Heta niha wekî Muamer Qedafî ti serok û lîderên dewletan bi awayekî vekirî destek nedane kurdan. Di dawiya salên 1990’an de di dema hevdîtina serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Necmedîn Erbakan de wî bi awayekî vekirî got ku dem hatiye kurd jî di bin roja Rojhilata Navîn de bibin xwedî dewlet.
Dîsa dema birêz Ocalan ji Tirkiyeyê re hate radestkirin, Qedafî ev yek bi awayekî vekirî şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji bo tevgera kurd ya azadîxwaz destnîşan kir.
Ev yek dibûn sedem ku kurd sempatiyê ji bo Muamer Qedafî biafirînin.
Niha jî textê Muamer Qedafî diheje û gelê Libyayê li dijî wî di nava serhildanê de ye.
Û bi van serhildanan re niha medyaya kurd jî peyva “dîktator” bi navê wî ve dizeliqîne.
Gelo ev kesê ku di rojên teng de piştgiriya xwe ji bo gelekî bindest yê mîna gelê kurd
destnîşan dikir bi rastî dîktator e?
Erê dîktator e!
Çima ez behsa vê yekê dikim?
Ji ber gelek caran kurd xwe matmayî dihêlên ka çawa çêdibe ku dewletên rojavayî destekê didin serdestên Kurdistanê.
Bersiva vê yekê jî hêsan e: Gelo ger Hikumeta Başûrê Kurdistanê ji ber berjewendiyên aborî û siyasî, têkiliyên xurt bi dewleteke ne demokratîk ya li Afrîka yan jî Rojhilata Navîn re deyne, berteka kurdan wê çi be?
Kurd wê bêguman ne kiryarên li wî welatî, lê belê wê berjewendiyên xwe yên siyasî bifikirin.
Siyaseta navneteweyî tiştekî wisa ye; Dîktatorên welatên xwe dikarin bibin piştgirên bindestên welatekî din û bindestên wî welatî dikarin ji ber vê yekê sempatiyê ji bo wî dîktatorî biafirînin. Welatên ku xwedî demokrasiyeke navxweyî ya mikemel in, dikarin bibin piştgirên welatên ku qet demokrasî lê tune be.
***
Vegera Şivan Perwer a Amedê
Şivan Perwer ne zarokê doh e. Ne tenê hunermendekî jêhatî ye, her wisa her dem di nava hesabê tevgera balansa siyaseta li gora dem û cihê lê de ye. Ji vê balansa siyasî re zîrektî pêwîst e û Şivan Perwer di vî warî de bi têra xwe jêhatî ye.
Rewşa siyasî ya kurdan ya navxweyî rê dide ku hem ew û hem jî hemû hunermendên kurd di nava kurdan de vê balansê pêk bînin. Ew dikare di mitîngekî yan jî di konserekî de li gor nabzê siyasî yê beşdaran û derûniya serdest ya girseyê bê pirsgirêk gotinên stranên xwe biguhere û li şûna peyva “Pêşmerge” bibêje “Gerîla”.
Lê belê şansê jiyana vê balansê di navbera siyaseta kurd û tirkan de nîn e. Siyaseta kurd ya serdest û her wiha siyaseta dewleta tirk rê nadin ku hunermendekî kurd mîna lîderekî partiyeke siyasî tevbigere. Pêvajoya siyasî ya serdest rê nade ku hunermendek vê balansê di navbera kurd û tirkan de pêk bîne.
Sedem jî eşkere ye: Tevgera kurd di nava hewla bidestxistina mafê kurdan a siyasî de ye. Siyaseta dewlete tirk jî bi leşkerî û bi siyasî di nava pêşîlêgirtin û fetisandina vê daxwaza aliyê kurd de ye.
Şansê balanskirina siyasetê ya hunermendekî di pêvajoya aştiyê de heye lê belê ne niha aştî di rojevê de heye û ne jî pêvajoya wê.
Şivan Perwer ne stranbêjekî ji rêzê ye û rastiya giraniya wî ya hunerî heye. Ji ber vê giraniya wî pêvajoya serdest a siyasî ya her du aliyan ji bo vegera wî ya welêt niha tenê du rêyan jê re vekirî dihêlin:
Yan ewê li Amedê di nava girseya ji sedhezan pêk tê stranên xwe yên peyva “Pêşmerge” tê re derbas dibin bistre û car caran jî ji atmosfera serdest ya derûniya hevdîtina mezin wê peyva “Gerîla” jî li şûna ya “Pêşmerge” bi cih bike, yan jî dewlet wê bêyî ku haya wî jê hebe, wekî berdewamiya strana “Memleketîm”, wê “Onuncu Yil Marşiyê” jî pê bide xwendin.


