Diyarname
Rêziknameya ku qontrolkirina înternetê dide bin destê RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo TelevÎzyona Tirkiyeyê) di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin. Vê yeKê bi xwe re nîqaşa sansurê jî anî.
Bi vê rêziknameyê radyo û televîzyonên heta niha ji ser înternetê re weşan dikirin niha mecbûr in serî li RTUK'ê bidin, bi pere lîsansê bikirin û bi vî awayî weşanê bikin.
Rêzikname ji 26 xalan tê, her cure weşanên li nav înternetê yên her daîmî têne kirin dikevin bin qontrolê. Weşandina radyo, televîzyon, rêzefîlm, nûçegîhaniya hemwelatiyan jî êdî di bin çavdêriyan de ye. Ev rêzikname berî derkeve bûbû sedema nîqaşan lê hikumetê rêzikname derxist û di Rojnameya Fermî de weşand jî.


