logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Li ser çûyîn-neçûyîna ROJAVA

  • Dîrok: 29/09/2013
Li ser biryara Komeleya Nivîskarên Kurd û Pena kurd, bi qasî şazdeh nivîskarên kurd, di roja 27’ê meha rezberê ya sala 2013’yan em berê xwe didine Rojavaya ku îro her kurdê birûmet pê serbilind e.
Lê divê di serî de ev jî bê gotin ku wekî ku biryar hatibû dayîn, em ê di deriyê Xebûrê re, dûre jî di deriyê Sêmalkê re biçûna Qamişlokê, Amûdê û her wiha cihên din ên ku di bin desthilatdariya gelê kurd ê Rojavayê de bûn. Mixabin desthilatdariya Herêma Kurdistanê ya Başûr destûr neda hemû nivîskaran. Biryara wan ew bû ku du kes ji Pena Kurd, du kes jî ji Komeleya Nivîskarên Kurd, bi tevayî çar kes dikarîbûn di deriyê Sêmalka re derbas bibûna.
Rêveberî û endamên Komeleyê bi helwesteke mafdar, rast û di cihê xwe de, ev yek nepejirandin û berê xwe dane deriyê Dirbêsiyê. Jixwe rayedarên Rojava jî ev pêşniyar ji bo me kiribûn û bi girseyekê, li pişt têlê, li binya xetê li benda me bûn. Mixabin sê rêveberên Pena Kurd, helwest û kirina Rêveberiya Başûr pejirandin û ew di deriyê Sêmalkê re derbasî Qamişlokê bûne. Divê ev yek di nava raya giştî de bê nirxandin.
Gava em digihin Dirbêsiyê û li ber xetê radiwestin. Mîna dîmenên fîlmên ku Şerê Cîhanê yê Duyemîn vedibêjin; ji her kolanê, ji her anîşkekê, ji tirimbêl û otobêzan, kom bi kom penaberên binya xetê peya dibin. Ligel ku vedigerin cih û warê xwe jî sed hewar li ser rûyê wan tê xwendin û dengê wê qêrînê dil û hinavê mirovî diperitînin.
Ji hêlekê ve em li benda agahiyên mebûsên BDP’ê ne ku ji bo derbasbûna me bi rayedarên Tirk, bi wazerat û waliyê Mêrdînê re di nav têkiliyê de ne, ji hêla din ve em li alên kurdên Rojavayê yên li baniyan hilawestî temaşe dikin. 
Kek Silêman, kurdekî Rojavayî ye. Ew dibêje şerekî dijwar e em di nav de ne. Li ser pirsên me dibêje, min jî şer kiriye ligel vî temenê xwe ku xuya ye temenê wî ne kêmî pêncî salî ye. Dibêje, îro li Rojava, roja namûsê ye. Çepelan namûsa kurdan ji xwe re helal kiriye, me jî xwîna xwe ji gelê xwe re kiriye helal.
Dayika Meryem û kalê Yahye, temenê wan di ser şêstî re ye. Pênc kurên wan hene. Sisê bijin in, dudo jî ezeb. Hatine, li Dirbêsiya hêla Bakur bi cih bûne. Dibêjin ma me ev kur ji bo çi mezin kirine. Me her duyên ezeb şiyandin şer. Aniha li Serêkaniyê, li hemberî çeteyên hov şer dikin. Îro ne roja ku mirov xwe li malê veşêre ye.
Ez di wê kêliya ku ev hevok ji nav lêvên wan derdikevin de, li nav reşika çavan dinihêrim. Misqalek pêjn û bêhna derewan jê nayê. Tenê ya dil li zimên bar bûye ku bi rastî jî dikenin rû û çav.
Em wê rojê û heta dotira rojê piştî nîvro, ligel şêniyên Dirbêsiyê yên welatparêz, berê me li Rojhilat nêrînên xwe noqî nav têlên direhî dikin. Nêrînên me piştî awireke tûj ku ji têlê dide, diçin di alên kurdan ên hilawestî de asê dibin.
Min li vir careke din dît û peyitand ku rewşenbîrî, bi taybetî jî rewşenbiriya kurd; tenê bi parvekirin û bihevrebûna hemû êş û şahî û têkoşîna gel ve pêkan e lê ne bi hilawestina tûrikên modern li milên xwe û ne bi rûniştin û gera tolazî li kolanên bajaran û nivîsandina çend rûpelên bi kurdî ku ne tehma gel jê tê ne jî bêhna kedê, ne jî rengê welêt. Ku çavên xwe ji rastiyên beloq re digrin û bi çavgirtinê, ne tenê çav, dil jî pê re kor dibe.
Agahiya ku ji mebûsên BDP’ê digihe me, pêşî me noqî nav coşekê dike ku dibêjin destûr dan ku em jî dikarin derbasî Rojava bibin. Lê mixabin çend xulek tê de naçin ku dibêjin, divê hûn di deriyê Nisêbinê yan di deriyê Akçakale re biçin. Tavilê em biryar didin û berê xwe didin Nisêbînê. Lê li wir em pir zû pê dihesin ku rayedarên Tirk wekî her carê tiştekî şaş nekirine û bêbextiya ku bûye rewişta wan, şanî me dan.
Erê mebesta çûna me piştgiriya bi gelê Rojava bû. Parvekirina şadiya bidestkeftinên wan bû. Balkişandina raya giştî li dorpêçkirina wan û tinehiya wan bû. Mixabin ji ber astengiyên heyî rasterast me nekarî em biçin wir, lê dilê me çû û hat.
Gava tirimbêlê ji bo vegerê berê xwe da Amedê, min çavên xwe miç kirin; min dît li Qamişlokê zarok li dibistanan strana “Zim zim yelî çerçiyo” digotin. Min bi her du guhên xwe bihîst, bi çavên serê xwe dît,  li Amûdê ciwan, bi sirûda “Ey Reqîb” dest bi dibistanê dikirin. Min dît keçeke kurd mîna karxezalekê bi desmala xwe tivinga xwe paqij dikir. Roj diçû ava, li Rojavayê, tivinga di destê keça kurd de, bi tîrêjên rojê diberiqî. Min dît jin û mêr, kal û ciwan distirîn, dipijandin û mal bi mal nan digerandin…
Min dît, wa ye Rojava, roj ji wê derê hiltê. Yê nebîne ew kor e…
 
b.zelal@mynet.com
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Girêka faşîzmê

  • 03 Adar 2016

Temenê Komara Tirkiyê ku ji komarê bêtir dirûvê desthilatdariyeke faşîst pê dikeve û her wiha seranserî dîroka wê bi qonaxên qiran û bi...

Nivîsên ku di beşa SERBEST de hatibûn weşandin

  • 14 Gulan 2010

Nivîsên nivîskarê me Îsmaîl Dîndar ên ku berê di Diyarnameyê de, di beşa SERBEST de hatibûn weşandin:- Li Amedê Komeke Xwendinê- Werger; Çanda...

KOFENDÎL

  • 26 Pûşper 2014

Rojhilat, Rojhilata Navîn; cihê destpêka ronî  û jiyanê, cihê destpêka şaristaniyê. Mirovî yekem car li vir, ajal kedî kirin, tov di axê de zêde...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Popkurd'eke nû derket

ad

Li dinyayê tîmên herî serketî

ad

Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan vebû

ad

Alataş ji aliyê 20 hezar kesî ve hate veşartin

ad

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

ad

Notên ji şeva TRT 6'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname