Malpera nûçe çand û hunerê
Kültür sanat ve haber sitesi
Web site for news culture and art

Rûpela Pêþî Bike Rûpela Destpêkê Li Favoriyan Zêde Bike Têkilî-Contact-Ýletiþim
Rûpela Pêþî
KÛPAYA CÎHANÊ 2010
Nîqaþ
Hilbijartina Herêmî 2009
Nûçe
Nûçeyên Çandî
Serbest
Hevpeyvîn
Çapemenî
Berhem
Spor
Aborî
Tenduristî
Klîba Hefteyê
Xêz
Foto-Nûçe
Spot
Têkilî-Contact-Ýletiþim

NÎQAÞ
Di hebûna þanoya kurdî de çend têbinî...

Di dîroka þanoya kurd de mînakek serketî: Þermola...

Gelo haya nivîskar û þanogerên kurd ji hev nîn e?...

Hunera herî bi hêz þano...

Girîngiya Konferanseke Þanoyê ...

Heta kengî di þanoyê de werger?...

Zimanê Teatroya Kurdî (Kurmancî)...

Nîqaþa li ser pirsgirêkên ÞANO'ya Kurdî...


Nûçeyên Taybet
Hûn nikarin di pankartê de vê binivîsin!...
Ji devê Demirtaþ vane þertên BDP'ê...
Ev 'Bêdengî'ya me ye...
Heta niha pirtûkên herî zêde hatine xwendin...
Malpera boykotkirina referandûmê vebû...
Pêþbaziya Apê Mûsa li benda berheman e...
Pêþbaziya ji bo metnên þanoyê dest pê kir...

SERBEST
Erê! Boykot!...

Gotina hefteyê: Navê vê qiþleyê biguherînin...

Romana ciwanekî nûjen “Neynika Dilî”...

Ez kurd im û Azadiya Welat(ê xwe) dixwazim...

KINC JI RÛYÊ RE TUNE YE ...

Li Ser Sifreya Serdestan...

Bîranînên bêjeyeke mirî...

Vaye nameya Tutu ku ji Erdogan þand...

Gotina hefteyê: 'Erê' wê bandorê li Kenan Evren neke...

Li bin barana jehrê...

XÊZ

Nûçeyên Dawî


18.01.2009
Ramana "Ez ê yekî bikujim" ji çîrokeke min hatiye girtin...


Helîm Yûsiv / Sêyemîn Gav



Pêþgotinek e kurt:

Berî ku romana Firat Cewerî ya bi navê "Ez ê yekî bikujim" têkeve destê min, di çend gotarên danasîna vê romanê de, gava qala naveroka romanê dibû, yekser naveroka çîroka min a bi navê "Meha sêzdehan" dihate bîra min. Lê ji ber ku ew roman e û ya min çîrok e, min mesela wekhevbûnek e wisa berbiçav ya her du berheman dûr dixist. Piþtî ku min roman xwend, min dît ku ramana bingehîn ya çîrokê bi awayekî berfireh hatiye bikaranîn. Ango (fikre)ya çîrokê hatiye berfirehkirin û weke roman hatiye nivîsandin. Bi awayekî ji awayan, skeletê çîrokê wek xwe maye û li ser hatiye xebitandin. çîroka "Meha sêzdehan" bi xwe bi þêweyê romanê hatiye nivîsandin. Ango kesê serek e yê çîrokê, ji xew vediciniqe û biryara kuþtina hinekan dide. Her carê di kuþtina hinekan de difikire û wisa tevna çîrokê tê ristin û ber bi dawiyê de diçe. çîrok wisa bi dawî dibe ku ew kesekî nakuje, lê xwîna mirovan li wê navê heye.Tevna romanê bi heman metodê hatiye ristin û bi heman tiþtî bi dawî dibe. Lê di nav wan de, bi sedan bûyer û qewimîn û tiþtên ku têkiliya wan bi çîrokê re tuneye re, hene. Ji ber ku yek çîrokek e ku ji yazde rûpelan pêk tê û ya din romanek e ku ji sed û pêncî û yek rûpelî pêk tê.
çîroka "Meha sêzdehan" r.73-83, di pirtûka "Memê bê Zîn" de ye ku di sala 2003’yan de ji nav Weþanên Avestayê derketiye.
Romana "Ez ê yekî bikujim", di sala 2008’an de jî ji nav Weþanên Avestayê derketiye.

Çîrokeke gelêrî:

Berî ez dest bi rêzkirina sedemên vê nirxandina xwe bikim û ji her du berheman mînakan bidim, ez dixwazim çîrokek e gelêrî bi bîr bînim. Dibêjin, du cîranên hev hebûn. Yekî ji wan kerê yê din biribû. Ker li cem xwe veþart. Ew qelew kir û her du guhên wî jêkirin û weke kerê xwe pêþkêþî her kesî dikir. Rojekê cîranê wî yê xwediyê ker lê rast hat û jê re got:
- Ha bi Xwedê ev kerê min e cîran, te ji xwe re biriye!
Cîranê wî bi madekî tirþ û bi acizî lê vegerand:
- Yaho cîran eybe ha, ma ez û tiþtên wilo, Xwedê ji te razî, ma ne kerê te bi guh bû û zeîf bû û.....
Hîna gotina cîranê wî neqediyabû, di wê navê re ker ziriya. Xwediyê ker yekser dengê kerê xwe nas kir û ji cîranê xwe re got:
- Ê, cîran, bi Xwedê tu ne guhên wî jêbikî, tu teriya wî jî jêbikî ev ker kerê min e. Ez wî ji zirîna wî nas dikim.
Bi qedandina xwendina romana"Ez ê yekî bikujim" re, ev çîrok hate bîra min û min xwest ez wê ji we re jî bêjim. Ka em vegerin ser mijara xwe.

Çîroka "Meha sêzdehan":

Kesê serek e yê çîrokê - Cemîlo - nîvê þevê, xewnekê dibîne. Ji xew þiyar dibe û biryar dide ku bibe qatil û divê hinekan bikuje. Destpêkê difikire ku bavê xwe bikuje, piþt re jî mamosteyê ku ew hînî zimanekî biyanî kiribû û..herwisa herdem vê biryara wê þevê dabû dubare dike û dixwaze wê biryara kuþtinê pêk bîne, lê pêk nayê. çîrok bi vê biryarê dest pê dike û bi wê biryarê bi dawî dibe. Di  navberê de jî li seranserê çîrokê di van rûpelan de bi vî awayî tehdîdên ku nayên pêkanîn dide:
- Divê ez bibim kujer(qatil).r.73
- ..Ez ê îro hinekan bikujim.r.76
- Di vê nîvê þevê de min biryareke bê veger da. Divê ez pêk bînim.r.78
- Min biryar daye ku îro, divê ez bibim kujer.r.83
- Divê ez hinekan bikujim. Divê ez bibim kujer.r.83
Wisa Cemîlo kesekî bi tenê ye, xemgîn e, li hember her tiþtî bi kîn e. þêwekar e, weke ku herdem di nav xewnerojkan de, di nava xew û þiyariyê de be. Li pey guherandina rewþa welatê xwe û ya cîhanê ye, lê ji bilî tehdîda kuþtina hinekan tiþtek bi destê wî ve dernakeve. Têkiliya wî bi dê û bavê wî re ne baþ e, wisa jî bi jinan re. Dihise ku jinên di tabloya wî de serê wî diperçiqînin.
çîrok wisa bi dawî dibe ku xwîn tê rijandin, li wir diherike, destê Cemîlo bi xwîn e, gava polîs tê û li kesê kuþtî digerin, kesekî nabînin. Ew her wê gotina xwe dubare dike:- Ez ê hinekan bikujim.

Romana "Ez ê yekî bikujim":

Kesê serek e yê romanê - Temo - serê sibeha zû, xewnekê dibîne. Ji xew þiyar dibe û biryar dide ku bibe qatil û divê hinekan bikuje. Destpêkê difikire ku diya xwe bikuje, piþt re jî yên din.....herwisa herdem vê biryara piþtî wê xewnê ku dabû dubare dike û dixwaze wê biryara kuþtinê pêk bîne, lê pêk nayê. Roman bi vê biryarê dest pê dike û bi wê biryarê bi dawî dibe. Di  navberê De jî li seranserê romanê bi vî awayî, bi dehê caran, tehdîdên ku nayên pêkanîn dide.
Wisa Temo kesekî bi tenê ye, xemgîn e, li hember her tiþtî bi kîn e. Siyasetmedarekî ku pazde salan di girtîgehê de maye. Temo jî weke ku herdem di nav xewnerojkan de, di nava xew û þiyariyê de be. Li pey guherandina rewþa welatê xwe ye, lê ji bilî tehdîda kuþtina hinekan tiþtek bi destê wî ve dernakeve. Têkiliya wî bi dê û bavê wî re ne baþ e, wisa jî bi jinan re. Dihise ku saeta heliyayî ya di tabloya Dalî de destê wî diþewitîne.
Roman wisa bi dawî dibe ku xwîn tê rijandin. kêra di destê mêrik de bi xwîn e,( du dilop xwîn ku li binê biþkoka çakêt ya herî jor ketine, ber bi jêr ve herikîne..)r.151, lê kesekî kuþtî li wê navê tuneye.

Beramberiya hinek aliyên çîrokê û yên romanê:

1- Destpêka çîrokê:
Di saet bîst û çar de, di nav bêdengiya nîvê þevê de, ji niþka ve Cemîlo ji xew veciniqî û biryarek e bê veger da:
- Divê ez bibim kujer (qatil).
Nema zanîbû çawa îro wisa zû di xew re çûbû. Dibe ku þiyar be jî, ji ber ku þev û rojên xwe di nav xewnerojkan re derbas dikirin.....rûpel.73.
- Destpêka romanê:
Gava ez sibehê zû, saet di þeþ û sêzdeh deqîqeyan de ji xewneke kabûsî þiyar bûm, laþê min giran bû; her derê min diêþiya û dijeniya....Ez nizanim û ji hev dernaxim bê ya min dîtiye xewn e an xeyal e...gava dîsa bi nermî xilmaþ dibim, dengek dikeve guhê min, dengekî bi zingînî, ji min re dibêje;"Tu ê îro yekî bikujî.".....rûpel.15-16.
..............................................................................................................................................................................

2- Di çîrokê de, diyaloga piþtî destpêkê:
Piþtî þiyarbûna kur, ev diyalog di navbera wî û diya wî de çê dibe:
- Tu çima ewqas aciz î yadê?
- Ji ber bavê te yî xerab...r.74
Dê aciz e, kur dipirse.
- Di romanê de, diyaloga piþtî destpêkê:
Piþtî þiyarbûna kur, ev diyalog di navbera wî û diya wî de çê dibe:
- Ma tu rabûyî kurê min?
- Erê yadê...
- Xêr e kurê min, tu vê sibehê bêkêf xuya dikî?..r.17-18
Kur aciz e, Dê dipirse.
......................................................................................................................................................................

3- Di çîrokê de, biryardayîna kesê serek e:
Di vê nîvê þevê de biryarek e bê veger da. Divê pêk bîne. Ev biryar wê jiyana wî tev de biguhere.r.78
Hema xwe didît ku di nav xwêdanê de maye,...dîsa xewna wî ya tolhildanê diçû bi avê de.r.78
- Di romanê de, biryardayîna kesê serek e:
Heta niha, di jiyana xwe de min qet biryar nedane,..lê îro, encama xewna min, ê min ji vê rewþê rizgar bike.r.21
Ew xwêdana ku hemû laþê min þil kiribû, hem bermaya xewna min, hem jî...r.15
.......................................................................................................................................................................

4-Di çîrokê de, xwesteka kuþtina bav:
Dixwest heyfa xwe ji bavê gewdegir û bi hêz hilîne...r.74
- Di romanê de, xwesteka kuþtina dê:
Carekê diniqute dilê min, ku ji ser kursiyê bipengizim, xwe dadim kêra di destê wê de, du kêran lêxim...r.19
.......................................................................................................................................................................

5-Di çîrokê de,tenêtiya kesê serek e:
Ez hatime jibîrkirin çiqasî xelkê di dora min pir dibin ewqasî bêtir tenêtî dilê min dixwe..r.77
Cemîlo li ser xwe vê dibêje:"Gava hêrs dibim bi xwe re pevdiçim. Kêf dikim, bi destê xwe digrim û dîlanê digerînim.".r.76
herwisa Cemîlo herdem bi tenê ye û weke sultanê tenêtiyê hatiye binavkirin.r.76
-Di romanê de, tenêtiya kesê serek e:
Xwe bi tenê dibînim û bi rastî jî bi tenê me.r.50
Bi tenê me û ...ji xwe re fincanek qehwe bixwazim jî, ez ê qehweya xwe bi tenê vexwim.r.44
Temo li ser xwe vê dibêje:" Ez pê re ( mebesta wî ew bi xwe ye) dipeyivim, pê re dikenim, carna pê re hêrs dibim û bi ser de dikim qelebalix."r.36
.....................................................................................................................................................................

6- Nazikiya kesê serek e yê çîrokê û rewþa wî ya psîkolojîk:
Dilnazik e, destên wî piraniya dema xwe di nav nazikiya jinan re derbas kiriye.r.83
Bi xwe dihise ku yekî din e, bê rûye. Rûyê wî di neynikê re xuya nake. Di rewþek e þezofren de dijî. Li seranserê çîrokê dide xuyakirin ku hatiye bikaranîn, herweha hatiye jibîrkirin...
 - Nazikiya kesê serek e yê romanê û rewþa wî ya psîkolojîk:
Temo dilnazik e û" nikare dîkekî þerjêke".r.60.Ji xwe re dibêje:
Ya rastî ez wilo me, nikarim gêrikekê biêþînim.r.57
Bi tu awayî dirûvê mêrkujan bi min nakeve.r.53
Carna dibêjim qey ne bi tenê ez di hundirê vî telîsê laþ de me, yekî din jî tê de heye.r.36
Wisa jî li ber neynikê radiweste û"..resmekî bi xumam ji piþt min di neynikê de xuya dibe û dîsa zû winda dibe.r.26

.....................................................................................................................................................................

7- Di çîrokê de, têkiliya bavê kesê serek e bi jinan re:
Diya wî van agahiyan li ser bav dide:
Bavê te yî xerab ku divê ji berî sê saetan de hatibûya, çûye cem jineka bî, li qewadiyan digere.r.74
- Di romanê de, têkiliya bavê kesê serek e bi jinan re:
Ew bi xwe agahiyên li ser bavê  xwe dide:
Gava mêrê wê (li ser diya xwe dibêje) dev jê berdida, bi dû jinan diket..r.22
........................................................................................................................................................................

8- Di çîrokê de, têkiliya bi tabloyê re:
Tablo ya wî ye. Di tabloyê de jin hene. Bi tabloyê re mijûle. Destê xwe dirêjî wê dike. Jinên hundirê tabloyê serê wî diperçiqînin...Bi du çavên ji agir li tabloya xwe dinêrî.r.82-83.
  - Di romanê de, têkiliya bi tabloyê re:
Tablo ya Dali li ber e. Bi tabloyê re mijûl e. Xwe di hundirê tabloyê de dibîne. Destê xwe dirêjî tabloyê dike. Seata heliyayî ya di hundirê tabloyê de destê wî diþewitîne.r.83
Balkêþ e ku ti têkiliya wî bi hunera þêwekariyê re tuneye, lê dîsa jî têkiliyeke wisa tê dîtin.
.......................................................................................................................................................................

9- Di çîrokê de, kesê serek e li pey guherandinê bû:
Dixwest bi wê kêlîkê bigre, ew kêlîka ku cîhan li ber çavên wî hatibû afirandin û pê re karibe vê cîhanê biguhere. Cîhaneke din çê bike.r.73
- Di romanê de, kesê serek e li pey guherandinê bû:
..Ez ji bo rizgariya vî bajarî rabûbûm. Me ê ev bajar ji vê rewþê rizgar bikira, me ê ew ji hemî xerabî û qirêjiyan pak bikira...r.31
.............................................................................................................................................................................

10- Dawiya çîrokê, xwîn heye, kesekî kuþtî tuneye:
Li destê xwe ...bêdeng li xwînê dinêrî. Peþkên xwînê bi dîwêr ve hilkiþiyabûn. Heþt polîs bi hev re ketin hundir. Xwîn herikîbû
heta ber derî. Polîs li hemû deverê li kuþtiyan digeriyan Tiþtek nedîtin.....r.83
çîrok diqede û nayê zanîn ka ew xwîn a kê ye û kê kî kuþtiye.
 - Dawiya romanê, xwîn heye, kesekî kuþtî tuneye:
..Du dilopên xwînê ku li binê biþkoka çakêt ya herî jor ketîne, lê negihiþtine biþkoka navîn...piþta xwe dispêre derî...
..rûyê min zer dibe, zîpikên xwêdanê xwe li eniya min didin der û ahîzeya li ber guhê min û kêra bi xwîn ya di destê mêrik de bi hev re dikevin.r.151
Roman diqede û nayê zanîn ka ew xwîn a kê ye û kê kî kuþtiye.
...............................................................................................................................................................................
Li vêderê ez vê beramberiyê radiwestînim û ji bo yên ku ev roman nexwendine, ez dixwazim lê zêde bikim ku roman ji du beþan pêk tê. Ev beramberiya ku min kir, ji bilî dawiya romanê, hemû ji beþê yekem e. Ji ber ku hema hema têkiliya her du beþan bi hev re nîne, ji bilî çend bûyerên ku di riya tesadufê re bi hev ve hatine girêdan. Heta çi radeyê her du beþ hevdu digrin yan nagirin, ew dibe mijarek e din. Mijara min a vê nivîsê ew bû ku, ez balê bikþînim ser xalên serek e yên ku ji raman û atmosfera çîroka min hatine girtin. Ji navê romanê bigre hetanî bi bidawîanîna wê, hemû girêdayî sî û fikir û ramanên serek e yên wê çîrokê ne.

helimyusiv@hotmail.com


 

 



Nûh Bîk Print Vegere Paþ Deri Jor


Nivîsên Nivîskar Ên Ku Berê Hatine Weþandin

 


Xestek û daxwaza niha...

Ji Makezagona Bêqidoþ re "Stop"...

ÞÎR HELAL...

Xweserî...

Di dîroka þanoya kurd de mînakek serketî: Þermola...

Li ser Ehmedê Xanî pêþniyazek ji bo Þaredariya Bazîdê...

Hewldanên li Culemergê...

Çalakiya Salê...

Notên ji serdana Amedê...

Klîba Hefteyê
Klîba Hefteyê: Nazdar...

Hûn ji maçê hez nekin jî vê klîbê temaþe bikin...

Ji bo kemanek taybet wêneyên taybet...

Aynur Dogan li Heskîfê "Rewend" kiþand...

Klîba Hefteyê: Cewad Merwanî...


FOTO-NÛÇE
Du reþik û zendek spî!...

Dîmenên Marilyn Monroe yên nû!...

Li navê wê negerin!...

Peykera maçkirinê hat çêkirin...

Jin di vî temenî de xweþik in...