logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

Mesûd Qeya

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mesûd Qeya

Mesûd Qeya

Nîsan û meseleya dinyayê

  • Dîrok: 26/04/2025

Ji bo guhdarîkirinê:

 

 

                                                                                                                                                       Ji bo Bilal. 

Tu jî zanî Bilalo, ne ez, Leibnîz dibêje: "ji nav dinyayên mimkûn a herî baş e ev dinya." Qe niza mere dikare vê gotinê wiha berevajî bike: "ji nav dinyayên (ne)mimkûn a herî baş e ev dinya?" Nizanim tê çi bibêje lê Quentîn Meillassoux dibêje, "Na." Bi min be jî "na" ye. Lê ne bawer im ev bi min ma be. Wekî tu jî dizanî mesele li vir ne baş bûn û ne baş bûna dinyê ye. Esil mesele mimkûnbûn e. Û ji mimkûnbûnê wêdetir; metafîzîk. Lewma cardin tu jî dizanî, pirsa min ya li jor ji bersiva Leibnîz metafîzîktir e. Û vê jî zanibe, ev pirs qet ne berevajîkirina fikrê Leibnîz e. Esil ne pirs e jî û tiştekî ji Leibnîz cudatir nabêje. 

Berî ez dest bi vê nivîsê bikim pirsek din di hişê min de hebû, lê bi telaq niha nizanim ew pirs çi bû.

Meillassoux çi dibêje tu zanî? "Belê" dibêje, "dibe ev dinya ya herî baş be û dibe ya herî nebaş be, lê ji nav wa dinyayan a herî eseh e û dibe ne ya herî eseh be jî”  lêê.. dibêje, "ez jî bi vê gotina xwe tiştekî bi qasî gotina Leibnîz eseh dibêjim." Naxwe îja ji te dipirsim Bilalo: ji gotinên va herdu zamoteyan kîjan bêhtir metafîzîk e? Eseh bersiveke te heye. Kengî dilê min careke din çû behîvterikan ezê werim li wê bersiva te ya ne-eseh guhdar bikim. Eger behîv qert nebûbin.

Bi îzna te jî be ezê cardin vegerim serê monologê? (Bersiv tune.) Tişt nabe ezê îro bi ya xwe bikim. Dîsa Meillassoux dibêje: "ji tunebûna xwedê encam a dinyayeke bi kaos derdikeve. Dinyayeke wiha ye go li wir xwedayek jî dikare bixuliqe." (Teqrîben.) Naxwe dibêjim: mimkûn e ji nav dinyayên herî mimkûn dinyayeke ne baş ava bibe û belbî ew dinya ev dinya be. Yan jî ew xweda ev xweda be. Wê gavê ez cardin xwe dubare bikim: "Esil mesele mimkûnbûn e." Dubare kirin ne tiştekî ew qasî  jî xerab e. Ji vê gotina min bila ev neyê fêm kirin: "Yanî demeg tiştekî nebaş e, lê axir ne tiştekî ‘ew qasî jî nebaş' e." Mixabin, ev fikrê we ye, nikarim xwedîtiyê lê bikim. 

Aniha Belediya Dêrikê bûya niha gotibû: "Tîqatt tîqatt ev der Belediya Dêrikê ye, fikrekî neh-deh salî winda bûye, we kê wî dît serê wî di (...) kin û xêra xwe bînin Belediyê." 

Fikir jî winda dibin. Ro bi ro pirtir dibin. Bi min gere bêhtir winda bibin. Carna difikirim: ka niza em çi tarêş in ew qas fikir ji me re lazim bin? Gere mere bi awayekî bi dawî bike, lê carna ne mimkun e. Wa te fikir wenda kir hela, tê çawa xwe winda bikî? Ne mimkûn e. Bifikire, ew "dinya baş" ya Leibnîz ji vî tiştê bîska berê min got mimkûntir e. De îja hesab li ba te. Û cardin bifikir, madem fikir hîna ew qas pir û belaş in: dibe salekê nîsan berî adarê were? Bi min mimkûn e. Madem her tişt li gor mimkûnbûnekê ava dibe çima ev ne mimkûn be? (Meillassoux ji vê gotinê re li çepikan dide.)

Welhasil, bihar e tu dibînî, navbêna nîsan û gulanê ye "fîqîna bayê belo ye ez ji efendimê xwe re bêjim" sira bayê pêşîn li serê gul û sosinan dide, min ji efendimê xwe re got, dengê kew û sûskewan li nezaran dixulxule, ewte ewta kûçikan e li vê destê sibehê û xirexire xewaran e li hêla dinê... Axir mimkûn e bibe sibe. Na, ne mimkûn e. Her tişt pirr dûr e, bi qasî mimkunata xwe. Her tişt pirr nêz e bi qasî hebûn û nebûna xwe, yanî mimkûnbûna xwe.

Hin Nivîsen Nivîskar

Temûz û Xeleka Bedew 

  • 31 Tîrmeh 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Hatim dawiya xelekê. Ew xeleka bedew. Ev qonaxa dawî ye. Hê ji xwe re wiha dibêjim li rastiya xelekê hayê dibim. Dawî tune. Bê destpêk im. Dizivirim. Berdewam im. Na. Ne dewam im. Ezê...

Ro li ava ye

  • 27 Rezber 2025

Ji bo guhdarîkirinê: "Cihê peyvekê tenê di serê min de heye, ya duda nakevê."  Qadirê Hatiye serê herkesî. Piştî wexteke dirêj mere diçe cîhekî. Mîsal; qeraxa çemekî, serê zinarekî, rêyekê,...

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • 02 Sermawez 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   eger nebûma ribikekê sivik dibû dinya  wê misqalek ken kêm nebûba ji rûyê te  ne jî çend dilopên hêsirên çavan. eger nebûma bêhnekê ronî dibû dinya  wê hindik...

Hemû Nivîsen Mesûd Qeya

Mesûd Qeya kî ye?

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Oscar li cihek nû digere

ad

Li Qamişlo Mîhrîcana Kurteçîrokan li dar ket

ad

Platforma Tenduristiyê ya Kurdistanê hat damezrandin

ad

'Ez Eyşe Şan' derdikeve ser dikê

ad

Li Wanê ‘Rojên Em bi kurdî bixwînin’

ad

Hin dixwazin Celal Doganê HDP'yî ji endamtiya Fenerbahçeyê biavêjin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname