logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Bibore Cizîra min, bibore…

  • Dîrok: 08/01/2016
Cizîrîbûn van rojan nasnameyeke bi kul û êş e. Ev bajarê ku nasnameya wê herdem mirov serfiraz dike ber çavên mirov gav bi gav tê ruxandin. Mirov di halê xwe de difetise…
Ya bi serê Sûrê tê, ya bi serê Silopî tê, ji ya bi serê Cizîrê tê ne kêmtir e. Lê ger mirov xwediyê nasnameya wî bajarî be rewş tê guhertin. Bi dîtina dîmenê bomberana bajarekî yekem car e rondik tênê xwarê. Hewan û gule li xaniyan dikevin. Tu nizanî di wan xaniyan de mirov dijîn yan na lê hesta ew hewan ne li xaniyan lê li te dikevin mirov perîşan dike. Ev bi rojan e ez wê hestê dijîm. Trajediya mirov, heval û hogirên min li nava Cizîrê dijîn wekî ku ne bes be, di ser de dîtina herifandina bajêr…
Li Cizîrê bi kê re diaxivim bi gazind e. Ew ji herkesî bêtir dijminê  xwe nas dikin. Bêwijdaniya dagirkeriyê ji xwe ji berê ve dijîn. Lê ji kurdan bi gazind in. Ji Kurdistanê bi gazind in. Dibêjin heta roja îro em ji bo herkesî rabûne ser piyan lê em niha bi tenê hatine hiştin…
Ew ne behsa rabûneke ser piyan û gazindeke ji rêzê dikin. Bi dengekî melûl jî be gazinda xwe ji kes û axa ku heta niha bajarê wan xizmeta wan kiriye dikin.
Mafdar in, çi bêjin mafdar in… Cizîr, mîrgeha Bedirxan e. Dibistana Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran e. Warê Mele Ehmed e. Kesera ber dilê Celadet  û Kamûran e. Dibe haya gelek bajarên kurdan ji hebûna kesekî bi navê Mele Mistefa Barzanî nebû. Lê Cizîrê dema wefata Mele Mistefa rêûresma cenazeyê wî ya xiyabî çêkir. Cizîr sembol e, sembola kurdayetiyê ye. Cihê mam Şeref e. Mala parêzerê serînetewandî,  Orhanê Xelîlî ye. Keça kurd a êzdî Bêrîvan di pêsîra xwe de veşartiye û cihê wê di nava bajariyên xwe yên herî bi qîmet de veqetandiye. Xwediya mîrateya Mazlûm û Egîd e…
Îro Cizîr ne tenê bi dûmana çekan nefesê zehmet dikişîne. Lê ji birayên xwe yên bi wê bûne xwedî wêjeya klasîk, bûne xwedî alfabeya latînî, bûne xwedî rêziman û bûne xwedî hişmendiya kurdayetî gazindan dike. Ya wê aciz dike û ji taqet dixe ev e.  Dibêje dijmin e, bêminetî ye. Lê derdê vî miletî û vî welatî çi ye ku ewqas pişta xwe dane me…
Erê, diibêjin “Cizîr li herkesî xwedî derket lê kes li Cizîrê xwedî dernakeve.” Lê bi şermokî dibêjin… Peyva “gelo” pêvedikin û dibêjin “gelo çima Cizîr li herkesî xwedî derket û kes li wê xwedî dernakeve…” Bi peyva “gelo” ji xwe re li sedemên muhtemel digerin…
Ez bi xwe bersivê nizanim. Naxwazim bizanibim jî. Hercar dema ji min tê pirsîn jî ez bersivê diqurmiçînim. Ma ez ê çi bêjim… Nizanim çima Cizîra min, nizanim. Lê tenê dizanim em jî bi te re herifîn. Bi te re fetisîn…
Ezîz a ber dilê me, mala bavê me, cihê serfiraziya me… Nizanim, ez jî nizanim. Dîtina te ya di vî halî de ya ji dûr ve em duqetir fetisandin. Eger em hê jî nefesekî distînin, ew jî ji ber hêviya em rojekî dîsa te hembêz bikin...
Bibore Cizîra min, li min, li me, bibore… Serfiraziya te ma ji te re. Gazinda te, ew jî bila dilê te bi te bişewitîne û hew...  Nizanim gelo ev roj wê biçin û derbas bibin lê em jî bi te re birîndar ketin. Jî aliyekî ve birîndariya bedenê, birîndariya derûniyê û ji aliyê din ve birîndariyê bêpiştiyê…

Hin Nivîsen Nivîskar

KARESATA MEDYAYA CIVAKÎ

  • 24 Sibat 2013

Piştî li Kurdistanê çanda televizyonê belav bû, rola çîrokbêjan roj bi roj kêm bû. Di roja me ya îro de çanda çîrokbêjiyê...

Bêalîbûna Navenda PEN’a Kurd

  • 27 Gulan 2010

Ez dawiya vê hefteyê li bajarokê Konigsberga girêdayî bajarê Bonnê ya Almanyayê li qiraxa çemê Rheinê beşdarî 7’emîn kongreya Navenda...

Kurdên Höchstê

  • 25 Sibat 2008

Höchst i. Odenwald bajerekî Almanya yê li eyaleta Hessenê ye. Digel ku hejmara şêniyan ji 10 hezarî derbas nabe jî, bi sedan kurd jî li wir û li gundên...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: 'Em herin gund'

ad

Batman Petrol derbasî Tûra 3'yem bû

ad

Dans, muzîk û remayiş: 'Carmen'

ad

Li Mêrdînê jî lîstika şanoyê ya bi kurdî hat qedexekirin

ad

Ji aliyê Lemanê ve Obama

ad

Platforma Jinûve Avakirina Kobanî ji bakur derbasî Kobanî bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname