Diyarname
Fûara Pirtûkan a Elewiyan ku pirtûkên li ser elewiyan têde têne pêşkêş kirin, gelek nivîskarên elewî beşdar dikin 15'ê mehê dest pê kir û êvara 18'ê mehê (heta saet 21.00) bi dawî dibe.
Fûar ji aliyê Weqfa Şahkulu ya Elewiyan ve li Stenbolê tê li dar xistin. îsal 2'yemîn car e fûar li dar dikeve. Îsal 57 weşanxane, 54 nivîskar û lêkolîner beşdar dibin û di fûarê de 34 gotûbêj hene.
Fûar li "Şahkulu Alevi Bilgi Merkezi" (Merdivenköy Mah. İmam Ramiz Tekkealtı Sokak. No: 7 Kadıköy / İstanbul, (0216) 368 55 25) li dar dikeve.
Yek ji gotûbêjên dê 18'ê mehê li dar bikeve jî ya Dr. Bulent Akin e ku ew dê li ser mijara "Welatê Şah îsmaîl Amed" biaxive.
Vaye bernameya 18'ê mehê:
- Saet 12:00, Gotûbêj, Mehmet Çamur, Şahkulu’nda Dün ve Bugün
- Saet 12:40, Gotûbêj-Îmze, Murtaza Demir, Ateş-i aşk, Sivas Katliamının Gerçek Hikayesi
- Saet13.20, Îmze, Sabahat Akkiraz
- Saet 14:00, Gotûbêj-Îmze, Miyase İlknur, Alevilik Bektaşilik Mizah
- Saet 14:40, Gotûbêj-Îmze, Yücel Top, Alevilik Bektaşilik Mizah
- Saet 15:20, Gotûbêj-Îmze, Kemal Bülbül, Halac-ı Mansur
- Saet 16:00, Gotûbêj-Îmze, Dr. Bülent Akın, Şah İsmail’in Anayurdu Diyarbakır
- Saet 16:40, Gotûbêj-Îmze, Erdoğan Aydın, Kimlik Mücadelesinde Alevilik
- Saet 17:20, Gotûbêj-Îmze, Ulaş Özdemir, Kimlik, Ritüel, Müzik İcrası Bağlamında Zakirlik
- Saet 18:00, Gotûbêj-Îmze, Rıza Oylum, Romanlarda (Edebiyatta)Şah İsmail Nasıl Yer Alıyor?


