logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Kirasê kurdî êdî li nifşê nû teng tê

  • Dîrok: 08/05/2019
Berî bi salan cara ewilî çûbûm Amedê. Pêşiya hingî jî bi rojekî li Stenbolê bûm. Wekî piraniya xelkê wêneyekî Amedê yê guhertî di serê min de hebû. Behsa wî wêneyê bi stran, helbest û nivîsan di serê min de bi cih bûyî de dikim.
Helbet vî wêneyî di nava xwe de ziman jî dihewand. Li gor fikra min ev bajar navenda siyaseta kurdan, wêje û hunera kurdî bû. Li bendê bûm ku jiyan bi kurdî be.

Lê ew Ameda min dîtî ne ya di helbestan û stranan de bû. Min li Stenbola ku çend rojekî berî hingî li wir bûm ji Amedê bêhtir diyalogên bi kurdî bihîstibûn. Rabûn, rûniştin, kirîn û firotin, bi kurt û kurmancî jiyana Amedê hemû bi tirkî bû. 

Ez behitî mabûm. Lê di nava demê de min ew rastî qebûl kiribû û piştî şokê êdî rastiya heyî hêdî hêdî fêr bûbûm.

Dizanim, dibêjin çil û çar çîrokên hirçê hene, her çil û çar jî li ser hirmiyê ne. Ev hinekî jî bûye meseleya nivîsên derbarê axaftina kurdî û metirsiya ku kurdî winda bibe de. Werhasil, ez serê we ne êşînim û bi kurtî bêjim:  

Di meseleya zimên de wê demê jiyana xelkê ya hem navend û hem jî navçêyên herêmên Mêrdîn, Şirnex û Culemêrgê bi kurdî bû. 

Lê hêdî hêdî ev navend jî didin dû rêya Amedê û tirkî êdî tevlî jiyana xelkê dibe.

Heta berî demeke kurt li bajarên wekî Nisêbîn û Cizîrê mirov tenê axaftinên bi kurdî dibihîstin. Lê rewşa zimên ya niha ne ya berê ye. 

Êdî gelek dê û bav ku di nava xwe de bi kurmancî diaxivin, bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Ne tenê dê û bav lê gelek bapîr û pîrik ên baş bi tirkî nizanin jî bi neviyên xwe re bi tirkî diaxivin. 

Bi taybetî hevjînên ciwan bi bi tirkî radibin û bi tirkî rûdinin. Hejmara keçên ciwan ên bi hev re bi tirkî diaxivin jî rojane zêdetir dibe.

Profîla kesên bi tirkî diaxivin bi serê xwe hêjayî lêkolîneke berfireh e lê ez bi hevokekî çavdêriya xwe bibêjim; Ev kurdên li banî behsa wan hatiye kirin bi piranî xwendina bilind li zanîngehan temam kirine. Kurdiya wan jî wekî ya min û we ye. Kirasê kurdî êdî li wan teng û klasîk tê. Bi tirkî xwe rehetir hîs dikin, gerdûnîtir dibînin, romantîktir e ji bo wan. 

Hew dirêj bikim û dawiyê li vê meselê bînim: Wateya dûrbûna nifşê nû li bajarên wekî Cizîrê ji kurmancî, topavêtina siyaseta kurdan a zimên e. Bila her kes destê xwe deyne ser kêleka xwe û li şûna propagandaya rijî, bibêje ka li ku derê xeta hatin kirin ku heta rewş di vê derê re derket…

Hin Nivîsen Nivîskar

Rêya Ewropayê ji bo kurdan nehatiye girtin

  • 04 Avrêl 2016

Li Ewropayê ev bi mehan e rojeva sereke hatina hejmara bilind a penaberan e. Welatên di nava Yekîtiya Ewropayê (YE) de meha borî ligel hikumeta Tirkiyeyê li hev kirin ku ji Yewnenistan...

BDP’ê nekarî li îradeya gel xwedî derkeve!

  • 04 Avrêl 2014

Hilbijartinên herêmî yên îsal ên Tirkiyeyê hem di dema birêvebirana kampanyayê de û hem jî di dema lidarketinê de ji salên din cuda bû....

Festîvala ciwanan bi vî halî nabe marqe!

  • 26 Tîrmeh 2007

 Ev bû deh sal ku her sal Festîvala Spor û Çandê ya Mazlum Dogan tê lidarxistin lê belê vê festivalê nekariye bibe marqe û ne jî kariye bibe...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şanogerên alman ji ber ewlehiyê nayên Stenbolê

ad

Hozan Dilgeş wefat kir

ad

Amedsporê di deqîqeya dawî de firsend ji dest da, lê 90 deqeyên din jî hene

ad

'Mosfîlm' careke din tê!

ad

Peyva 'Kurd' bultena cidî ya Almanya serûbino kir

ad

Bi vê lêdanê mir!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname