Çarşem – Min derê gerdûnê vekir, dinya di xew de bû. Hêdîka min biskên wê ji ser guhên wê dan alî, min gotinên xwe jê re kirin guhar û ji malê derketim. Clarice Lispector li benda min e, gerek bilezînim.
Derê erebê vedikim, siwar dibim û Clarice Lispector ji hişê min peya dibe. Dengê erebeyê dirije nava dengên sikakê. Em di erebeyê de sekinîne, sikak berepaşkî diherike, awirên min jî pê re. Heyber û heyîn giş li sikakê civiyane, tenê Clarice Lispector ne li sikakê ye.
Boçika cixareya xwe di cama erebeyê re diavêjim sikakê, fikir jî welatên şareza diavêje hundirê hişê min. Bi deng dikenim, dûxan devê min vala dike, gotin tên devê min ê vala tijî dikin. Şems Qemer fitêzê bilind dike û dibêje, “Tu bi çi dikenî, Kovan?”
Dibêjim, “Li rojavayê dinyayê boçikên cixareyan dîl in di zindanên teng de, însan jî azad in. Lê li rojhilat boçik li sikakan azad in, însan jî bindest in. Helbet kenê min ne bo vê bû. Hingî ez jiyana rasteqîn û jiyana sêwirandî tevî hev dikim, carna nizanim li kîjanê dijîm. Gava ji mal derketim, hîn jî min digot qey ez û Clarice Lispector em ê hev du bibînin, tevî min zanîbû îro ez û tu em ê hev du bibînin û herin serê girê Pagosê jî.”
Şems keniya, pêşiya erebeya wî dikira qûna mêrik maç bikira. Lingê wî hêrsa xwe bi ser serê firênê de vala kir.
Bi henekî min go, “Sûc ne yê erebeya nivîskarê kurd e, birêz dozger. Lewra li vî welatî erebe li ser peyarêyan park dikin û însan di orta rê de dimeşin.”
Şems bi ken pê li qorneyê kir: “Kovanê me, dinya çiquliyekî xwar e, gava tu dixwazî rast bikî, di destê te de dişikê.”
Girê Pagosê hem sîbera Smyrnayê ye hem çavê Xwedê. Ne nasnameya kurdbûna me ye, lê dîsa jî li vî bajarî di bênasnametiya me de ciyê herî aram e bo me. Kurdên bênasname, li welatên Ewropa û Amerîkayê xwediyê Nasnameya Penaberiyê ne qene. Bes ne li Tirkiyeyê nasnameya me ya penaberiyê heye, ne li Kurdistanê.
Erebe li serê gir sekiniye, ez û Şems Qemer di erebê de rûniştine. Em ji jor de li bajêr dinêrin, bajêr xwe li deryayê rapêçaye û pişta xwe daye me. Bîraya cemidî hebekî kela dilê me dadinîje û tîna tavê jî nava erebê dikelîne.
Ne ez Tantalosê qralê Frîgyayê me, ne Şems Lysimakhosê generalê Îskender e. Em du nivîskarên zimanekî bênasname ne û li Smyrnaya pirrnasname, em derheqê edebiyata Clarice Lispector, Herta Muller û Dermot Healy de hebekî egzera hiş dikin, qene ji bo fêm û bîra me çêtir têbigihîje bê ka çima ziman û şêwaza wan hiştine ew li Federasyona Edebiyatê (ya bi navê xwe Dinya) bûne romannivîsên ji welatê dîtir.
Qirika min ziwa dibe. Qurtek bîra vedixwim, gotin di devê min de hênik dibin.
Em ne xwediyê nasnameya penaberiyê bin jî, gotinên me nagirîn û em ne qerekterên lîstikeke dramatîk in.
Şems dûxana cixarê pifî ser rûyê Smyrnayê dike û dibêje, “Heke careke din jî ez wekî kurdekî werim dinyayê, ez ê dîsa sêva Xwedê bixwim û bila Xwedê hemû nasnameyên min biçirîne.”
Mijeke tîr bedena Smyrnayê dialêse û diçe dikeve ‘hemêza kendavê.
Ev hembêz çi îxaneteke nermik…
Li çola serê min jî fîlek li ber siya mişkekî mexel hatiye. ‘Heta şêrek neyê ew ê bi fîlbûna xwe ne’hese.
Smyrna bi xew ve diçe, hêdîka deriyê serê xwe digirim û çar tekelik min dibin malê. Wexta mifteya avahiyê ji bêrîka xwe derdixim tê bîra min, ku min xwe li ser girê Pagosê ji bîr kiriye. Heke min cixareya vêxistî di nava tilîkên xwe de ji bîr kiribe, tilîkên min wê bişewitin. Li serê gir, şûşeyek ava cemidî jî bi min re tune da ez li tilîkên xwe ya şewitî kim. Li malê, mûslixa pêjgehê vedikim û destê xwe didim bin ava cemidî.
Çizzzt.


