logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Edebiyata zarokan

  • Dîrok: 09/04/2011
Xort û xamayên îro, kal û pîrên îro ku duh xort û xama bûn; di demeke temena xwe ya herî xweş û nejbîr de, zarok bûn.
Heta ku temen çi qasî mezin bibe jî, cih û meqam ku der be jî; ew hest û kêf û coşa zarokatiyê, pir caran, bi mirovî re dije, heta hetayê. Ev yek jî dibe peyitandina, girîngiya  pêvajoya zarokatiyê. Ji ber vê yekê ye ku li welatên pêşketî; zanyar, pedegog, hunermend û her wiha nivîskarên wejeyê, ji her tiştî bêhtir rûmet dane zarokên xwe. Û bi vî awayî, zarok, zarokatî, jiyana zarokan, kêf û coşa wan, hest û ramanên wan, xewnên wan, êşên wan bûne mijara qadên navborî.
Kar û barê ku di vî warî de bibe, ji bo ku bi rêk û pêk be, her cure navgîn û rê jî bikar anîne. Ezmûn, lêkolîn, çavdêrî, lêgerîn; hemû pêvajoyên zanyarî xistine xizmeta jiyana  zarokan. Wekî ku ji hêla her kesî ve tê zanîn, gelek taybetmendî, sinc û rewişta ku di dil û mêjiyê mirovî de dirûv digire, bingeha xwe ji wê pêvajoya zarokatiyê werdigre. Hemû, dîwar û avahî li ser wê rikna zarokatiyê  bilind dibe. Û jixwe awêneya mirovî û her weha bi tevayî awêneya civakê, serpêhatî, dîmen, kirin û kirûyên wan roj û salan in.
Ku em bala xwe bidin civakên dinyayê, bi taybetî yên rojava, em rastî gelek berhemên hêja yên zarokan tên. Çîrok, roman, çîrçîrokên ku êdî bûne yên hemû miletan. Ji Andersen bigre heta Jules Verne; ji Grîmmên bira bigre heta bi Beydeba û her wiha yên din, gelo li ku dera dinyayê be bila bibe, zarokekî ku van berhêmên van edîban nexwendiye heye? Hest û ramanên nifşên nû, her wiha feraset û taybetmendiyên wan, di nav cîhana berhemên klasîk yên delal de tê strîn û bi vî awayî jî, dahatûya neteweyan, bi berhemên hêja dirûv digre.
 
Zanayê dûrbîn Ehmedê Xanî jî, bawer dikim bi heman hest û zîziyê tevgeriyaye ku rahijtiye pênûsa xwe û “Nûbara Biçûkan” diyarî zarokên xaka xwe kiriye. Lê çi mixabin e ku ji ber sedemên diyar ên sedsalan, bi tevayî edebiyata kurdî, ji rayên xwe, ji bingeha xwe qetiyaye. Ew bingeha ku dikarîbû li ser bilind  bibe, sêwî û pir qels maye. Bêşik, edebiyata zarokan, di nav vê yekê de, ji her tiştî bêhtir kitim maye. Tiştên heyî, kelepora netewî, mîrateya devkî jî, ji hêla dagirkeran ve talan bûye.
Di pêvajoya nûdem a gelê kurd de, çawa di her warî de kevirên heyî ji cihê xwe leqiyabin, edebiyat jî para xwe ji vê yekê wergirt û her wiha kete nav hewldanekê. Lê ji ber ku edebiyata zarokan raste rast bi kar û barê perwerdehiyê ve girêdayî ye, ev ling ji yên dîtir qelstir ma. Her çi qasî, hin saziyên me, bi taybetî jî hin şaredariyên me, bi vê mebestê ketne nav hewldaneke hêja jî, mixabin ev tu caran têrî pêdiviyan nekir. Cîgeyî û teng ma. Bi rêk û pêk nedomiya. Ji bo pêşketineke berbiçav, hewldanên bi rêk û pêk, ên domdar û zanyarî divên.
Ligel berhemên heyî yên devkî ku bi awayekî pergalî ve bêne berhevkirin, berhemên nûjen jî ku raste rast ji nav jiyana gelê kurd, her wiha ji nav cîhana zarokên kurdan bêne afirandin divên. Ev jî, bi ked û hewldana her kesî ve pêkan e. Çi kes, çi sazî bin; ev zeviyê beyar li hêviya xebatê ye. Li hêviya, dilên zîz, destên bikêr, mirovên çeleng û ronak e...

b.zelal@mynet.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

‘PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’

  • 26 Rêbendan 2012

Pênûsa xwe şibandiye misasekê jî. Bi ya min pênûsa Rûken, ji misasê bêtir mîna gîsin e.Bawer Rûken, nivîskarekî ciwan e. Di berhema xwe ya bi...

Nivîsên ku di beşa SERBEST de hatibûn weşandin

  • 14 Gulan 2010

Nivîsên nivîskarê me Îsmaîl Dîndar ên ku berê di Diyarnameyê de, di beşa SERBEST de hatibûn weşandin:- Li Amedê Komeke Xwendinê- Werger; Çanda...

KURM QURM QUL KIR

  • 22 Rezber 2012

Xwezî her zehmetî, mîna bilêvkirina vê çîvanoka ku bû serik ji vê nivîsê re, zehmet bûya,Xwezî her zehmetî, wekî  bilêvkirina...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wê Ramazan Erim Amed Sporê bi rê ve bibe

ad

Dengbêj Kazo û xanima wî jî bi vîrusê ketin

ad

Walîtî konserê koma Veradardz qedexe kerd

ad

Di 2 maçan de 12 gol, û va ne tîmên derbasî Dora 16'an bûn

ad

PEN'a Kurd li ser rojnamegerên li Behdînanê daxuyanî weşand

ad

Li Şirnexê 4 'Tatar'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname