Diyarname
Fîlmê derhêner Kazim Oz "Bahoz" li ser daxwazêv dîsa li hin bajaran ket vîzyyonê.
"Bahoz" ku li ser têkoşîna ciwanên zanîngehê yên salên 90'î ye, wekî fîlmê serdemekê di 14'ê sermaweza 2008'an de ket vîzyonê.
Fîlmê ku heta niha li dor 40 hezar kesî lê temaşe kiriye, niha li ser daxwazê careke din li Enqere û Îzmîr, Wan, Eden û Stenbolê (li navçeya Bagcilar û Kartalê) tê nîşandayîn.
Her wiha fîlm dê di Festîvala Fîlman a Rotterdamê ku dê 23'yê mehê li dar bikeve de, dûre jî di 32'yemîn Festîvala Goteborgê ku 30'ê mehê li dar bikeve de jî bê nîşandayîn.
Fîlm niha li Edeneyê bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ye.


