Bi pêşketina alavên ragihandinê; enternet, ename, peyamên telefonên destan re nameyên ku bîhna hibrê li tevî dilsoziya yê şandî re jê difûriya, hima hima ji jiyana me tevan weke gotina ‘ nû hatin kevn xelatin’ bi yek derbê re hilatin.
Hal ew hal e; ristine helbestnameyên ku Nazim ji Girtîgeha Bursayê ji Pîreyeya xwe re şandine ,ji sala 1978'ê ve di bîra min de cihê xwe diparêzin.
Bi du helbestnameyên Nazim re, piştî maweyeke dirêj di dîwanên helbestkarê nemir Seydayê Cegerxwîn de li helbestnameyan rast hatim.
Ev helbestname ne weke yên Nazim serbest û serbixwe; bi şêweyeke helbesta kilasîk; malikî, bi wazn û kêş û serwayî bûn….
Ji wan helbestnameyan têgihiştim ku Seyda ji çendek nêzenasên xwe re helbestname reqifandine hev, û şandine…
Hinek ji wan helbestnameyan di kêlîka xwendinê de bi bersivandineke helbestî çêjeke danberhevî dabûne min, û vê çêjê kiribû ku danberheva Feqî û Mella bi bîr bînim.
Selama min heqîrê sedefek divê têkin
Îro ke li Cizîrê heqe ko li Mella kin
Hilak in ji derba tîrê, dermen divê ko lêkin
Selamên milyaketan bêhed û bêhesab in
Şubhetê avên şetan ji Mella ‘mîm û hê’ bin
Hîlak in ji zehmetan derman jî ‘lam û bê’ bin**
Di serdana şarê Cizîrê de, herdu gewrey gewrekanê serdema xwe bi vê danberhevê xêrhatin û xêrindariyê didine hev…
Ji bilî berheman, piştî ‘koçberbûna wan a ber bi hêla din’, li gel jiyana wan a hunerî, jiyan û nameyên birek nivîskaran weke pirtuk hatine çap kirin.
Yên ‘hinekên din’ jî bin, name, nameyên peyv bi peyv mişt bêrî, xwerû hisret, tijî fîraq… meriv bi bêrî û azarkêşiya xwediyê nameyê dihesînin.
Weke nameyên Napoleon, meriv di nameyinan de li evîneke nedîtî û nebînayî rast tê.
Dema ku min nameya bo Jozefîneê xwend, min ne Napoleonê ku dixwest gerdûnê têxe serê rima xwe; Napoleonekî jar, zarok; hêsirê dil û dildarê dîtibû û min ji xwe pirsîbû: Mirovekî wisa dil mişt hez, çawa dikare leşkerekî cengawer be?
Hez carinan dikare di dilê hezkir de bi heyvanê kerbê bimeye, bibe nifrîn, bibe tofana dexsê!
Dexs jî dilînek e, hez jî…
Kî kê çendî dihewînê, çiqasî dihebîne, Xweda zane.
Lê ya ku dizanim, weke seydayê seydayan gotî
Aşik û bulhewes cuda ne
Hin faîdexwaz û hin fîda ne…fîdakarin hene niha di nava çar hîmên stûr di hûndir de; ku ez nikarim bi zimanê xwe nameyekê ji wan re rê bikim.
Rê bikim jî nagihe wan, nadine wan…
Û ew jî, di vê serdema ku mirovahî gihiştiye qonaxa avakirina dinyayeke nû-nûjen de ji girtîgeheke ji wan girtigehên li ser axa vî welatê ku kêf û qîma xwe dabeşkirî û dagirkirî, nameyek çiye, nameyêkê bi zimanê dayika xwe ne karin bişînin ji min re, ji dê û da û xuşk û hogirên xwe re….
Ji lew, piştî sih salên xitm yên di ser ‘berdana tirkiya’ re, bo xatirê wan xoşewistan nameyên ‘bi tirkî li qelemdayî’ dişînim ji girtîyên di girtîgeha Sêrtê û Elbîstanê: xoşewist Zekî Kayar, Enwer Ehmed, Sînan Sutpak re…
Zekî, ango mella ji qal û belayê de girtî ye di vê hepsê di wê hepsê de. Enwerê ku niha di xurfeya li kêlekê de ji Binxetê ye, yanî ji Başûrê Rojava…
Û weke yekî ji ‘jêr’, Enwer mahrûqê Helîm Yûsivê Binxetî ye! Di cihekî nameya xwe de dibêje: Li min megire ji ber ku xwe li te dikim bar!Û dipirse,’Min û Mella di ser destê Azadiya Welat re nameyek şandibû ji te re, da tu bigihinî destê Helîm?
Heyrana çavên te, Enwer, bawer bike min nameya te bi nav û nîşan xist nava lepên PTT’ya tirkan.
Ew û bext û textê xwe!
Tu jî dizanî, 600 sal e ku ew li ser text in!
Îro ku em bindest bin sedemek jê jî ev peyva pêşiyan e, Enwer:
Me bext neda bi text!
Di dawiya vê nivîsnameyê de silavên germ û gurr bo we girtiyên azadiyê!
*Navê berhemeke Mûsa Anter
**F.Teyran, Ey avê av, Wş.Ens.Kurdî ya Stenbolê
23/07/09
arjenari99@yahoo.com


