Diyarname
Dewleta Almanyayê ligel dewletên serdest ên kurdan li hev dike û her çend salan carekê miheqeq bi ser saziyên kurdan de digire û dest datîne ser berhem, arşîv, mal û milkê wan. Vê carê dewleta Almanyayê bi ser Weşanên Mezopotamya û Mîr Muzîkê de girt û dest danîn ser bi deh hezaran berheman.
Polîsan 9'ê mehê bi ser saziyan de girt, dest danîn ser berheman û ji bo birinê ew li kamyonan bar kir. Lê di rojek de xilas nebûn, roja din barkirin û birina berheman dewam kir. Bi deh hezaran pirtûk û album birin. Di dawiyê de wekî dîrok ev refên vala man. Me jî ev foto kir wêneyê rojê û em pêşkêş dikin...


