logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Ji bîra bîranînan: Êş û dilbijîn

  • Dîrok: 29/08/2009

Piştî desteseriya 53 rojên li Girê Mîran, Nisêbîn, Mêrdîn û ‘diskoya’ li Seyrantepeya Diyarbekirê, dadwerê leşkerî yên salên wî li dora çilî, li dosyaya li ber xwe nêrî, boçika pênûsê reş de di ser lêvên xwe re bir û anî, û ev pirs di min werkir ‘Bi birîndarkirina Heyrettîn tu tê tawanbarkirin…tu yê çi bibêjî?’
Minê çi bigota? Tişta ku bihata gotin min gotibû. Û niha bi dû ew qas gotin de li vê odeya ku ne feleqe, ne askiya Filistîn, ne ço, ne dar, ne cereyan hebû, yekî bêyî ku gefan li min bixwe û bibeje, “Binêre, rast bibêje haaaa…yan na emê te bibin ber sînor û te bikin bi qurbana fîşekekê”;  bi maqûlî dipirsî, “Tu PKK’yî yî? Te Xeyrettîn birindar kiriye?”
Bi rastî jî min ne Heyrattîn ne jî kesekî din birîndar kiribû! Lê wan rojan her kesê ku dihat girtin di çavên wan de PKK’yî bû! Û vî jî, niha bi awirên xwe ji serê tiliyan heta ku bigihe tayê porê serê min ê gurrûzî, ez dipîvam! Di vê dêndanê de ditîbû ku min piyê xwe yê çepê yê bêpêlav daniye ser piyê xwe yê rastê yê li erdê… Piştî lê warqilîm ku bi seqetiya min hesiya, min di dilê xwe de got fersend ev fersend e, û bi dengekî ku dilê yê li hemberî xwe têxe cih, min got, ‘Ezbenî, hûn dibînin min piyekî xwe li ser vê pirsê kiriye,’ û bi heman bixwebaweriyê min dawî li peyva xwe anî, ‘Ez Xeyrettîn nas nakin, min ew birîndar nekiriye’!

Dadgerê ku bi bersiva min re dilê wî ketibû cih û bawerî pê anîbû ku min Xeyrettîn birîndar nekiriye, mîna ku bixwaze bexşandina kesên ku ez bi lingekî hiştibûm ji min bixwaze got, ‘tu nikarî li ser piyekî bisekînî…derkeve der, rûne ji xwe re’!
Ev axaftin delîlê berdana min bû! Min di binê çavan re li yên kêlaka xwe li Ramazanê Derîkî û Ekremê Mala Qaso, her du hevrêyên xwe yên ku bi tawana PKK’tiyê dihatin darizandin nêrî!
Ekrem jî Ramazan jî wê kêlîkê xweziya xwe bi min anîn.
Li der, li ser banka textînî min cihê qûna xwe xweştir kir! Ez ê ji mirinê filitî, niha jî ji cehenima 5 Noluyê filitîbûm!
Pê re mal hate bîra min, dilê min bijiya çixareyekê…

28/08/09

arjenari99@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

YXK û Pêşbaziya Huseyîn Çelebî

  • 08 Sermawez 2008

Yekîitiya Xwendekarên Kurdistan ya ji hêla 75 xwendevanên serwextê nasnameya kurd û dilsozê çand û ziman û wêjeyê ve di 12-13ê sermaweza...

Êdî ne wextê mirinê ye

  • 22 Tebax 2009

Gotine, ‘bi dizî gon bixwe jî, bizin aşkere dizê’!Her qana ku ‘gon’ xwar, ‘bizinê’ xwe da bi vir û bi wir de, û ‘hemlê’ xwe...

Beşek ji nivîsên A. Arî yên di 2007'an de hatine weşandin -2

  • 19 Sibat 2008

 Têbiniya Diyarnameyê:Bi nûkirina rûyê nû ya malperê re me nikarî xwe bigihînin hin nivîsan û yên ku me karî xwe bigihînin me kişandin ser...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gotina hefteyê: Bi kurdî perwerdehî qet nabe!

ad

Endamê MP yê HDP'ê bi kêran birîndar kirin

ad

Li Tirkiye û dinyayê hejmara bikarhênerên înternetê

ad

Li Başûr bi 'Normalbûn'ê re rewş girantir bû

ad

Hevpeyvînek bi Ahmet Turk re

ad

2008, li nav kurdan bûyerên çandî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname