Diyarname
Odeya Mînîbuskaran zem li bilêtên mînîbusan kir, şaredarî dibêje tişteke wisa nîn e.
Odeya Esnafên Mînîbuskaran a Stenbolê buhaya serê kesî sedî 15 zêde kir, lê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ragihand ku zem nîn e.
Meclisa Şaredariyê ragihand ku odeyê di 11'ê gelawêja 2008'an de ji bo zêdekirina heqê rêwîtiyê serî li wan daye lê hê biryareke nehatiye girtin. Ji aliyê din ve ev du roj in mînîbusan heqê birin û anîna rêwiyan zêde kir û ev rewş îro jî dom kir.
Mînîbuskaran buhayeke wisa saz kiribû:
Rêwîtiya Beşîktaş-Sariyerê ji 1,85'î bû 2,10 ykr; Bakirkoy-Topkapi ku 1,70'ê bû, bû 1,95; Kadiköy-Taxa Ornekê 1,70 bû, bû 1,95, Bakirkoy-Osmaniye ku 1,35 bû bû 1,60. û hwd.
Wekî notek: Li Stenbolê nêzî 15 mîlyon kes dijîn, her roj bi ser mîlyonekî de kes bi mînîbusan rêwîtî dikin.


