logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Ez nema di 'Pênûsa Nû' de dinivîsim, sedem jî ev e

  • Dîrok: 14/06/2012

Dîtineke giştî
Dema rojnameyek di bin navê (Hevbendiya rojnameger û nivîskarên kurd) de derkeve, baweriya min ew e, ku divê zimanê wê rojnamê kurdî be. Eger îmkan tunebe rojname xurû bi kurdî derkeve û duzimanî be, divê bi her awayî zimanê kurdî li pêş be û cihê berbiçav û sereke jê re bê veqetandin. Eger pêdiviyeke mezin bi zimanê din hebe, divê ew ziman di pileya duyem de cih bigire. Eger wisa jî nebû, divê her du ziman di yek astê de û wekî hev cih bigrin. Ez vê yekê dibêjim, ne ku zimanekî ji yê din çêtir yan jî bilindtir dibînim, lêbelê ji ber ku xwediyên vê rojnamê, xwedêgiravî, rojnameger û nivîskarin kurd in û ev hevbendî jî ya wan e. Dîtina min ew e, ku rojname bêyî kurdî û tenê bi erebî derkeve, çêtire ji vê biçûkxistin û bêrûmetkirina kurdî ku berê têra xwe ji hêla dewletê ve hatiye qedexekirin, bişaftin û perîşankirin.

Zimanê kurê Xatûnê û zimanê kurê Cêriyê
Gava min daxwaza (Pênûsa Nû) pejirand, ku quncikekî mehane ji bo wê binîvisînim, mebest piştgiriya vê rojnamê bû û jinûveavakirina têkiliyê bi der û dorên nivîskar û xwendevanên Binxetê re bû, ku demeke dirêj e bê rojname û kovar mane. Min dizanîbû duzimanî ye, lê min nizanîbû ku ew ê rojnameyeke erebî be û wekî pêvek, wê li dawiya rojnamê çend rûpel ji bo kurdî ya belengaz jî bêne veqetandin.
Hêjayî gotinê ye ku li kêleka kurdî, berê û aniha jî, bi erebî dinîvisînim û ne li dijî nivîsandina bi tu zimanî me.
Lê, ez ê di tu rojnameyê de nenîvisînim ku zimanê din mîna zimanê (Xatûnê) û zimanê kurdî wekî zimanê (Cêriyê) hatibe bicihkirin. Nexasim ku ew rojname ji hêla dezgeheke kurdan ve bê derxistin.
Balkêş e, ku devê kîjan kurdekî Sûriyê (Rojava) vedibe, rexneyan li kurdên Tirkiyê (Bakur) û heyraniya wan a ji bo zimanê tirkî dike. Lê, bi derxistina vê rojnamê bi vî awayê ku pê derketiye, kovar û rojnameyên kurdên Bakur yên salên heftêyî û heştêyî tînin bîra mirov. Gava ku rojname an kovar bi tirkî derdixistin û li dawiyê çend rûpel ji bo kurdiya ku "kes naxwîne" vediqetandin.
Mesele wiha lê hatiye ku di nav duwazde qunciknivîsên bi erebî de, min xwe tenê wekî qunciknivîsekî bi kurdî dît. Îca, di nav vê tofana erebî de, çi hewcedarî bi wê quncika kurdî heye, gelo?
Ez bi xwe tu hewcedariyê pê nabînim û ji ber wê jî ez quncikê xwe radiwestînim.
Her wisa heyraniya li hember erebî, di vê rojnamê de, giha wê asta ku yek ji desteya rêveber ya beşa kurdî ji rojnamê, bi erebî rojnamê pêşkêş dike û dema komîteyeke şêwirmendiyê pêşkêş dike, ku ew komîte tenê ji bo erebî heye, bask pêve şîn tên. Vê yekê, destnîşankirina komîta şêwirmendiyê wekî "mezintirîn bûyerê çand û afirandinê" bi nav dike û wan wekî navin li herêmê û li cîhanê naskirî pêşkêş dike. Tev ku têkiliya hinek nav ji wan, ji bilî afirandinê, bi her tiştî re heye û gundiyên wan wan nas nakin! (1)
Eger rêzgirtin ji peyva afirandinê re nemabe, divabû hinekî rêzgirtin ji aqilê me re bê girtin.

Encam
Ez bi hêvî me ku ev helwest, ji çarçoveya xwe ya destnîşankirî derneke û tu şîroveyên şaş li pey xwe nehêle. Pêşniyaza min ji hevbendiya rojnameger û nivîskarên kurd li Sûriyê re ev e, ku rojnameya xwe bi erebî derxînin û ne hewce bû zimanê kurdî têxînin wî halê ku we xistinê. Wê çaxê ez jî, wekî wan, bi erebiyeke petî û delal, dikarim behsa perîşanî û rezaleta ku zimanê me û çanda me têdeye, bikim.

…………………………………………………………………………………………………………………………..
(1) Hûn dikarin vê agahiyê li vir, bi erebî, bixwînin
http://www.welateme.info/cand/modules.php?name=News&file=article&sid=4009
   

**

Nivîsa Helîm Yûsiv a ku di "Pênûsa Nû" de derketibû:

- Ala kurdî û partiyên kurdan

helimyusiv@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Romana “Bend"

  • 19 Sibat 2012

Her çendî dîroka hatina kurdan ya Ewropayê kevin be, lê dîsa jî şûn û şopa vê hatinê di wêjeya kurdî de, nû rûdide. Bi sedan kurd, di...

Nifşê bêjî - 4: Qeyikên romana kurmancî di nav pelên siyasetê de

  • 24 Gulan 2010

Romannivîsên ku di qonaxa 1990 – 2000 de derketinEz dixwazim di destpêkê de, li Bakur û Rojava, dîmenekî giştî ji rewşa siyasî re, ragihînim. Ew...

Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

  • 12 Adar 2023

Hinek hunermend hene dengê wan û muzîka wan pir xweş e, lê ew wekî kes û wekî helwest dema mirov wan ji nêzîk ve nas bike, dihêlin mirov poşman dibe ku ew naskirine....

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kanalake TV'yê ji bo zarokan bi kurdî çêbe wê çawa be?

ad

Ji Nûbiharê du pirtûkên nû

ad

Taylor Swift mohra xwe li şevê da

ad

Parîs bû platoya fîlman: Di vî warî de rekor şikand

ad

Hemû partî li aliyekî, PDK li aliyekî…

ad

Teza doktorayê di 5 rojan de 2 mîlyon car hat xwendin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname