Wêneyê çarem:
Sifreya eynelî ya ji qeraxên xwe ve kupiyayî û telomelo ku hew du lalîk û piyaleyek dikare li ser bi cih bibe, bi gotina Şikro ‘bavê bavkê wê, Osmanê wê yê hêjayî axatiya eşîra Omeriya’, tela tela, her du destên wî hişk bi qeraxên sifreyê ve zeliqî, tê, di ser serê min re disekine, cihê sifreyê bi çavên xwe destnîşan dike û sifreyê li tenişta min a çepê, nêzî kaboka pêyê min ê ji erdê rakirî, datîne. Dema sifreyê datîne li tevî lalîka mişt girara bi şê’re û lalîka tirşikê ya ku qetên bacanên reş mîna qetê kuşbaşiyan di nav de dixuyin, li ser tej dizîvirîne, bêrê hêla bi pîvazterkên mîna paqê xanimên van meh’mûrên tirk spî û şahîk dide min û bi heman bêhnfirehî û bêdengiyê ji qelavîzka radibe ji piya, li rabûnê bi devzendika rastê bêvila xwe paqij dike, bêyî ku kelîmelah ji devê wî derkeve, pişta xwe da min û deriyê bi her girtin û vekirinê re ku zîqîna sekna trênekê jê tê, li dû xwe didare û diçe!
Ev roja çarê ye ku ev kur rojê bi kêmanî pênç şeş caran tê vê odeyê û dertê, lê heta niha li nav çavên min nemeyzandiye, bi min re nebişiriye, kelîmelah ji devê wî derneketiye.
Hebe nebe tembî û şîretên Şikro ev kur wisa sar û sil kirine ji min.
Wêneyê roja çarê: roja di kevalê pend û şîretan de eciqî
Îro çarê min e ku Koçero li çiyan, ez li vê navçeyê xwîniyê hikumetê me!
Niha, vê sihara ku roj tîrêj bi tîrêj mîna laşkerên İskender tûj û dirînde ji rexê başûr de erdê dixin bin hikmê xwe û bilind dibe û tê, Koçer efendî di şikefteke kevî-hênik de xwedê zanê bê çi xewa şîrîn dike!Lê ez, ez rebenê Xwedê…mîna mişkê ku xwe ji ber xîpediran û pençeyên pisîkan têxe qul û qawêran, li min hatiye: Her ku li der xirepişek diqewime, ez dibêjim qey avêtin ser malê. Carên ji ber mîzê netêde, heta destê sibehê ez çend caran ji cihê xwe hol bûm! Dibêjin meriv di tirs xwe re derdikeve! Xwedê neke, niha weke xewna şeva bihurî ev bêbav bigirin ser malê û destê min têxin wan kelemçeyên ku guran dikin pisîk, ez ê çi bikim?
Destê min li ser dilê min e!
Çixareya zedê zimanê min di korta devê min de kiriye qetek kulav!
Sî û sawêrê siharê:
Di demeke ku sihar sihar mîna roviyê di mêrga tirsê de vedigivizim de, Birahîmo’yê ji kar û barê dinyayê destên wî mîna mertalên kuffarî pahn û fere, li gorî qelafetê xwe yê xişn, hest û hizir-tenik dide derî, û dibîne ku min çixare pêxistiye. Hê lingekî wî li hêla eywanê, bi ser Şikro de diqîre:
--Kêçê kurxal çixare vexistiye…zû tiştekî bînin da xurîniya xwe bişkîne. dibêje û bi dû sibeh bi xêrê de, berê xwe dide şibaka hêla quble ya ku li hewşê dinere…Wexta ku perdeyê ji ber pacê dide alî, di ber xwe de’ kurxal dibêje, mal ava te hûndir kiriye dûxane. Qeda bi hûndir keve, xebîneta kezaba te, heyran!
Mala wan ava be, Şikro û Birahîmo bi qasî serê derziya bi qul ne mahdê xwe ji min tirş kirine, ne jî peyveke çor û çewt ji devê xwe pekandine!
Serê peyva wan bi kurxal destpê dike, binê peyva wan bi kurxal diqede. Lê ez bi tenê zanim bê li çi belayê rast hetime.Ji azana mela heta berî ku Brahîmo ji birrîna pirekêtan bê malê, rewtek di destê Şikro de ye, li dû qûna mirîşkan pite-pita wê ye:
--Ne hûn bin, ne hêkên we bin…hewşa nestêle bûye sergoyê zelq û zîrçên we…
Hewşa ku dibêje, du donim erd in. Ji nîvî pirrtir bacansork û îsot…û neh deh mişar pîvazterk û mişarine beqdûnis, û şinahiyên din…
Mirîşkên Şikro herî pirr berê xwe didin hêla beqdûnis! Şikro jî xwe dikeribîne, dibeecîne û dike qîrîn:
--Wey eşek ji ezmanan miselitî we bibe…kêr negihe ser we, reb-bî!
Hima ku Brahîmo ji birîna pirekêtan tê, piştî silaveke germ û çawayî çiloyî, berê xwe dide Xweda, û bi poşa diçe tejika limêjê! Piştî silavvedanê, pirsa wî ya ewil, ‘Keçê te şîva kurxalê min dayê’ye.Bi du re ew û Şikro xwe li odeya ku ez tê de sicnkirî me digirin, û mîna du eskeran, bi şîretan dadibelişin ser û guhê min:
- Tu nixuriyê diya xwe yî!
- Tu li şûna bavê xwe yî!
- Tu semyanê xuşkên xwe yî!
- Ma ne heyfa te, heyran!
- Xwendina te wê bertelef biçe, qurban…
Xweda jêraziyan ku dest bi şîretan dikin, nema zanin bisekinin.Mîna tiktikokê:
- Tiktiktik, tiktiktik…
Ez jî mîna ku li wan bihesînim, yek caran serê xwe kil dikim.
***
Nivîsên din ên bi vê nivîsê ve girêdayî:
- Wêneyê roja ewil
- Wêneyê roja duyem: