logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Daxwazeke ji Şaredarên Kurd

  • Dîrok: 15/08/2009

Ev demekê ye ez dixwazim vê nivîsê binivîsim. Ev nivîs bangeke ji bo hemû şaredarên kurd e yên ku li kêleka Çemê Dîcle şaredariyê dikin.

Pêşî agahî:
Li bajarên kurd cihê ku zarok, ciwan, mezin bikevinê, têde soberî (melevanî) bikin û xwe têde hênik bikin kêm cih hene. Yek ji wan deran jî Çemê Dîcle ye. Her kesê li der û dora vî çemî dijî, nêzî vî çemî cih û war e ji vî çemî hez dike.
Ez bi xwe jî gelek caran ketime vî çemî.
Ev çemê ku hin cihan teng dibe û ava wê bi şid diherike. Hin cihan fireh dibe ava wê encax digihîje gozika mirov. Her kesê ku ketibe vî çemî dizane û jê hez dike ku li cihê teng çi qas xweş e mirov xwe berdê û av mirov biherikîne heta cihê sekan bibe. Min bi xwe jî wisa kiriye. Ez niha herim ezê dîsa wisa bikim.
Ev çemê ku em ew qas jê hez dikin di heman demê de bi kêmînan, bi gerînekan tije ye. Ger hûn rastî wê gerînekê hatin felat zehmet e.
Û ji ber van yekan her sal gelek kes di Çemê Dîcleyê de difetisin, jiyana xwe ji dest didin. Xebera herî dawî roja 14.08.2009'an de hat. Xwendekarekî bi navê Firyal Cebe (27 salî) li Kerborana Mêrdînê dema ket Çemê Dîcleyê fetisî. Çend roj berê li Batmanê jî xebereke wisa hatibû.
Ez nizanim îsal ew çendemîn kes e ku di Çemê Dîcleyê de difetise. Û her sal bi vî rengî çêdibe.
Em nikarin ketina Çemê Dîcleyê qedexe  bikin, tişteke wisa ne mimkûn e.
Lewma daxwaza min, pêşniyara min ev e ji şaredarên kurd:
Gelo ew nikarin bên ba hev, biryarekê bigirin, ji serî heta dawî li ser Çemê Dîcleyê lêkolîneke bikin, ku derê wê bi talûke ye, ku der guncan e ji bo ketina çem, ku der bi xeter e ku divê kes nekevê û wan deran diyar bikin?
Gelo nikarin van cihan diyar bikin û li cihên ku bi talûke ne tabelayan biçikînin?
A rast ez ne pispor im, ez nizanim di vî warî de tişteke wisa mimkûn e yan na lê a min wekî kurdek, wekî mirovek ez gelek pê diêşim ciwan di nav çemê ku jê hez dikin de jiyana xwe ji dest didin.
Û ber vê êşê jî tenê ev yek hate bîra min.
Wekî din tişteke ku bê kirin, pêşniyareke din nehate bîra min.
Pêşniyareke din hebe, em dikarin wê jî biweşînin, wê jî ragihînin şaredarên xwe.

cemilo@diyarname.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîroka Qubadî ya li Stenbolê

  • 16 Avrêl 2007

Ev çîroka xelatgirtinê ye. Çîroka ku ji destpêkê ve xwe bera nava dilên kurdên li Tirkiyeyê daye. Herî baş ew e em ji serî dest pê bikin: Sala...

Di dîroka şanoya kurd de mînakek serketî: Şermola

  • 09 Tebax 2010

Piştî nivîsa "Gelo haya nivîskar û şanogerên kurd ji hev nîn e?"* a di Diyarê Me de vê hefteyê emê li ser lîstika herî serketî ya di...

Ka em ji bo zimanê zarokên xwe çi dikin?

  • 29 Rêbendan 2007

Devê kî vedibe dibêje, “Zarokên me bi kurdî nizanin, êdî bi kurdî xeber nadin.” Ê baş e, lê pirseke wisa derdikeve holê, “Me ji bo zimanê...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Hotel Mumbai', 'Beyaz Karga' û yên din

ad

Server Tanilli wefat kir

ad

'Di hestkirina nasnameyê de rolê fenomentiyê'

ad

Ji bo 3 pirtûkên kurdî çalakiya îmzeyê

ad

LEWerger bi wergerên ji gelek zimanan hat

ad

Herî zêde kîjan pirtûkên bi kurdî hatin firotin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname