logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

“Tirk beqaliyên” kurdên Almanyayê

  • Dîrok: 25/08/2008

 

Li Almanyayê bi hezaran dikanên ku fêkî, şênayî û cureyên din yên xwarinê û vexwarinê yên ji Tirkeyê tînin û difiroşin hene. Xwediyên firoşgehên bi vî rengî ne tenê tirk lê belê gelek kurd jî hene. Hedefa van firoşgehan tenê kesên ji Tirkiyeyê tên e.
Di piraniyan wan firoşgehan de tenê marqeyên tirkî yan jî ji Tirkiyeyê têne firotin. Ji hêla din ve gelek pêdeviyên rojane hene ku li Ewropayê têne afirandin û bi ambalajeke tirkî derdixin bazarê hene. Wekî mînak piraniya penîrên bi ambalajên tirkî li van firoşgehan têne firotin li Ewropayê têne çêkirin.
Giraniya kurd û tirkan pêdeviyên xwe yên rojane ji van firoşgehan dikirin. Firoşgehên alman heta niha ev piyaseya mezin ji xwe re mîna potansiyel nekiribû hedef. Ev nû du – sê sal in ku çend dikanên mezin yên rêzezincîr hêdî hêdî pêdeviyên rojane yên ku hîtabî mişteriyên ji Tirkiyeyê dikin di nava malên xwe yên firotinê de bicih dikin.
Bêguman her firoşgeheke heyî xwedî navek e lê belê bi giştî bi almanî wekî “Turkisches Geschäft” û bi tirkî jî wekî “Turk Bakali” têne bilêvkirin. Wergera ji tirkî û almanî dibe “Firoşgeha Tirkan.” Lê belê li gor çavdêriyên min piraniya kurdên ji Bakur ev nav ji tirkî wergirtine û bilêvkirina wî piçekî di ser kurdî de dane. Her çiqas gelek kes dibêjin “Dikana Tirkan” jî, piranî peyva “Tirk Beqalî” bikartînin.
“Tirk Beqalî” ne tenê ji bo firoşgehên ku xwediyên wan tirk in tê gotin. Dema xwedî kurd jî be ev nav ji bo wan firoşgehan tê bilêvkirin.
Sedemê vê yekê yê bingehîn nebûna piyaseya bi kurdî ye. Di destpêka salên du hezaran de  kurdan jî hewl dan li Almanyayê bazareke xîtabî potensiyela kurdan bike biafirînin. Wê demê bîraya bi navê “Keko” û ya “Roj” ava “Zelal”, penîrê “Zozan”, şeraba “Med” û gelek tiştên bi vî rengî hatin afirandin û di firoşgehan de hatin firotin. Min bi xwe heta radeyekî elaqeyeke baş a kurdan jî ji bo vê piyasê dît. Piştî demeke kurt ev nav hêdî hêdî ji bazarê dûr bûn. Divê mirov sedema jipiyaserakirina van navên kurdî ji xwediyên wan pirs bike û ji wê yekê nikarim di derbarê sedem de tu şîroveyê  bikim.
Halê hazir kurdên Almanyayê jiyane xwe bi “Tirk Beqaliyan” berdewam dikin.  Lê di dawiyê de dixwazim behsa bîranîneke xwe ya par qewimî bikim ku dikare ji hêla hestî ve eleqeya kurdan a ji bo marqeyên bi kurdî nîşan bide bikim.
Em li cihekî bûn û xwediyê malê got ku şerab û bîraya kurdî li cem wî heye. Piştî  binê şeraba “Med” bidane tavê, çû bêyî dilê xwe bîraya “Roj” bîne. Ez dibêjim bêyî dilê xwe, ji ber xwediyê malê ew mîna xemlekî li mal hilandibû û nedixwest were vexwarin. Xwediyê malê çû “bîraya kurdî” anî û hevalekî israr kir ku vexwe. Xwediyê malê got ku ev zêdeyî sê salan e ku ev bîra li cem wî ye û ji wê yekê min meraqa dema bikaranîna wê kir ka derbas bûye an na. Ew tam du sal bûn ku dema wê bîrayê ya vexwarinê derbas bûbû lê belê digel vê yekê jî hevalê me ket ser bîrayê de û bi du qurtan bîra vale kir.
Bêguman ev nimûne nayê wateya ku elaqeya kurdan dê marqeyên bi kurdî ser bêxin lê belê ji hêla hestî ve nimûneyeke ber bi çav e. 
 
zekiozmen@hotmail.com

Hin Nivîsen Nivîskar

Li vê derê kurdî rê li ber reva ji dibistanê digire!

  • 11 Rêbendan 2009

 Vê hefteyê ji bo lêkolînekî ez hem di nava arşîva xwe ya pirtûkan de û hem jî di înternetê de li hinek çavkaniyên di der barê perwerdeya...

Reşkujiya Dr. Qasimlo û îroniya dîrokê

  • 12 Tîrmeh 2014

Di ser reşkujiya Dr. Abdulrahman Qasimlo re 25 sal derbas bûn. Dewleta Awusturya ji roja kuştarê heta niha ji bo ronîkirina reşkujiyê tu gav neavêtine.Şeva 13’ê tîrmeha...

Bêalîbûna Navenda PEN’a Kurd

  • 27 Gulan 2010

Ez dawiya vê hefteyê li bajarokê Konigsberga girêdayî bajarê Bonnê ya Almanyayê li qiraxa çemê Rheinê beşdarî 7’emîn kongreya Navenda...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser rojavaya Kurdistanê agahiyên nû

ad

Medyaya civakî piştgirî da Helîm Yûsiv

ad

Chelsea bi rekor bî şampiyonê Ewropa

ad

Hin nimûneyên balkêş ji AA'ya kurdî!

ad

Avahiyên welatiyan hilweşînin û qereqolê çêdikin

ad

Çevik: Heqê me heye em daxwaza parastina kurdî bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname