logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Memikên Zerê ên girover hatin sansurkirin

  • Dîrok: 30/01/2025

Ji bo guhdarîkirinê:
 

Bifikirin ku helbest wisa hatiye nivîsandin; 
“Her du memikê min ê girover nava devê te kira
Bikişiya şîr û hinguv, te dil û can tehm kira
Me êvarê heya sibê, xewa şîrîn nekira
Bedewiya min delalê te yê wê gavê fehm kira”

Lê tu guh didî stranê, beşa “Her du memikê min ê girover nava devê te kira” têde nîn in.
Çima?
Em qal bikin.
Gotinên stranê, bi awayê din helbest ji aliyê Ayhan Demir ve hatiye nivîsandin. Tara Mamedova niha ew helbest wekî stran bi navê “ZERÊ” pêşkêş kiriye. (1) Û sansura li ser memikên Zerê jî li vir dest pê kiriye.
Dema min guh da strana ku Tara Mamedova deng, rih û can daye gelek kêfa min jêre hat. Straneke xweş çêbûye. Lê ev sansur ji ku hat?
Em hinek din binêrin:
Ez ketim nava cîhana înternetê, min “got ka çi li ser heye?”
Min dît ku piştî Ayhan Demir helbesta xwe belav kiriye, Welat Bazîdî helbesta wî bi helbestkî xwendiye û li ser youtube (2) belav kiriye. Dûre min dît ku hunermendê mezin Dilovan bi ûda xwe û li ber dengê bilûra Hekîmo helbest kiriye stran û stra ye. (3)
Hunermend Tara Mamedova jî bi ser vegotina Dilovan re stran girtiye, ji nû ve û bi awayekî serketî hona ye. Lê mixabin li vir bivir li “memikên Zerê” xistiye û ew nexwendiye; belkî jî nexwestiye bixwîne. Lê di strîna Dilovan de ew beş heye.
Ez hez ji hunermend Tara Mamedova dikim. Bi ya min yek ji hunermendên me yên serketî ye. Her ku strana “Zerê” ye, gelek xweş gotiye, loma min got deng, rih û can daye. Lê xwezî ew beş sansur nekira. Helbet hunermend azad in, dikarin ji helbestên dirêj beşek jê bigirin û bikin stran. Helbet di vir de razîbûna helbestvan jî divê hebe. Di meseleya “memikên Zerê” de hêja Tara Mamedova ji helbestvan pirsiye yan na ez nizanim, lê dîsa dibêjim; xwezî hêja Mamedova ew beş sansur nekira.
Çima?
Ji ber ku ew hestên jinekê ne. Ew bixwebaweriya jinekê ye ku dibêje, “Her du memikê min ê girover nava devê te kira / Bikişiya şîr û hinguv, te dil û can tehm kira”… Dîsa ev beş beşeke serketî, beşeke xweş, beşeke girîng a helbestê ye.
Ew beş beşeke wêrek ji pênûsa helbestvan derketiye. Rengê helbestê, rihê helbestê ye.
Axir. Sansur li memikên Zerê ket û çû jî. Bila canê Tara Mamedova jî, ya Dilovan û Ayhan Demir jî sax be. Dilovanê ku me ji gelek stranên wî hez dikir, em hez dikin jî, Tara ya em her guh didinê jî bila her hebin. Û miheqeq li “Zerê”ya Dilovan jî, ya Tara Mamedova jî guhdarî bikin.

*
NOT: Lînka youtubeyên wan datînim vir, yên bixwazin dikarin guhdarî bikin.
1- Tara Mamedova “Zerê”
https://www.youtube.com/watch?v=N41FIS6udxA
2- “Zerê digot”, xwendin Welat Bazîdî
https://www.youtube.com/watch?v=6Qdx79J55fM
3- “Zerê digot”, Dilovan
https://www.youtube.com/watch?v=qdA5zHn6GeA

*

NOT 2: Ji awayê dilovan xwendiye min deşîfre kir. Ji bo yên bixwazin binêrin:
 

ZERÊ DIGOT

Zerê digot kuro gede tu bihita li vira
Ezê dora te bizivirim, bibim roj hîv û çira
Bêjim dilo, bêjim lo lo, xwezî min şerm nekira
Dest biavêta wan pişkokên pêsîra xwe vekira
Her du memikê min ê girover nava devê te kira
Bikişiya şîr û hinguv, te dil û can tehm kira
Me êvarê heya sibê, xewa şîrîn nekira
Bedewiya min delalê te yê wê gavê fehm kira

Bedewiya min kubarê te yê wê gavê fehm kira

Tu bi tilikên xwe yên nazik biskên zerîn şekira
Lêvên min ê mîna kaxez wek qelemê reş kira
Dest bavêta kolanê mil bi ser xwe de kaş kira
Ramûsanên te yên dijwar sîngê sedef nexş kira
Tîra eşqê li te xista serxoş fir û feşkira
Min pir dixwest carek ji caran dilê melûl geş kira

Ev çend sal e tu dinalî birînên te baş kira
Guhê te da min bistira wek dergûşan aş kira
Kuro gede xwezila me heba eşqê har kira
Serê Zerê bi qurbano agirê dila sar kira

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Hûn diçin li fîlmekî temaşe dikin…

  • 03 Avrêl 2007

 Hûn diçin li fîlmekî temaşe dikin, her kêliya wî we dikişîne nava xwe, di nav rêyên dûvedirêj û fetlokî de we winda dike, li pişt her...

DARÊN ERCÎŞÊ-DARÊN TAKSÎMÊ

  • 11 Pûşper 2013

Em darên li her du aliyan, tevgera ji bo her du aliyan bidin ber hev...Herhal haya we ji Taksîmê heye, lê ger haya we ji mesela birîna daran a li Ercîşa Wanê nîn be...

Çîroka ROSETO

  • 21 Adar 2020

Li başûrêrojhilatê Îtalyayê cihek bi navê Roseto Valfortore heye. Di sedsala 19'an de cihek feqîr e, ji ber ku hêviya başiya aboriyê bi wan re namîne loma di dawiya sedsala 19'an de komek ji 11 kesî pêk hatî ji wir...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çend rojnamegerên jin girtî ne?

ad

Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran dest pê kir

ad

ANF dest bi weşana kurdî

ad

Helbest, mîzah û şandelîk

ad

Ciwanê ku ji aliyê pêşmergeyan ve hat kuştin hat definkirin

ad

Meclis dê guh bide KCD'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname