logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneşopîn?

  • Dîrok: 01/02/2023
“Ehleq, kevneşopîn û feodalîzm qijnikên civak û malbatan e. “
Romana Gula Almastê a bi navê “Xeleka Xeyalên Bê Ezman” de mijar piranî otorîteya bav e û sertewandina dêya Xezalê ya li hember mêrê xwe ye, her wiha sosyolojiya ehleq û feodalîzma kurd a paşdemayî û xirecira Xezalê ya li dijber vê çanda kevneşopî ye. Lê belê rêzebûyerên romanê bêtir li ser Xezalê û bavê wê yê otorîter, xwedî eşîr, filan û bêvan e. 
Mijarên feodalîzmê, ehleq, têkiliya jin û mêran xwedî ciyekî girîng girtiye di romanê de, her wiha bêhna folkorîzmê ji romanê tê, lê di heman demê de tehm û ekleke nûjeniyê jî têde heye, îcar divê gelo em biryarekê bidin romana folklorîk an jî modern? 
Nivîskar di romana xwe de dudilî maye, ango di navbera herdu piran de wekî bêbiryar mabe, ne tam romaneke folklorîk e, ne jî tam romaneke nûjen e, belkî jî şêwazeke nû ye em çi pê dizanin... 
Karakterên me modern difikirin lê folklorîk dijîn, lê bi jiyaneke tevlîhev dijî, loma karakterên me jî bêeyar  dixuyin... du jiyan di yek bedenê de dijî, her wiha rêzebûyerên romanê tam ne bi rêk û pêk in, monologên me jî wiha ne, loma bêeyar e. Mijar jî tevlîhev e. Belê mijarên serdest hene, lê di temamiya romanê de tevlîheviyek û kaosek serdest e. Xezalê niqrîskên hebûnê dikêşe. Jixwe di dawiya vê niqrîskên hebûnê de mirov dibêje qey Xezalê xwe dadiliqîne. Xirecira rihê Xezalê wê bi ber mirinê û têkçûnê ve dibe. Sedema têkçûna wê jî hezkiriyê wê ye (Mehmet) û bavê wê (Xisobeg) dixuyin. Xezalê karaktereke bi kelem e, zimanderzî û zimanreşbîn e û zimantûj e. Lê di monologên xwe de wiha ye, di têkiliyên xwe yê jiyînê û heyatê de têkçûyî û stûnerm e, sertewandî ye û bêdengiyê diparêze, Lê di bêdengiyê de diteqe. Di bedenekê de du jiyanan dijî... karaktereke dudilîn e, di monologên xwe de diqîre û kirasê xwe diçirîne helbet sedemên kirasçirandinê hene. Ka em li hinek sedemên kirasçirandina xezalê binêrin da ku di der heqê romanê û naveroka wê de em agahdar bibin:
Gotibû. “Bavo bêwar e?” “Bêwar!” Bêwar bavo; bavê heft keçan e.”(15) Dema em li paragrafa xwe dinêrin em têdigihîjin ku kevnesopiyên kurdan û nêrînên wan ên li hember mêr û jinê hîna jî serdest in. Nivîskar çand û kevneşopiyên me yên zû bi zû nayên rûxandin berbiçav kiriye, qîmetdayîna keç û lawan li ber me raxistiye bi çavên pêşiyên me, da ku haya me ji gotin û çanda wan hebe, rast an jî xelet nivîskar berbiçav kiriye.
*
“Lê lawik ne wisa bûn. Ew dewlemendiya dê û bavê bûn.
-çima û çawa dibe mêrxasekî wekî min dergûşa lawekî nabîne. Kê bihistîye û bilandîye zarokên ên law tune bin?
Digotin: kûrên çê ji bavên çê dikevin.”(79)
Dema em li paragrafên xwe dinêrin em tabloya çand û kevneşopiyeke û sosyolojiya civakên paşdemayî û sosyolojiya feodalîzma civakekê dibînin. Nivîskar rû û astarê civaka xwe destnîşanî me kiriye. Gotin û gotinên pêşiya yên ku li dûrî aqil û demokrasiyê destnîşanî me kiriye. Helbet nivîskar bi devê karakterê xwe di romanê de gelek caran wiha gotinên pêşiyan bikaranîne, lê yên dûrî êqil û yên di ciyê xwe de rûniştî jî hene-hebûn, hinek jê wekî kevirên qoziyabûn hinek jî eletewş bûn, loma her gotinên pêşiyan nayê wê wateyê ku di cî de ne...
“Xwedê nîşan nede hinek bibînin herin buxtana we bînin, bêjin me binkirasê wan dîtiye, ahan jî min ji we re got; heke derb li we bikeve, jixwe mirov derba xwe carekê digire. Heke we derb xwar, jixwe carekê li we ket cardin jî ji eniya we naçe, ne pêkan e hûn cardin nikarin ji eniya xwe paqij bikin.” (97)
Ev paragraf rasterast ehleqê berbiçav dike, binhiş û derhişîniya civak û malbatekê berbiçav dike. Zagon û qodên hesas eşkere dike. Kevneşopiyên ehleqê û çanda hişk a ku bi zopan jî naşikê diyar kiriye. Nivîskar serê xwe bi çand, ehleq, kevneşopî û feodalîzma civak û malbatan bi werîsekî rîs vehûnaye. Karaktera xwe Xezalê jî xistiye nav vê çirav û pirika vê civakê û jê re dibêje bi werîs û rişmê xwe yê rewan bigire û berê xwe bi çand û jiyaneke azad û modern veke, lê belê her carê Xezalê û hespê xwe yê rewan di çiravê de dimîne û li dîwarê ehlaq û feodalîzmê diqewimin. Yanê zagonên civakê û yên bavê wê derfet û destûrê nade Xezalê, loma di romanê de zagona ewil bav e, zagona duyem jî civak e.
-Dêbûz! Tu tî bûyî yan birçî bûyî? Reşbelekê min. Dêbûz hevalê şevên me yên kur û dirêj, nobedarê malbata me, lawê bavê min ê bi çar pî û bi zincirî ve girêdayî!(166)
Di vir de Xezalê bi kûçikê li ber derî, nobedarê malê re diaxive, helbet Xezalê kurtebinhişiya xwe ya derbarê bavê xwe ji me re eşkere dike. Em dikarin bibêjin ev paragraf jî kurtenaveroka romanê berbiçav dike, yanê tevnesazî û rêzebûyerên romanê giş li gor van peregrefan teşegirtinin, loma dibêjim kurtenaveroka romanê ne...
*
Bi zagonên hişk jiyan ji hin kesan re bi taybet jî ji jinan re dibûn dojehên bê dawî!(246)
Ev paragraf kurtenaveroka romanê û her tiştê wê diyar dike, esasê romanê li ser çi zagonan avabûye eşkere dike, bindestiya jinan a ducarîn eşkere dike. Him wekî gel bindest e û him jî wekî jin bindest e. Azadiya wê hatiye sînorkirin bi her awayî ve... Di vê hevokê de zagon bav e, zagon civak e, zagon deredor e. Takekesî tune ye, takesî malê tirbê ye, azadî tune ye, azadî malê tirbê ye. Yanê hemû rastî li gor êl, eşîr, ehlaq û kevneşopiyên berê û yên heyî tê rêvebirin, serokê vê rêberiyê jî di hundirê malê de bav e. Zagona bav, zagoneke civakî û sosyopsîkoanalîst e. Bav, xwe ji komleksên ehlaqê û kompleksên ehlaqê yên serdemên Jean Pîagetî hîn rizgar nekiriye û têde asêmayî ye, loma li serê Xezalê û malbatê bûye girêkek werîs a asê...
Evelyn Waugh di mulakateke xwe de wiha dibêje: “Ez nivîsandinê ne wekî lêkolîna karekterekî ez wekî bikaranîna lêkolîna zimên dibînim. Dibêje: “Bi rastî di vê mijarê de hingof im, bi awayekî teknîk baldariya min li ser derûniyê tune ye, baldariya min li ser drama, axaftin û bûyeran e. Helbet psîkoanalîzm lêkolîneke karaktera ye û gerek di pratîkê û gerek teoriyê û zimên de pratîkek e.”(1) 
Belê nivîsandin, karakter û mijar, ziman û peyv giş alavên psîkoanalîzmê ne, divê berhem jî bi vî çavî bên nirxandin û rexnekirin. Psîkoanalîzm hem ji hêla zimên ve û hie jî ji hêla karakter ve bo berheman girîng in. Min jî xwest berhema Gula Almastê di bêjinga psîkoanalîzmê re têwer bidim, karakterên wê, zimanên karakterên wê, zimanê mijar û mijarên romanê gişan bi çavên psîkoanalîtîk ve radestî we bikim. 
“Psîkoanalîzm xwegihîştina rastiya resen de şêwazek e.(3)” Belê xema me jî em xwe bigihêjînin rastiyan û heqîqeta karaktera xwe, jixwe em dizanin heqîqet û rastî di zimên û derhişîna dîrokê de veşartiye. Çawa be jî derhişîna zimên ya karakter a ku dibe peyv û hevok û ji serê zimên dişemite, ya din jî derhişîna dîrokî ye, a ku ketiye serhevdu a ku ji karakter dinizile û bi carekê ve diteqe. Talî çawa be jî bi şêwazekê xwe dide der, xezalê jî xwe dide der hem ji hêla zimên ve û hem jî ji hêla monologên xwe û derhişîniya xwe ve, xwe wekî xalîçeyekê li ber me radixîne.
KURTENAVEROKA ROMANÊ û KARAKTERÊN ROMANÊ
Di romana Gula Almastê de ez ê berê berê behsa karakter û nasîna wan bikim, rolên wan û tevgerên wan û paşê jî behsa mijar û giringiya karakteran bikim. Karakterên romanê wiha ne: Xezalê, Xelatê, Nirno, Dêbûz û Kamo, Mehmet, Xisobeg.. Di romanê de serleheng Xezalê ye, karaktera ku navê wê di romanê de derbas nabe dêya Xezalê ye, jixwe di romanê de karakterên aktîf Xezalê, Bav û dêya wê ye. Car caran jî Nirno, Dêbûz û Kamo ye. Lê tevnesaziya mijarê û rêzebûyerên romanê piranî li gor Xezalê hatiye teşekirin û teşegirtiye. Yanê hemû tevnesaziya romanê li deredora Xezalê ve hatiye vehûnandin. Navenda mijar û rêzebûyerên romanê piranî Xezalê ye. Mekan piranî dikana bav û mala wan e. Zeman hem rasteqîn e, hem jî bi awayekî derhişîn herkehişîn e, yanê zeman di monologên Xezalê de vediguheze teknîka herkehişîn ango derhişînî ye. Loma romaneke hem folklorîk e û hem jî modern e. Mijar ehleq, komleksên Freûd, kevneşopîn, nûjentî, otorîte, orf  û edetên civakê û hwd... Xezalê di malbateke asê de dijî, hem  karektereke têkoşer e û hem jî karaktereke bi xof û tirs e, di nav civak û malbateke şûndemayî de dijî...
Bi kurtasî di romana Gula Almastê de a bi navê “Xeleka  Xeyalên Bê Ezman“ de mijar xirecira malbatekê ye. Malbateke di bin bandora civakeke ehleq bernixûm de dijîn. Di malbatê de bav kesekî otorîter û xwedî ehleqeke bernixûm e. Dêya Xezalê keseke stûnerm e, li hember hevserê xwe, lê li dijber zarokên xwe dîwar e. Yanê li hember zarokên xwe hevserparêz e. Helbet ne sedîsed be jî dê mêrê xwe diparêze li hember zarokên xwe, loma hinekî dê jî otorîter e. Mijara romanê, tevnesaziya romanê û rêzebûyerên mijarên romanê bi vî awayî hatiye vehûnandin. 
Nivîskar di romana xwe de karektereke ruhxirecir avakiriye, karektereke di navbera pira kevneşopî û nûjeniyê de asêmayî ye. Karektereke hem tewyayî ye hem jî serîrakirîn e, dildarê azadiyê ye lê brûsk û ewrên reşeqîr nahêle Xezalê azad tevbigere, tirs û xofa  malbatê û civakê wê ditewîne, karaktereke vekiriye lê civak û malbat bernixûm û sernixûmin. Di hebûn û nebûnê de diteqe, valahî û xirecira rihê wê dadinisile, paşê rihê rakişiyayî yê mîna werîsê rîs dîsa diqete û serîradike, di rihê xwe de hilnayê, di malbata xwe de hilnayê û di dikana bavê xwe de hilnayê, di hewşê de hilnayê, di hezkiriyê xwe de, di xwe de hilnayê, hilnayê û hilnayê, rihê wê wekî şêzekê jêneqerî. Erê em niha behsa karaktera romanê Xezalê dikin. Xezalê di malbateke feodal û xwedîkevneşopîn de dijî, lê Xezalê di atmosfereke wiha de hilnayê, dixwaze serî rake li hember rewşa heyî, lê di gola rewşa heyî de difetise û carê radibe heta ku deziya rih têde hebe têdikoşe da ku xwe ji vî rihê genî rizgar bike da ku xwe û rihê xwe azad bike. Xezalê dixwaze bi derzî be û derziya xwe di malbatê, civakê, ehlaqê, feodalîzmê û di hezkiriyê xwe de rake da ku rihet bibe. Dixwaze derziya xwe di noqa ehlaqa genî de daçikine, lê belê her carê derziya wê di wê de diçe, monologa rihê Xezalê û berxwedana wê ya li hember civak û malbatê heta roman didome wiha dewam dike. 
Bavê Xezalê karakterekî feodal e, dêya wê li destê mêrê xwe dinêre û palpişta mêrê xwe dike. Yanê dê ne li ber tu tiştî ye. Karaktereke xulam û vemirî ye. Karaktereke malperêz û ehlaqparêz e, ango bi têlê mêrê xwe lê dixinî, karaktereke girêdayî ye, neserbixwe ye. Her tişt bi otorîteya bav ve girêdayî ye. Xelatê xwişka Xezalê ye, lê karaktereke xûmamî ye. Mirov nizane di romanê de ka rola wê tam çi ye? Xuya dibe û winda dibe, serê xwe bi Xelatê re neêşandiye nivîskar, qîmetdayîna karakteran girîng in, helbet serleheng girîng in, lê karakterên alîkar jî tabloyê temam dikin. Wellhasil  Heman demê du karakterên me yên heywan jî hene, navên wan Nirno û Dêbûz e. Dêbûz kûçik e, Nirno jî pisîk e. Navê Dê-bûz bavê Xezalê lê kiriye. Divê em vî navî bikolin û vekolin. Çima Dê-bûz, esas ev derhişiya nivîskar derdixîne holê, heke nivîskar bi bêhemdî an jî bi hişmendî be, qet ferq nake ev derkirina derhişîn e. Arezûya derhişîn e. Divê em bi awayekî psîkoanalîtîk li vî navî binêrin: 
Mînak: Freûd behsa xewnekê dike û dibêje, “Bavek di xewna xwe de dibîne kurê wî di odeya xwe de dişewite jê re dibêje bavo ma tu nabînî ez dişewitim, bi vî awayî bav şiyar dibe, lê lawê wî li oda din de bi rastî jî dişewite, agir pê ketiye û bang dike divê bavo ez dişewitim lê bav lê hayê nabe”(2). Di vir de asas bav dixwaze kurê xwe bikuje an jî kur dixwaze bavê xwe bikuje, arezûya kuştina bavî an jî kurî mijara derhişîn e û xwe daye der arezûya zagona bav e an jî gunehên li ser milê bav e, li gor Freûd arezûyên paşerojê nayên rûxandin, tim li ser mil e û hildigire, arezû wekî dîrokê li ser milê binhiş e û xwe bi kompleksa Odîpalîst dide der,  xwe di xewnê de dide der, loma jî nivîskar hewante navê karakterê xwe nekiriye Dê-bûz, belê navê Dê-bûz bavê Xezalê lêkiriye lê belê yê karakterê Dê-bûz jî afirandiye nivîskar bixwe ye. Bav navekî wekî xwe li kûçik kiriye, yanê otorîter, em dibêjin wekî dêbûzekî ye, yanê xurt e. Lê nivîskar bi vî navî kompleksa elektra berbiçavîn kiriye, Dê-bûz, yanê dêyekê wekî bûzê, dêya xwe bi kompleksa elektra û otorîteya dêya xwe bi saya metafora kûçik destnîşankiriye. Yanê nivîskar hem kompleksa elektra û hem jî ya oidîpalîst  di metafora Dê-bûz de komkiriye. Dêbûz neynika herdu kompleksan e û neynika derhişîn e. Dê-bûz teyisandina derhişê bav e, ya li hember hevsera xwe, ango bav otorîteya xwe ya li ser jinê teyisandiye navê kûçik, bavê Xezalê him li hember dêya xwe û him jî li hember jina xwe otorîteya xwe bi awayekî derhişîn a oidîpalîst destnîşankiriye. Nivîskar jî bi saya Dê-bûz derhişîna elektra û odîpalîst destnîşankiriye. Bi kurtasî çawa ku xewna bav ne bêhemdî be, navê dê-bûz jî nebêmdî ye, di palpişta vê rastiyê de derhişîna dîrokî raketiye û derhişîna dîrokî xwe bi zimanê derhişîn ve derdaye...
Sûdwergirtin:
1,3) Adam Phillips, Hep Vaat Hep Vaat, Edebiyat ve Psîkanaliz Üzerine Denemeler, Metis
2)Jacques Lacan, Psikanalizin Dört Temel Kavramı, Metis
 
 
Hin Nivîsen Nivîskar

Ev rê diçe ku gelo?

  • 17 Rêbendan 2020

Di despêka romana Yildiz Çakar a bi navê “Ev Rê Naçe Bihûştê” de karekterên me bi romorkekê ji gundê xwe derdikevin û di dawiya romanê de...

Xwebûn û desthilatdarî

  • 04 Avrêl 2024

“Çiyayê Sîpanê Xwe-bûn e, xwe ye, tu kes nikare bihejîn e, ne tang û ne top dikare wê xwe-bûnê û hebûnê bihejîne û wergerîne....

Di helbestên Îhsan Bîrgul de têgeha 'Dil'

  • 25 Sermawez 2023

Her nivîskarek şopeke wan a berbiçav heye, hin nivîskar jî hene şopên wan wekî xaçerêkan e. Hin nivîskar jî hene mirov nikare şopên wan bişopîne. Dema...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Totalê jî li Hewlêrê peymanek îmze kir

ad

Turk: Em xwedî li Azadiya Welat derkevin

ad

Helbestvan Arjen Arî hat bibîranîn

ad

Brezîlya bi zorê bi ser ket: 2-1

ad

Li kolanên Efrînê paqijî dest pê kir

ad

Pirtûkeke helbestan ‘Çilk û Çîk’ derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname