logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Pelên qelp, pereyên qelp, navên qelp!

  • Dîrok: 25/04/2008

 

Cara ewil peyva ‘qelp’ min ji devê bavê xwe bihîst:
Tahma vê çixareyê nemaye ji destê van pelên qelp!
Cara duyemîn li sûkê bû; yekî bi berstûka yekî girtibû, bi ser de hildibû û bi zirt digot, “ …ê erê lawo… pereyê ku te dane min qelp in, malviritiyo”!
Cara sêyemîn -Xweda bi rehma xwe şa bike- gorbihuşt Memed Uzun wisa bi kar anîbû:
Ez piştgiriyê nadim nivîskarên navên wan qelp!

Yek ji wan nivîskarên ‘nav-qelp’ ez bûm, yên din jî duwazdeh  kesên ku li Qezê* di malekê de ‘di ser gû’ de hatibûn zevtkirin: Yaqob Tilermenî, Rênas Jiyan, Îrfan Amîda û neh deh kesên din ku niha navên wan nayê bîra min bûn…

Wê demê bi şêwirmendiya parezer xoşewîst Muharem Elbey re me xwe gihand gelek nivîskarên zimanê kurdî û tirkî, û me lijneyeke piştgiriyê li dar xist ji bo berdana nivîskarên ku li Qezê hatibûn girtin.
Endamên lijneyê Xoşewîst Hicri Îzgoren, Suzan Samancî, Muharem Elbey, Lal Laleş û ez bûm…
Me bi dadgerê ku wê ‘girtiyên me’ bidarizînê re bi rêya/qasiditiya xoşewîst Muharem Elbey re, bazar dikir: Ya tuyê van mirovan berdî, an jî nivîskarên kurdî û tirkî tev, em ê giliyê xwe/li xwe gilî bikin, di danişîna dadgehê de!
Merxasiya me ji me re ma!
Dadgehê di danişîna ewil de tev berdan!
Û biwêja ‘nivîskarên nav-qelp’ wan rojan li ferhenga me zêde bû!

Piştî ew qas salên çûyî û bihûrî, niha jî THY (Rêgey Hewayî a Tirkiyeyê) ji min re dibêje, ‘navê te qelp e, tu nikarî bi navê Arjen Arî li belefirê siwar bibî û bi balefira me bifirî’!

Wekî ku tê zanîn, ez jî wekî keybanû Jana Seyda û Şerko Bêkesê ku ji kurd û Kurdistanê pirtir ji soranî û ji Soranistanê hez dike û bi her delîveyê mil dide liv û lebt û lebata ‘Soranîkirina kurd û Kurdistanê** ‘, mêvanê Festîvala Helbestê ya Navneteweyî a Sterbolê bûm.

Komîteya amadekar a festîvalê bi navê Arjen Arî ji min re bilêt birîbûn û wekî e-bîlet (bileta elektronî) şandibûn ser enameya min.

Mixabin, ji ber ku nav ne nav û paşnavê resen ê di nasnameya/kîmlika ku tirkan daye min de bû, bilêta min a Diyarbekir- Stenbolê şewitî, teyare firî û ez mam li erdê

Pêşiyan gotine, ‘diranên feqîran di pelûlê de dişikê’!
Li pişta min rebenî jî desteka diravî ya Hikumeta Herêmê hebûya, min ê jî bigota ma çi bi dolaran nayê’, û ez ê jî piştî Nalî û Fizûlî û binemalê Bedirxaniyan…û Xwedajêraziyê Hecî Qadirê Koyî û Şêx Riza Telebaniyê ku demekê li tevî entel û entelîjensiya kurdên li Stenbolê niştecih bûbû, bibûma; di du sê rojan mêvantiyê de fersend hebûya her şev ji serê girekî yan jî ji paceya xurfa otelê dê biketama  temaşeya Stenbolê û min ê helbesta Orhan Velî di ber xwe de bigoranda!

Di wê navê re, belkî me hevdîtinek pêk bianiya bi rojnameya Radikalê û terefê Tarafê re, bo ku heftê carêkê ji wan re binivîsim, ji ber ku Azadiya Welat qirûşê bi qul jî nade me û nêta wê ya ku bide me jî naxuye!

Û jixwe, hûn jî dizanin li vî welatî her tişt, mîna ‘aşûtê ji jor ber bi jêr ve tê tê, gelek tiştan bi xwe re tîne û cih be cih dike!

Belkî jî bi çûna Stenbolê û xwendina du sê helbestan, hikumeta AKP’yî zimanê kurdî bixista nava xalên zagona nû û bi ser de mafê perwerdehiyê jî bida kurdên li dû tirkan ‘nanî nanî’ û ‘kanî kanî’!

Lê belê gelî berêz û pirrêzan, di vê çîroka navê qelp û hatin. Û nehatina Stenbolê de, bi  qasî serê qirşekî gunehê min nîn e; sûc tev, tev ê vî Xwedêjêneraziyê Neftelî Reyes e, ku ez jî rabûm min çav li wî kir û min navê xwe mîna yê wî guhert, kir Arjen Arî.


*Qezê: Kurtkirina navê Qiziltepe (Qoser) ye.
**Herî dawî li tevî hêja Şerko Bêkes 53 roşenbîrên Sorî nameyek bela kirine li rojnameya Hemwelatî, ji Parlamentoya Herêma Kurdîstan daxwaz kirine, ku wekî Zaravê Soranî Devoka Silêmanî bibe zimanê fermî yê dewletê!
Dibêjin, ‘yeqîn nedikir ku kurekî wî çêbibe, ku çêbû, ji kêfê çû kîrê wî jê kir’!

arjenari99@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Xirbê Sor, Xetên sor

  • 01 Tebax 2009

Sor e axa wê… Ne mîna qetemêlakekê sip î sor; Hinetîtkî, cî bi cî bi ser hevrîşmiyeke pembeyî ve, nermesor… Dêra Sor di xilmaşiyeke...

Sala nû

  • 04 Rêbendan 2010

nîvê şevê saet duwazde, şevek j’ şevên zivistanêsalek nû tê ber bi me de, salek nû tê Kurdistanêbo sala nû me neqişand darek çaman...

Vebirîna sûretekî ji sûret

  • 19 Tîrmeh 2008

 Roja PêncêSoxî; vê siharê roj qamekê rabûye ranebûye, Qirdo’yê delîlê qirdê min hatiye, piştî ku taştêyek mîranî kiriye...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kursa etnomuzîkolojiyê ya bi kurdî li benda serîlêdanê ye

ad

'Bi biryara îstîmlaqê hafizeya bajarekî tê tunekirin'

ad

Binêr postager bûn polîs!

ad

Mebûsên PE'yê xwestin çavdêr bişînin Tirkiyeyê

ad

Merasimê 'Xelatanê Vateyî' viraziya

ad

Belgefîlmên festîvalê eşkere bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname