logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ji min re gotibû 'Em wekhev in'

  • Dîrok: 20/12/2019
Berî em bibêjin ev ji ku derket, em pêşî hin gotinan bibêjin:
Kurd çima xwe wekhev nabînin û çima xwe û serdestên xwe wekhev nabînin? Çima serdestên xwe ji xwe bilindtir, jîrtir, zanatir, lê gelê xwe ji xwe biçûktir, kêmaqiltir dibînin?
Çima berhemên xelkê serketî, lê qet nafikirin ku di nav berhemên wan de jî serketî hene?
Siyasetmedarên xelkê jîr, lê yên xwe her hêjayî rexnekirin û biçûkdîtinê dibînin?
Çima dema nûçeyek di çapemeniya serdestan de dibînin pê bawer dikin, lê ya xwe de dibînin wekî tiştek ji rêzê dibînin?
Çima ji xelkê re dibêjin "Beg" lê ji xwe re jî dibêjin "Ji kurdan tiştek dernayê"? Yan jî "Kurd nabin însan"?
Çima nikarin xwe jî di asta serdestên xwe de bifikirin?
Çima nikarin bibêjin "em wekhev in, tu, bi tu tiştek xwe jî ji min ne mezintir, ne bilindtir, ne birûmetir î?"
Û pirsa dawî: Heta kengê dê xwe ji serdestên xwe biçûktir bibînin?
Çi yê kurdan ji ereb, faris, tirk, îngilîz, alman kêmtir e?
Ma hewce dike em pirsan zêde bikin?
A rast wekî şexs min tu demê xwe ji serdestek xwe biçûktir nedîtiye. Ha, min xwe mezintir jî nedîtiye...
Ez li ser wê fikrê me ku kurd di bin her şert û mercî de xwe ji serdestên xwe biçûktir nebînin. Kurdê ku xwe biçûktir bibîne ew ne tu tişt e.
Em vegerin serî: Ev ji ku derket?
Rêzefîlmekî bi navê "Mucîze Doktor" heye, niha bi tirkî tê kişandin û weşandin. Ji versiyona "The Goog Doctor" hatiye girtin û li tirkî anîne. Di beşa êvara 19.12.2019'an de serkarakter ku yekî otîzmî ye wisa got: "Carek ji min re wisa gotibû, 'Em wekhev in'. Min gelek ji vê peyvê hez kir, ez dixwazim wekhev bim."
Otîzmî dixwaze wekî kesên ji rêzê, wekî her kesî, ligel wan wekhev be.
Ev mafê wî ye, mafê her kesî ye. Bi her awayî, bi her tiştî, mafê wî ye. Mafê kurdan e jî. Lê gelo kurd dixwazin "wekhev" bin? 
Helbet yên dixwazin hene û gelek in. Lê piranî ne gelo?
Di laşê mirovan de her tişt ji serî dest pê dike. Ger aqilê di serî de fermanê nede laş nikare ji cihê xwe tevbigere. Lê dema ew aqil fermanê dide laş tevdigere. Yê me jî di serî de dest pê dike. Ger di serî de em nebêjin "Em wekhev in" ka emê çawa bibin wekhev...
Welhasil... Yan jî, dev jê berdin, ne min pirsî, ne hûn bifikirin.

Hin Nivîsen Nivîskar

1992 – 2003 – 2012 – 2025

  • 23 Tîrmeh 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Emê di vê nivîsê de bi ser reqeman re agahiyan rêz bikin. Emê agahiyan bidin ber hev û jêderxistina encameke erênî-neyînî ji bo we bihêlin. Lê bizanibin ku van reqeman gelek bandor...

'Romana bakur ji a başûr pêşketîtir e'

  • 18 Tîrmeh 2012

Ev gotin gotina nivîskarekî ji başûr e. Em li nirxandin û bîranînên wî binêrin...Ez qala nivîskar Xelîl Dihokî dikim. Xelîl Dihokî di sala...

Çi eleqeya Merkel û Demîrtaş bi hev heye?

  • 01 Berfanbar 2016

Gelek hevalên min ên biaqil, hinek hem biaqil hem jîr hene. Ez bi saya wan heme. Dawiya hefteya borî, ji rojan roja yekmeşê bû, zingilê telefona min a destan lêda. Yek ji wan...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Keleşê sedî 70 hatina xwe zêdetir kir

ad

Hevdîtina Kemal Burkay a bi AKP'yiyan re didome

ad

Albuma Mehmûd Berazî derket

ad

Festîvala Fîlman a Kobanî dest pê kir

ad

Nivîskar Menaf Osman 6 mehên din dê girtî bimîne!

ad

Di çarîk fînalîstî eyro eşkera benê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname