Bi dû her qirrê, qelanê de mirovahiya ji kirin û kiryarên xwe fihêtkar bi navê bajarekî, bi wêneyekî ku di wê kêliyê vedibêje, bi kevalekî ji destê wênesazekî derketî, carcarinan jî bi helbestekê karesata rûdayî dike mifteya vekirina deriyê bîra hevbeş a mirovahiyê!
Navê ‘Guernîka’ çawa ku bêhemd û ji nişkê de zilma Franko’yê zilmdar û xedar tîne bîra mirov, ev nav di heman demê de navê kevala wênesazê bi nav û deng Pîcasso, û pê re jî navê wî bajarê berxwedêr yê Îspanyayê jî dixe bîra mirov.
Ev bîr, ev bîra ku mîna çala bi ava tavên biharî û helana berfa zivistanî bê dagirtin, berxweş e û her roja ku diçe mişttir dibe ji qoq û hestiyên mirovan, ji êş û azar û jana gelan; ji celiyê, ji koçberiya qewman, ji xwîna jêrdest û bindest û bêgunehan….
Di dem û kêliyên wisa de çeka herî giran a jêrdest û tepeseran nifirek e:
- Xwedê nehêle!
Bêhna Xweda fireh e, dibêjin.
Û em dizanin ku Xweda ne heval û berevanê zilma ku evd li evd dike ye!
Ya mixabin, gelek caran evd bi ‘navê Xweda’ zilma evd li evd ‘ ferz’ kiriye, ku şair jî rabûye dadaye gewriya peyvê:
Hormizgan riman atiran kujan
Weşan şardewe gewrey gewrekan
Zorkarî ereb kirdine xapûr
Ginaw paleyî heta Şarezûr
Şîn û kenîkan we dîl beşêna
Mêrd azar tilî we rûy hiwêna
Rewişt Zerdîştire manewe bê des
Bezêka nêka Hormiz we hêç kes*
Şair jî li vir mîna bêçareyan ne heval û ne hogir, berê xwe bi jor ve vedike, alîkariyê ji Xweda dixwaze: Bezêka nêka Hormiz we hêç kes: Ne Hormiz bi hawara me ve tê/dibeze, ne jî tu/hîç/yek kes!
Ma Xweda, ma di ber we re bindestino?!
Hê îro, serokwezîra Almanya Markel di axaftina xwe ya li parlamentoya Îsraîlê, bi navê dewleta xwe bexşîna xwe xwest ji ber zilma ku demekê bi destê Hîtler li cihûyan hatibû kirin!
Û wekî peyva dawî Markelê ev gotibû: Em wekî xelkê alman û dewleta alman amade ne ji bo her cure alîkariyê!
Bala xwe bidinê, wekî ku pêşiyên kurdan jî gotine, ‘dinya pêkarîn e’, yê hêzdar rabûye û pê li serê yê bêhêz/lawaz kiriye.
Ev tirk ev çend bi aqil in ku ev peyv gotine û hiştine: Masiyê mezin yê biçûk dadibelîne!
Çerxa dinyayê heta niha wisa geriya ye, û wekî ku pêşiyan gotiye, ‘darê dinyayê’ wisa bûye ku pêşiyan gotine, ‘ zor zane, zêr zane, devê tivinga bi mor zane’!…
Îro ji nava sedûtiştek dewletên li darê dinyayê dewletek heye ku ew xwediyê her sê tiştên ku pêşiyên me jimartine:zêr, zor, tivinga bi mohr e: Amerika!
Heman Amerîkaya ku îro li Rojhilata Navîn li du projeya ‘Rojhilata Navîn a Gewr’ e ji du bombeyên nukleerî yek neavêtibû Hîroşîma? Piştî sê rojan a din jî bi ser serê bajarê Nagazakî de bernedabû?
Wexta ku Hîroşîma tê gotin, bêhemd sûretê wê keçika ku tikûtenê û şilf î tazî, di devê wê de tofananek qîrîn, di çavên wê de çemek girî…û ketibû ser rê, tê bîra min!
Niha ku ez bibêjim Helebçe, ev nav wê çi bîne bîra we?
Bajarê Helebçe, Sadam Huseyn, Elî Kîmyewî...an bi sedhezaran mirovên ku xwe avêtin sînorê Tirkiyeyê?
Ê min ew sûret, ew sûretê bavê ku zaroka xwe di dema mirinê de jî bernedabû; hembêza xwe lê pêçabû û bi dev û rû ve çûbû erdê, tîne bîra min navê Helebçe!
Helebçe…
Ji bo Helebçe…
qutbûn ji biharek din, bi jînê şa nebûn*
hinek pûç bûn di Helebçe de hinek kor
û hinarkên rûwan sor sor,
ji heyva nîsanê nergiz
bilbizêq
û beybûn
tev zarok bûn!
tev zarok bûn, tev de jin bi jahra xerdelî mirî
dilê min perçe perçe, dilê min parî parî
bi adarê re bihar digirî li sikakên Helepçe!
û ez helbestkarek im di hêlekê de
birînên min Nagazakî, êşa‘m piç piç Hîroşîma
bi dû ewrên jahrî de tiştek nema
di Helebçe de ji nergiza
ji bilbizêqa,
ji beybûna…
*Helbesta ku li ser qeteçermekî li şikefta Çeşanê hatiye ditîn. Ev helbest, li gorî agahiya ku Nûradîn Zaza radigihîne, di destpêka serhildana Dersimê de ji hêla serhêldêran ve wekî sirûd hatiye xwendin!
* Helbestek ji dîwana ‘ramûsan min veşartin li geliyekî’
Peyam:
Bi heviya di rojên pir nêz de li ser bircên ku Zekiye Alkan ji serê tiliyan ta bigihe tayê por xwe kir findek û xwe vêxist û ronî da, li heman bajarî li heman cihî em arê mizgîndar ê Azadiya Kurd vêxin, û li dor arê pîrozwer pê li ber pê, mil di mil de, govendê bigerînin….
Newroz pîroz be!
***
Têbiniya Diyarnameyê: Pirtûka helbestan a Arjan Arî “Ramûsan min veşartin li geliyekî” ji Weşanên Avestayê derketibû


