne ger Abdullah gotinên wisa weşandine, çima tiştek din negotiye tenê ev gotin? Mînak çima gotinek li ser Cerablûsê, Minbicê, Babê negotiye, tenê çend peyv? Çima neketine şikê ku ev gotin kengê, li ku, ji bo kîjan weşanê hatine gotin? 
Rojnamegerî li vir dest pê dike: Şik. 
Her agahiyek hat ew nayê wê wateyê ku rast e, loma "şik" divê. Ger kesek ew “şik” bibira ser gotinan û biketa dû pirsên me li jor gotin, belkî rastî derketina holê û YPJ jî dest ji kar û barê xwe berneda û neketa dû rastikirina agahiyan.
Em bibêjin ev gotinên ku qaşo Abdullah gotine, mînak ajanseke navneteweyî wergeranda zimanê îngilîzî û ragihanda DYA'yê… Em bibêjin di daxuyaniya çapemeniyê de rojnamegerek ji berpirsê Pentagonê bipirsiya ka li ser van çi dibêje û wî jî bigota, "Ger pêdiviya wan bi me tune ye, çi dikin bila bikin..."
Yanê gotinek dikare heta wir jî hene... Çapemenî tiştek wisa ye mixabin.

Nûçe 2: Gotinên Demîrtaş
 Wisa weşandiye nûçe: "Ji Demirtaş bo PKKê: 'Çalakiyên xwe rawestînin'... Kengê, roj diyar e, li ku, cih diyar e. Baş e wê rojê Demîrtaş li ku bû? 
Gelek malperan ev daxuyanî weşandiye û kesî nepirsiye ka wê rojê Demîrtaş li wir bû yan na? Li gor nûçeyê daxuyanî li Îzmîrê hatiye dayîn, lê wê rojê Demîrtaş li Afrîkaya Başûr bûye.
Yanê berî weşandina nûçeyê tu edîtorekî wan malperan ew pirs nekiriye, Demîrtaş li wir bûye gelo? Yan jî, Demîrtaş li ku ye? Tişta herî xirab jî weşana navneteweyî (Sputnik) ji van yekan nûçe girtiye û wan jî weşandiye... Piştî me ev di Diyarnameyê de bi sernavê "Li Tirkiyeyê 2 heb Demîrtaş hene, hay jê hebin!" edîtorê beşa kurdî ya wê weşanê li me digire, dibêje "Rexneyeke baş e lê di nûçeyê de negotiyê îro, axaftin ya çend rojan berê ye"... Yanê hê jî şik nabe ser ku ka bi rastî Demîrtaş tiştek wisa gotiye yan na... Tiştê ez xemgîn kirim jî ev bû. Hê israr dike... 
Rastiya nûçeyê ev e: Salek berê Demîrtaş li cihê qal kirî, yanê berî hilbijartina 7'ê pûşpera 2015'an li wir daxuyanî daye, ev tişt gotine. Yekî herhal girtiye di faceya xwe de careke din weşandiye, hinan girtine di malpera xwe de belav kiriye û wisa li gelek cihan belav bûye heta gihîştiye ev weşana navneteweyî.
Yekî jî “şik” nebiriye, Demîrtaş îro çima daxuyaniyeke wisa daye, Demîrtaş îro bi rastî jî li wir bû yan na...

Nûçe 3: Barzanî dibêje 'em axivîn', Dîzaî dibêje 'Em neaxivîn'
Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî tê Tirkiyeyê, ligel Erdogan, Binalî û yên din dicive, Sefîn Dîazî jî pêre ye. Piştî civînê Dîazî dibêje "Em li ser pêvajoya çareseriya kurd neaxivîn" û ev gotinên Dîazî di weşaneke Başûrî de (K24) tê weşandin... Heman weşanê gotinên Barzanî jî weşandine û wî jî gotiye, "Em li ser pêvajoya çareseriyê axivîn"...
Kî rastî dibêje, kî derewan dike ev aliyek meseleyê ye. (îhtîmal e du nûçegîhanên cihê bi wan re hevpeyvîn kiriye, haya wan ji hev nîn bûye, tiştek normal e. Belkî heman kesî bi her duyan re hevpeyvîn kiribe, ger wisa be rewş xirabtir e, ji ber ku gere wî bixwe ev rastî derxista holê)
Aliyê rojnamegerî ev e: Edîtor dema nûçeyan bide, piştî ew da divê bi bîra xwendevan/guhdar/temaşevan bixe ku filan kes ku di heman civînê de bû jî wisa got. Dema gotina her duyan di heman nûçeyê de bide wê çaxê diyar dibe ku ew edîtorekî baş e, ew nûçe jî nûçeyeke temamkirî ye. Nexwe nabe.
Em mînakek wisa bidin: Em bibêjin piştî rojekê weşandina van nûçeyan kurdekî ji Bakur rastî nûçeya Dîzaî hat, wê wisa bifikire: "Van dîsa em firotin. Ew qas xwîn dirije, hatine Tirkiye, nikarîne peyvek li ser çareseriyê bînin ziman."
Kesek din jî bi tesadufî rastê tenê nûçeya Barzanî bê dê bibêje, "Wele helal be jêre, hat dîsa li ser pêvajoya çareseriyê axivî. Bi rastî rêberekî baş e."
Bi kurtahî, nûçeyek ne temamkirî dikare mirovan bi gelek aliyan ve bibe.
Piştî di Diyarnameyê de me ev nûçe weşand, wan ew gotinên Dîzaî ji nûçeya xwe derxistin, ev jî tiştek din e.

Nûçe 4: Nûçeya Qamişlo
Gelek malperên kurdan ên bi tirkî hene. Çima hene meseleyeke din e, çima ne bi kurdî ne, ew jî tiştek din e. Yek ji wan heye ez naxwazim nav bidim her gav, her tiştî tevlihev dike. Hinek kurdên me jî hene dibêjin qey bi "News"a li ser malperê dikare ew bibe "nûçe"... Bizanin ku her malpera ku navê “news”ê li xwe dike ew ne malpereke objektîf e. 
Yek ji van malperan (Nêrînaazad) jî tiştan li gor xwe şirove dike û diweşîne. Mînak gotiye filankesî gotiye, "Qamişlo ne bajarê kurdan e." Û bi sedan kesî ev parve kiriye. Lê zilam tiştek wisa negotiye. Erê tiştên gilover gotine, lê ew gotin nayê wateya "Qamişlo ne bajarê kurdan e."

Nûçe 5: Xwe bidin alî, mebûsê AKP'ê diaxive
Dîsa weşaneke Başûr, ew a ku hûn jî dizanin kîjan e, yanê “Rûdaw”, piştî mesleya Cerablûsê rabûye ligel mebûsê AKP'ê Şamil Tayyar axiviye, axaftineke wisa dirêj saetek tu dixwînî xilas nabe… Û ji serî heta dawî propagandaya ketina Cerablûsê...
Ka tuyê çi bibêjî?
Em tenê pirsek wisa bikin: Weşaneke nêzî AKP'ê radibe tam rûpel cih dide mebûsekî HDP'ê, yan jî em bibêjin parlemenekî Başûrî?

Nûçe 6: Zana Azadî û Abdullah Keskin
Ez herduyan jî nas dikim lê ne neyartiya min, ne jî hevaltiya min ligel herduyan heye. Ez vê jî bibêjim, tu keda min neketiye ser Zana Azadî lê keda min ketiye nav Weşanên Avestayê. Di navbera salên 1998-2003'yan de ez li Azadiya Welat (nûçegîhan/edîtor/gerînendeyê weşanê) bûm, dema hin kesan nedixwest nûçeyên Avestayê çêbikin jî min çêdikir, kek Abdullah Keskin bi xwe vê dizane. Welhasil, em bên ser meseleyê:
Abdullah Keskin di twitterê de tiştin weşandine, ciwanan dij tiştin gotine. Ev hemû aliyek lê gotinên Zana Azadî ku di quncikê xwe de gotine ne tiştên xweş in.
Azadî bi sernavê "Hişê Mafya Erdogan û Abdullah Keskînî" quncik nivîsiye. Çawa ku Keskin azad e tiştan li gor fikrên xwe bîne ziman, Zana Azadî jî xwedî heman azadiyê ye. Heta vir em normal dibînin. Azadî dikare ji bo Keskin bibêje "No rih rihê teslîmkaran o, no nih biyo rihê tirk" jî, lê Zana Azadî nikare bibêje, "Şarê kurd û têkoşerê şarê kurdî, no ruhî hol şinaşnenî. Zanî se bikerenê zî."
Wexta tu bibêjî "Zanî se bikerenê zî " wê çaxê tu rê li ber êrîşê jî vedikî. Belkî Zana Azadî wisa nefikiriye, belkî ew qas fireh nikariye bifikire jî, belkî wisa jî fikiriye û bi zanebûn ev gotin aniye ziman, ez nizanim. Lê divê edîtorê wê nivîsê diweşîne bizane ku ew gotin ber bi ku de diçin. Em bibêjin kesên ji her du aliyan hez nakin jî rabin du kesan bişînin pêşiya Keskin û lêxin dê sûc bikevi stûyê kî?
Yan jî em bibêjin bi rastî du nezanên ji tevgera kurd bi nezanî rê li ber Keskin bibirin dê kî çi bibêje?
Lewma, yek ev gotinên Zana Azadî gotinên şermezarkirinê ne, ez şermezar dikim. Û li gor vê nivîsa em niha temam dikin, ev gotinên Zana Azadî gotinên ku divê edîtor berî biweşîne hay jê hebe ku heta ku diçin... Ger edîtor ev gotin fêm nekirine ev jî jixwe meseleyeke din e...
***
Hevalên hêja, her ku kesek rabe nûçeyê binivîse ew ne nûçegîhan e. Her kesê ku wê nûçeyê wekî edîtor di weşanekî de biweşîne ne edîtor e. Ji kerema xwe re heqê pênaseya xwe bidin. Erê gelek ji me ji bo ku debara xwe bikin di nav weşanên Başûr de cih digirin. Gelek malper hene ji Başûr pere digirin û weşanê didomînin. Yên ku pereyên wan hatin birîn û êdî malper girtin jî hene. Lê ji kerema xwe re wisa nekin. Her tiştek we weşand bizanibin ku bandoreke erênî/neyînî li kesê/a wê dixwîne/guhdarî dike/temaşe dike dike... Hay jê hebin, hay ji rola xwe hebin...
Ev mînakên li jor me rêz kirin nîşan didin ku asta rojnamegeriya me li ku ye. Ger em dixwazin civaka me pêş bikeve divê pêşî em çapemeniya xwe pêş ve bibin. Em dikarin wisa jî bibêjin: Her du bi hev ve girêdayî ne. Kîjan pêş bikeve, dikare yê din jî pêş ve bibe.
Me bi pirsê dest pê kiribû, em dîsa bi pirsê dawî bikin gotara xwe: Ger asta rojnamegeriya welatekî wisa be dê halê wî welatî çi be?..

Hin Nivîsen Nivîskar

Fîlmekî Bulgaran û navên gundên kurdan

  • 19 Sibat 2006

Fîlmekî bi navê "Çalinti Gozler/Stolen Eyes/ Çavên Hatine Dizîn" ket vîzyonê. Vî fîlmî ez birim cem navên gundên me yên...

12'yê rezberê, nivîseke wijdanî

  • 11 Rezber 2010

12'yê mehê referandûm heye. Pêdivî BDP'ê bi min nîn e ez wê biparêzim. Jixwe ez tiştek wisa nakim. Ev nivîs bi temamî nivîseke wijdanî ye.Û...

Derxistina Rûdawê ji Kongreya BDP'ê

  • 12 Tîrmeh 2014

Pêşî hin agahî: Tevgera Azadî heta îro zor li rojnamegeran nekiriye. Zor li nivîskaran jî. Li Amedê hin kesên li gor min beredayî hene her êrîşên...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

KONDA'yê anketa xwe ya dawî weşand

ad

Amed Sporê rêveberiya xwe ya nû hilbijart

ad

Êrîşê Balyozxaneya Îsraîlê kirin: 2 kes mirin

ad

Kokên Sîlvanî, Yaşar Kemal, Bûka Kurdan û Bilûrvan

ad

“Pêlên Eşqê” bi Latînî derket

ad

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname