logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Gotinên ez jê hez dikim

  • Dîrok: 27/02/2019
Ev nivîs hema wisa hatiye nivîsîn, ger ne bi dilê we be biborin...

Li gundên me zivistanan pir berf dibariya/dibare. Di demên wisa de pir sar bû/e. Di şevên nav vê zivistana bi sar û seqem e ku niha mijara me ye de tiştê herî xweş, tiştê herî zêde me jê hez dikir nivînên me bûn. Yek ji beşên van nivînan jî lihêf bû ku bi taybetî lihêfên ji hiriyê... Wan lihêfan her em germ dikirin... Ma emê çima jê hez nekin? Peyvên ku ez ji wan hez dikim jî eynî wekî van lihêfan in û her min germ dikin.
Ew peyvên ez ji wan hez dikim her dilê min dikelînin. Her min sermest dikin. Bawer bikin dema dibihîzim bandoreke wan a baş li wê kêliya jiyana min çêdibe.

Û her peyva ku bandor li min/me dike di heman demê de dibe parçeyek jiyana me jî. Yê min jî wisa ye.

Relaks
Ji nav van peyvan, peyva "relaks" (orjînal nivîsîna wê "Relax") a ji zimanê îngilîzî ez gelek jê hez dikim. Lê dikim nakim ne "Aram" a kurdî, ne jî "sakîn" a tirkî dikare cihê wê bigire. Bawer bikin hema her dixwazim ev peyv li her kêliya jiyana min be.

Se kenê
"Se Kenê" peyveke bi kirmanckî (Zazakî) ye, di wateya "Çi dikî" de. Nizanim çima her jê hez dikim. Îro dema em ji yekî/ê dipirsin "Se kenê?" ew radibe qala karê ku niha di dest de ye dike. Lê mirovên berê dema te pirsa "Se kenê" li wan dikir digot "Se kena di sey". Yanê "Sedê dikim du sed"...

Çi dikî?
Erê "Çi dikî?"... Kurmanciya "Se kenê" ye... Peyvek gelek ji rêzê ye lê gelek li xweşa min dike. Bersiva min tu demê ne "Baş im" e, yan jî tiştê wê kêliyê ez dikim. Hema her ku vê peyvê dibihîzim bi tiştên din bersivê didin.

Xeydokê
Şivan Perwer distrê strana "Xeydokê" û wisa derbas dibe hevok: "Çi Xeydokek dilovan, eşîr jêre dibin qurban"... Bifikirin ku hemû eşîr li ber we rêz dibe, dibin "qurban"... "Qurban" hinek bêhna olî bide jî peyvek bi dilê min e. Bi  taybetî dema bav û apên me ji zarokek piçûk re dibêjin "Ez bi qurban"...
Di heman stranê ku versiyona wê ya Îbrahîm Tatlises tişt lê zêde kirine de jî wisa dibêje, "Ax, digo qîzê vê zemanê bê dost û yar nabin..." De were li ber nehele...

Bi xêr hatî
Hin Başûriyên me hene bi telefonê gelek caran em li hev digerin. Berî tu telefonê bigirî wisa dibêjin, "Tu bi xêr hatî, ser çavan re hatî..." Ez çûme, ew hê dibêje "Tu bi xêr hatî".. A rast ev xêrhatina wan ji hemû axaftina ku heta wê kêliyê me kiriye zêdetir ez hez dikim. Ha, nizanim çi ew tiştek din e. "Hûn jî bi xêr hatine".

Helbet gelek peyvên ku ez ji wan hez dikim hene lê îro ew hatin bîra min. Îro min ew qas serê we êşand bes e...

Hin Nivîsen Nivîskar

Heqê Erdal dê kî teslîmê wî bike?

  • 14 Tîrmeh 2008

Belê, Heqê Erdal Polat dê kî teslîm bike? Ger hûn bibêjin Erdal Polat kî ye? Di 3'yê rêbendana 2008'an de li Amedê li hemberî serwîsa leşkerî...

Danberheva Katalonyayê û Başûrê Me

  • 15 Rezber 2017

Li Başûr 25’ê vê mehê referandûm heye, li Katalonyayê jî serê meha 10’an. Me xwest li ser her du aliyan danberhevek çêbikin û di dawiyê de...

Ka em ji bo zimanê zarokên xwe çi dikin?

  • 29 Rêbendan 2007

Devê kî vedibe dibêje, “Zarokên me bi kurdî nizanin, êdî bi kurdî xeber nadin.” Ê baş e, lê pirseke wisa derdikeve holê, “Me ji bo zimanê...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

KAOSGL ji bo Newrozê bi kurdî weşan kir

ad

Metna edebî û xwendevan

ad

YSK: BDP nikare beşdarî hilbijartinê bibe

ad

Vaye lîsteya 20 nivîskarên zêde pere kar kirine

ad

Li Hollywoodê yên ku zêde pere kar dikin

ad

Zinar: Zimanê dewleta Medan kurmancî bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname