logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Danberheva Başûr û Tirkiyeyê

  • Dîrok: 09/08/2016
Di 'Diyarê Me' de gelek caran me danberhev çêkiribûn. Îro em danberhevek din raste rast pêşkêş dikin bê şirove, nirxandinan. De fermo em bi hev re bixwînin:

Dîroka desthilatdariya herduyan
- Ji sala 2002'yan ve AKP û Erdogan (yanê 14 sal in) Tirkiyeyê bi rê ve dibe
Em berî 2003'yan nehesibînin, ji wê rojê ve Barzanî Başûr bi rê ve dibe. (Partiyên din jî hene lê ji ber bi dengên xwe yekemîn e em Barzanî dibêjin, di vê nivîsê de jî dê wisa bê bikaranîn)
Em dikarin wisa jî bibêjin, Erdogan ji sala 94’an ve Tirkiyeyê (yên Stenbolê bi rê ve bibe wekî ku Tirkiyeyê bi rê ve dibe tê hesibandin li Tirkiyeyê) bi rê ve dibe, Barzanî ji sala 92’yan ve. Yanê desthilatdariya herduyan hema hema ji aliyê salan ve yek e.
- Heta berî çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Misûl û dûre Mexmûrê bikin li Başûr her diçû hejmara MALL'an (Li vir AVM dibêjin) zêde dibû.
Li Stenbolê her diçe hejmara AVM'yan zêde dibe bêyî ku pêdivî bi ew qas AVM'yan hebe (li gor îstatîstîkan û pêdiviya nifûsa gel a bi tiştek wisa…)

Çandinî
- Li Başûr erd ji bo çandiniyê guncan e lê çandinî nayê kirin, li Tirkiyeyê jî erd guncan e lê bi têra xwe nayê kirin, polîtîkaya çandiniyê bi têra xwe pêş ve nayê birin.
- Li Başûr genim jî, birinc û tiştên din ên çandiniyê jî ji derve dikirin.
Li Tirkiyeyê jî beşek ji genimê tê bikaranîn ji derve tê kirîn. Li Tirkiyeyê di sala 2004'an de 93 mîlyon donim erd ji bo ajotina genim dihat bikaranîn, di sala 2014'an de ev katiye 77 mîlyon donim î. (1)

Perwerdehî
- Li Tirkiyeyê malbat tenê sedî 2'yê butçeya xwe ji bo perwerdehiyê vediqetîne (Li gelek welatên Ewropayê, welatên pêşketî yên dinyayê ev bi ser sedî dehî re ye) (2)
Li Başûr jî rewş ji vê ne baştir e. 
- Li Tirkiyeyê gel zêde li rêzefîlman hez dike, li Başûr jî.

Aborî
- Li Tirkiyeyê her çiqas Bankeya Navendî (ku saziyek serbixwe ye) û beşên din ên aboriyê hebin jî hikumet çi bibêje aborî li gor wê şikil digire.
Li Başûr jî bi heman awayî. Bêyî gotina hikumetê kes nikare karek mezin bike; di karên mezin de miheqek şirîkek jê ji malbata Barzaniyan e.
- Li Başûr tu nêzî Barzaniyan bî, yan têkiliyên te yên xurt bi wan re hebin her cure kar tu dikarî bikî.
Li Tirkiyeyê tu nêzî hikumetê bî rewş bi heman awayî ye, hemû derî ji bo te vedibin.
- Li Tirkiyeyê li gor Zagona Bingehîn (xala 160’î) “Sayiştaş” li ser navê Meclisê aboriyê, pereyên di saziyên fermî de, hikumet û rêveberiyên herêmî de têne xerckirin dişopîne û her sal raporê dide Meclisê. Lê ev du sal in Meclis nizane çi ji bo ku derê tê xerc kirin ji ber ku Sayiştaş raporan nade. 
Li Başûr jî wisa ye ku kes nizane pereyên ku ji Petrolê tên, pereyên ku ji gumrikên deriyên sînor tên diçin ku derê.

Serokên her du aliyan
- Li Tirkiyeyê Serokomar Birêz Recep Tayyip Erdogan dibêje, "Ez ne mecbûr im tevlî biryara Dadgeha Zagona Bingehîn bibim, ez vê biryara wê qebûl nakim", "Pergala parlementerî di odeyê de rawestandiye" û her wiha li gor îdîayên muxalefetê, Erdogan li gor Zagona Bingehîn tevnagere, gere serokomarekî bêalî be, lê aliyê partiya xwe digire, ev yek jî tê meseleya îhlalkirina Zagona Bingehîn.
Li Başûr jî Kek Mesûd Barzanî zagonê qebûl nake. Ji par ve serdema Serokatiya wî bi dawî bûye, divê hilbijartin çêbe lê ne çêdike, ne jî rê li ber vedike. Û bêyî zagonê serokatiya xwe didomîne.

Ji peywirê girtin
- Li Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu hat hilbijartin (01.11.2015, bi sedî 40.8) û bi vî awayî careke din bû serokwezîr, lê bi gotineke Erdogan ji Serokwezîrî îstîfa kir.
Li Başûr Serokê Meclisê Yûsif Mihemed (Ji Goranê) ku hatibû hilbijartin ji Hewlêrê hat qewirandin. Nahêlin ew bikeve Hewlêrê jî.
- Li Tirkiyeyê hikumeta AKP'ê her xwe mexdûr nîşan dide û bi vî awayî mirovan ber bi xwe vedikişîne.
Li Başûr Barzanî bêyî gavan biavêje her qala serxwebûnê dike bi vê hêviyê mirovan ber bi xwe ve dikişîne. (Di 01.07.2014'an de yekem car Barzanî gotibû emê di nav çend mehan de ji bo serxwebûnê referandûmê çêbikin, 2 sal ser re derbas bûn hê tu gav neavêtiye...) (3)
- Li Tirkiyeyê hikumet bê sînor bi ser partiyên muxalif de diçe. Li Başûr jî bi vî awayî (mînak rewşa di navbera PDK û Goran de)

Çapemenî
- Li Tirkiyeyê bac ji bo TRT'ê dixibite, TRT jî ji bo hikumetê;
Li Başûr petrol ji bo kanalên Barzaniyan tê xecrkirin, ew kanal jî gotin û dîtinên wan derdixin pêş.

Û xala dawî: Jiyan
- Li her du aliyan jî mirov ji jiyanê ne mimnûn in. Serê vê mehê nûçe hate nivîsandin ku hemwelatiyên Tirkiyeyê di asta rekorê de ji bo penaberiya siyasî serî li Almanyayê dane. (4) Yanê xelk ji jiyanê ne memnûn e û dixwaze bireve. Ev daneyên Almanyayê ne, rewşa li welatên din jî ne ji vê cudatir e.
Li Başûr jî mirov ji jiyana xwe ne memnûn in, bi taybetî ciwan her çav li derve ne.
- Rewşa zarokên rêveberên Tirkiyeyê her baş e, ji aliyê aborî de jî tiştên din de jî; lê zarokên ku di pevçûnan de dimirin dema cenazeyên wan radikin diyar e her zarokên ferîqar in; xaniyên dê û bavên wan vê yekê baş nîşan didin. 
Li Başûr jî wisa ye, zarokên rêveberan her di kêf û sefayê de ne, lê pêşmergeyek dikare ji ber nikare nan bibe mal întîxar bike, yan pêşmergeyên din gazinan ji nedana meaşê bikin.

Belkî mirov dikare xalan zêdetir bike, lê ev yek bes in herhal ji bo dîtina rewşê…

Çavkanî:
1- http://www.disticaret.biz.tr/2016/01/turkiyenin-bugday-ithalati.html
2- http://diyarname.com/news.php?Idx=22685
3- http://www.bbc.com/news/world-middle-east-28103124
4- http://www.ntv.com.tr/dunya/turk-vatandaslarindan-almanyaya-rekor-iltica-basvurusu,GMjAAXBTA0W0TOVczUC1zA




Hin Nivîsen Nivîskar

Kurdên din ne bes bûn, ên Urdunê jî derketin!

  • 14 Adar 2007

Heta niha me got kurdên Tirkiye, Iraq, Iran, Surî, me got kurdên Sovyetê, ev ne bes bûn, bi ser de kurdên Urdunê jî derketin. Nizanim haya we çiqas ji wan hebû? Ew...

Weşanxaneyên kurd ji bo pirtûkên kurdî çi dikin?

  • 11 Sermawez 2006

Belê pirs ev e: Weşanxaneyên kurd ji bo pirtûkên kurdî çi dikin? Ji bo firotin û avakirina bazara pirtûkên kurdî di nava kîjan hewldanê de ne? Ji Avesta...

Meseleya kurmancî, soranî û Xalê Îbo

  • 18 Sibat 2008

Cemil OguzPiştî ku hevpeyvîna Wezîrê Perwerdehiyê Dilşad Ebdurehman di rojnameya "Kurdistanî Nwê" de hat weşandin û li malperên kurdan de belav bû...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serkewtey Xelatey Nobelî yê Aborî eşkera bî

ad

Li dadgehê gotinên rojnamegerên kurd

ad

Navê tîma David Backham ê nû diyar bû

ad

Cejna Remezane pîroz be

ad

Nacîtarhan: Me dest nedaye helbestên Arjen Arî

ad

Hejmara kesên di erdhejê de mirine hat nûkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname