logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çarîk fînal de heyecan dest pa keno
  2. Sînemagerên kurd biryarên nû girtin
  3. Piştî 89 salan fotoyên dema îdamkirina Seyîd Riza hatin dîtin
  4. Atolyeya Muzîkî a Geyrayoxe qeybî tûtan kewte rey
  5. Helbestvan Ahmet Telli hat entubekirin

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

Kuştina Weşanger

  • Dîrok: 04/11/2025

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Vê sibê, sura sibê mîna bê tê. Hilma ji fîncana qehwê û dûmana ku mîna ewrên payîzê ya ji cixareyê bilind dibe, li ber paceya ku li ber rûniştî, wê ber bi xewn û xeyalên zarokatiyê ve dehf dide. Qederek di nav wan xewn û xeyalan de vedigevize. Bi qima dawî a qehweya li ber sarbûnê ye, vê nişeyê li  e-maila dosyaya xwe datîne: 
- “Hêja nizam tê bîra te? Di civîna me ya dawî de pêşniyara te û edîtor ew bû ku ez nivîskar bidim kuştin, lê min weşanger kuşt."

Du emojînên bi tîqetîq û yekî jî dest li ber deve, li nîşeyê zêde dike. Bi şandina dosya romanê re, wekî ku barê dinyayê ji ser piştê rabûbe, bi kêf tena xwe dikişîne. Zeraqa tavê, dawî li gewriya serê sibê tîne. Berê wê dikeve ser dezgehê mitbaxê; rûtirşî lê biqewime jî, nahêle kêfa wê xera bibe. Ji cihê xwe radibe, ber bi odeya xwe ya ku bi perdeyên reşê qetranî camên wan hatibûn nixumandin ve diçe.
Bi bawişk û çavên werimî, tevî xurexura zikê xwe, ji odeya ku bi tariyê rapêçiyayî derdikeve. Lembeya mitbax-salonê pêdixe. Bi tevî ku dizane sarinc vik û vala ye, dîsa jî derê sarincê vedike, çavê xwe li xwarineke digerîne. Bi hêrs derê sarincê digire. Di çaviyên dolabên mitbaxê de li biskuvî û çîkolateyan digere. Di çaviyan de, ji bilî çend şekirên ku kizmoriyan li dorê govend digerandin û şûşeya qehweyê ya nîvco, rastî tu tiştî nayê. Rahişt cewzeyê qehwê, ji xwe re qehweyeke keland. Piştî firta dawî ji qehweyê vexwar, nû bi xwe hesiya ku hema bibêje bîst û çar saet e di xew de ye.
Deh-pozdeh roj bû xwe ji her tiştî dabû alî. Tenê dixwar, vedixwar û dinivîsî. Bilez bermayiyên li der û dorê û li ser dezgeh cî dabûn xwe, di poşetên bermayiyan de bi cî dike. Poşetan datîne şaneşînê. Hinek dermanê şûştinê berda ser sîngerê firaqşûştinê. Hêdî hêdî firaq û qedehên li ser dezgeh cî bi cî kufik li wan geriyabûn, mist dan. Piştî hemû alav ji kufikê xilas kirin, wan bi dûzan di makîneya firaqşûştinê de bi cih dike. 
Çû serşoyê; dema di neynikê de bi xwe re rû bi rû ma, veceniqî. Rûyê xwe zû ji neynikê bada. Di cî de xwe şût û tazî kir. Bilez ket binê ava şîrgerm. Berî ji mal derkeve, du kart û hinek pere ji çenteyê xwe deranî. Pere û kart di bêrika eşofmanê xwe de bi cî kir. Derî û paceyên hundir da serpişt. Rahişt poşetên li şaneşînê, ji mal derket. Wexta çend pêpelûkên nêrdewanan da ber xwe, qapaxên çokan tîrên êşê di ser de şandin. Poşetên bermayiyan avêt qutiya çopê. Tîrêjên tavê hilm û gulm bi ser porê wê yê şil xist. Bi meşê re êşa çokan hêdî hêdî kêm bû. Wexta li nêzî devê deryayê li ser bankek rûnişt, bi bişirîn got: 
- "Dêmeg pêgermokên zindaniyan loma ew qas meşhûr in."

Hêwirzeya heyatê her ku diçû di ser wê de dirijiya. Wê jî ew bi bişirîn hembêz dikir. Ji cîhê xwe rabû, dest bi meşê kir. Her ku dimeşiya, fikir û xeyal lê dibarîn. Bi piste pis di ber xwe de got:
- "Xwezî hew kêliyeke ji wan kêliyên ku dikevin bînahiya me, bi hemî zindîbûna xwe ve, me bikariya ew biresimandin."

Poşetên di dest xwe de li ber derî danî. Bi vekirina derî re, bêhneke tûj û genî ew pêşwazî kir. Bi xulqîn xwe avêt serşokê. Di ser kilozetê de xwe xwar kir. Tûjahiya mîzê ew ber bi lavaboyê ve ajot. Piştî qehweya vexwaribû di dev û poz re herikî lavaboyê, av bi devê xwe werda. Bi tiliya xwe a eşedê, kilê ji ber hêsiran herikîbûn bin çavan vemalt û berî da deriyê ku serpişt hiştî bû. Poşet danî hundirê mal û derî dada.
Li ser kursiyê li ber cama mitbaxê cî da xwe. Dema bêhna wê hat ber, ji cîhê xwe rabû. Dîsa bedena xwe ji kincan berî kir. Li ber qutiya kincên qilêr rûnişt. Kincên rengîn avêtin cilşoyê. Li odeya raketinê tîşortek sor û şortek zer li xwe kir. Vegeriya mitbaxê.

Dema mala xwe ya ji odeyek û mitbax-salonek pêk dihat ji toz û xubarê xilas kir, çû şaneşînê. Xwêdana laşê wê dabû ber xwe; bi leqîna bayê re ricif bi canê wê xist.
Ber bi nîvroyê, bi dilê wê nebe jî, ji paqijiya heyî qayil, li ber maseya xwe ya xebatê rûnişt. Kaxetên li ser nîşe danîbûn, da aliyek. Maseya xwe bi dilê xwe têkûz kir. Bi loda kaxetên nîşeyan ve ber bi pêrxînga li şaneşînê meşiya. Wekî qesasek ji bo ku şop li dû nemîne, kaxetên nîşeyan pirtik pirtikî kirin. Çû mitbaxê, bi cixareyeke û heste ve vegeriya. Berê agir bi cixareya xwe, dûre bi loda kaxetan xist.
Av ji bo çayê berda ketilê. Li ber cilşoyê rûnişt, kincên şûştî avêt leganek. Kincên spî avêt cilşoyê. Bi deng pêketina cilşoyê re berê xwe da şaneşînê.
Berî ku dîsa xwe bide binê avê, çû ji qutiya darikên bêhnxweş sê darik wergirtin. Agir bi darikan xist. Darikek danî odeya xewê, yek li mitbax-salonê û ya mayî danî serşokê. Li serşokê kincê xwe ji xwe kirin. Çîprût kincên xwe anî, avêt qutiya kincên qilêr. Li serşokê vegeriya û dest bi paqijiya serşokê kir.
Wexta ji odeya xewê derket, bêhizûriyê cih guherî bû. Bi wê kêfê re dest bi haziriya taştê kir.
Taştêya ku ji qeliya bi hêk, çend bîberên tûj yên biraştî, peynîr, zeytûn û ji çaya qaçax pêk dihat, li maseyê raxist.
Dema xwarina xwe xilas kir, bi devkenî zikê xwe mist da û got:
- "Eferim ji te re keça min, eferim. Te îja puroyek heq kir."

Rabû, ji çaviyeke dolaba mitbaxê puro deranî û agir pêxist.
Têlefona ku ev çend şev û roj bûn girtî bû, ji şarjê deranî. Bi vebûna têlefonê re bû pirtepirta peyaman. Bê ku peyamek ji bo xwendinê veke, çavê xwe li peyamên WhatsAppê gerand.
Wexta di rêbera têlefonê de jimara têlefona weşanger dît, çend kêliyan li ekranê têlefonê nêrî. Hilmek li puroyê xist. Jimara têlefona weşanger tikand, ma li benda bersivê. Bi tevî ku du caran li ser hev li têlefona weşanger xist, deng jê nehat. Li ser kursiyê lê rûniştî li ser xwe rûnişt. Bi du sê dengdanê re sekretera weşanger deng bi xwe xist. Piştî li halê hev pirsîn, ji sekreterê re got:

- "Bû çend car têlefonî Fawaz beg dikim, lê nabersivîne. Ka ji kerema xwe re jê re bibêj bila li min vegere."
Sekreterê bi axîn got: 
- Ma te nebihîstiye?
- Min çi nebihistiye?
- Serê me sax be. Fawaz beg do serê sibê xwe di mal de kuştiye.

Got: 
- “Çi çi..." û têlefon ji dest şemitî. Destê xwe da ser dilê xwe yê mîna meşkeke diçelqiya. Ji nişkave tîrek berî da dil. Bi wê tîra berî da dil re bêhn lê çikiya. Bi çikîna bêhnê re ji ser kursiyê lê rûniştî deverû li erdê dirêj bû, mîna kuştiyê di romanê de.

Hin Nivîsen Nivîskar

Gola Xwînê

  • 11 Gulan 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Zarîn û bêhna goştê biraştî li pey xwe hiştin. Kundî mora xwe li kavilan danî. Îskîn bi çiyê ket. Lê metropola ku şêniyên xwe bi saxî dicû berêvarê leq bi erebeyan nediket....

Pêlên Lacîwerd

  • 06 Rêbendan 2026

Ji bo guhdarîkirinê:     Behra ku ewran qumaşeke laciwerd jê re biriye, bi sewta kemanê re dilive. Hîva di pişt ewran de, carnan li ser pirtî diçilwile. Firçeya di dest de, li dor memikên ku gupikên wan...

FATÛRE

  • 07 Rezber 2021

Li ber xanî kincê xwe ji berfê daweşand. Bi nêrdewanan ve hilkişiya. Fîzîniya bê li der ma. Derî bi mifteya xwe vekir. Bi vekirina derî re bêhna cixarê...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Vane 11'yên serketî yên Euro 2016

ad

Tevî 45 semasiyan soberî kir

ad

Wêneyê rojê ji Batmanê hat!

ad

Xelatek muhîm dan Colin Farrell

ad

Ji HRRK'ê festîvala 'Em hemû Efrînî ne'

ad

Roja Destjêberdana Cixareyê: 10 sal paşê dê çawa be?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çarîk fînal de heyecan dest pa keno

  • 08 07 2026
news

Sînemagerên kurd biryarên nû girtin

  • 08 07 2026
news

Piştî 89 salan fotoyên dema îdamkirina Seyîd Riza hatin dîtin

  • 08 07 2026
news

Atolyeya Muzîkî a Geyrayoxe qeybî tûtan kewte rey

  • 08 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname