logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

HDP li Ewropayê partiya 2'yemîn e

  • Dîrok: 28/05/2015

Li welêt bendewariyeke mezin ji encamên dengên li Ewropayê  ji bo HDPê re têne dayîn afiriye. Encamên niha bi dest ketine dê diyarker bin ka çiqasî dê ev bendewarî bi cih werin.

Min heta destpêka vê hefteyê 10 roj li welêt derbas kirin. Ji Amedê heta Cizîrê yek ji babeta sereke ya ji min dihate pirsîn bendewariya dengên HDP’ê ji bo hilbijartina giştî ya li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ji hilbijêrên ji Ewropayê bistîne bû.

Gelek caran bi pirsên vê derbarê de ji min dihate pirsîn diyar dibû ku pileya bendewariya ji hilbijêrên li Ewropayê zêde hatiye bilindkirin. Pê re jî hêviya derbaskirina benda sedî 10 ya HDP’ê heta astekî bi dengên ji Ewropayê werin ve hatiye girêdan.

Ez hê ji niha ve bibêjim ku dengên ji Ewropayê werin dê roleke erênî ji bo HDP’ê bilîzin lê belê divê pîleya bendewariyê neyê bilindkirin û herkes divê bizane ku HDP eger bendê derbas bike, dê bi dengê li Bakur û Tirkiyeyê jê re derkevin derbas bike.

 Dengdayîna  derveyî Tirkiyeyê roja 8’ê gulanê dest pê kir û dê heta 31’ê gulanê berdewam bike. Halê hazir tenê 3 roj ji dengdayîna ji derve re mane. Li seranserî Ewropayê bi giştî 2 mîlyon û 800 hezar hilbijêrên bikarin dengên xwe bidin hene. Ji van heta vê pêncşemê (28 gulan) derdora 750 hezar kesî dengên xwe dan. Hejmara hilbijêrên Almanyayê diyarker e û li vî welatî mîlyon û 405 hezar û 503 hilbijêr hene. Tê texmînkirin ku heta roja 31’ê gulanê, ango roja dengdayîna dawî ya li Ewropayê bi giştî li van welatan nêzîkî mîlyonek kes dengên xwe bidin.

Li gor agahdariyên rêveberên HDP’ê yên li Ewropayê, wan rasterast têkilî bi derdora 350 hezar hilbijêrên ku gotine dê dengên xwe bidin  wan re têkilî danîne. Pê re jî bendewariya HDP’ê ew e ku li Almanyayê derdora 200 hezar dengan bi dest bixe û li seranserî Ewropayê jî ev hejmar bigihe 400 hezarî.

Niha li her cihên deng têne dayin muşahidên HDP’ê hene. Hejmara kesên ku niha li ser sindoqan tê texmînkirin ku dengên xwe didin HDP’ê û tê tomarkirin. Li gor encamên heta niha derdora sedî 25 kesên diçin dengdanê dengên xwe didin vê partiyê. Eger heta roja yekşemê li seranserê Ewropayê mîlyonek deng werin dayîn û dengên diçin ji HDP’ê re wisa asayî berdewam bikin, dê hejmara dengan a HDP’ê ji Ewropayê bi dest bixe derdora 250 hezarî be. Ev hejmara dengan ne hejmareke biçûk e. Bi van dengan dê li Ewropayê HDP dû AKP’ê re bibe partiya duyemîn.

Xwegihandina hedefa HDP’ê ya hatiye ne hesanî  ye; Rojane bi sedan kesên bi niyeta dengdayînê diçin ser sindoqan, bêyî dengên xwe bidin vedigerin malên xwe. Sedem jî ew e ku beyana navnîşana xwe nekirine û navnîşana wan a li Tirkiyeyê yan jî li bakurê Kurdistanê hatiye tomarkirin. Ev yek dibe sedem ku yan ew roja hilbijartinê biçin Tirkiye û bakurê Kurdistanê û dengên xwe li wê navnîşana hatiye tomarkirin bidin û yan jî dengê wan bişewite.

Herî dawî jî derbarê ewlekariya dengên hatine dayîn de ev yek dikare were gotin; Li ser her sindoqê serokê sindoqê, memûrek dewletê û nûnerên AKP, CHP û MHP’ê hene. Ji ber HDP bi serbixweyan ketiye meclisê, muşahidên wê derveyî maseya sindoqa dengdayînê dişopînin. Divê were gotin ku muşahidên HDP’ê ji partiyên din çalaktir û birêxistintir hay jê dimînin ku hîle nekevin dengdayînê. Yên herî rehet jî peywirdarên AKP’ê ne û gelek ji wan ji xwe pêwîst nabînin herin ber sindoqan rûnin jî.  Piştî dengdayîna li Ewropayê biqede, dê hemû deng li navendên Ewropayê û wekî mînak yên li Almanyayê li bajarê Kolnê werin civandin. Ji wir jî dê ev deng ne bi balafirên kargoyê lê belê li ser qoltixên balafirê bi muşahid û peywirdaran re ji bo Enqereyê werin rêkirin. Ev deng wê li wir li Odeya Bazirganiyê ya Enqerê werin mihafezekirin. Di van deman de dê herdem muşahidên HDP’ê jî amade bin. Sibeha hilbijartinê, ango 7´ê hezîranê jî ev deng wê ji hêla Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve werin hijmartin û li ser dengên giştî yên partiyan werin belavkirin.      

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Nameya Wagner a ji bo Kobanî

  • 27 Kewçêr 2014

Ez nivîsa quncika xwe ya vê carê beyî tu şîroveyî ji bo wergera nivîsa Frank Josef Wagner* a di rojnameya Bild ku ev rojane zêdeyî 3 mîlyonan li Almanya û...

Kurdên Bodrûmê

  • 05 Gulan 2011

Min dîtina aliyê deryaya Spî ya Tirkiyeyê ji mêj ve meraq dikir û van rojan delfeta min çêbû ku çend rojekî li wan aliyan bin. Bi taybetî li bajarê...

Kurdên Höchstê

  • 25 Sibat 2008

Höchst i. Odenwald bajerekî Almanya yê li eyaleta Hessenê ye. Digel ku hejmara şêniyan ji 10 hezarî derbas nabe jî, bi sedan kurd jî li wir û li gundên...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Parîsê êrîşê kurdan kirin: 3 kes mirin

ad

Mazlum Dogan hat bibîranîn

ad

Endama Dayikên Aştiyê Sakîne Arat mir

ad

Stranên Michael Jackson ên nayên zanîn wê bêne weşandin

ad

Fîlmên li ser 'Sûc û Cezayê' tên

ad

TUYAP'ê bi çalakiya protestoyê ya karkerên Ulkerê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname